Baz û kevok

Yekem civîna asta bilind a navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştamanî ya Kurdistanê (YNK), 17ê Gulanê piştî rêkeftina YNK û Tevgera Gorranê pêk hat.

 

Piraniya kesên di şanda YNKê de cihgirtin, ligel rêkeftina bi Gorranê re bûn, lê li dijî çend xalên Mele Bextiyar bûn. PDK ji piraniya wan xalan dilgiran bû û ew xal derbarê mijarên ku Mam Celal weke “mîrateya siyasiya hevgirtiya me ligel PDKê” binav kirî de bû.

 

Kevokên YNKê, kesên ku dibêjin bila Kurdistan ji krîzê derbikeve û bila hesabê PDKê bê kirin. Baz jî, kesên ku bi saya PDKê destkeftî bidest xistine, lê di civîna dawiyê de li dijî PDKê herî zêde lehengî kirine. Di van 4 salên dawiyê de bi zimanê Gorranê diaxivin û baweriya xwe tînin ku PDKê dê deste xwe ji wan re dane ser hev.

 

Aliyê ji antî-PKDê sûdê werdigre, jixwe nikara pirsa di navbera xwe de çareser bikin. Bi ser de jî, mijara ku dê “çawa ligel PDKê bikevin peywendiyê” kêşeya di nava wan de mezintir dike.

 

Kevokên YNKê siyaseteke rast rêve dibin û bi awayekî pragmatik tevdigerin. Îro di serî de Hero Îbrahim Ehmed û ev bask, ji tohmetbarkirina PDKê ya ji aliyê îdarî, aborî û siyasî berpirs e. Vê baskê beriya rêkeftina ligel Gorranê, tevahiya metodên di rêkeftinê de behs hatine kirin, li dijî PDKê bikar anîn.

 

Lê dema ku PDKê, wezîrên Gorranê ji hikûmetê derxist, ev bask bêdeng bû û di hikûmetê de ma.

 

Niha beşekî ji serkirdeyên YNKê dibêjin bila berjewendî û destkeftên partiyê ji bo Gorranê neye fedakirin.

 

Bêperwaziya PDKê

 

Her tim tê gotin PDKê bêperwaz e. Rast e! Lê çima? Ev tişta li Kurdistanê rû dide encama ku çend caran destê PDKê şewitiye û baweriya wê nemaye. Ji bo li Kurdistanê lihevhatin pêk were, mû li ser zimanê PDKê nema. Hemû dê serdema parlameniyê teva bikin, lê behsa tiştên çewt dikin. Niha jî PDKê bi derbekirinê tohmetbar dikin.

 

Ji bo YNKê, Peymnana Stratejîk a bi PDKê re tenê li ser kaxezê ma. Ji bilî Qubad Telabanî hemû xwe dijbereyên serekê yên PDKê dibînin.

 

Hemû partî li ser mijara nexşerêya serxwebûnê hevdîtinan dikin, lê dîsa jî ti alî ji bo komîsyonê endaman naşîne û piştre jî dibêjin, “PDK mijara serxwebûnê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.”

 

Di bin serkêşiya Îranê de bi endamitiya PKK û Heşda Şeibî eniyeke li dijî PDKê ava dike, lê dema ku hikûmet bi Tirkiyê re peymana pêk tîne dibêjin, “PDK dibe kiredarê Tirkiyê.”

 

Ofîsên PDKê li Silêmaniyê tenê şewitandin, dixwazin ew yek weke “azadiya ramanê” bê nirxandin.

 

Ji bo ku PDKê li Silêmaniyê û Kerkûkê çavkaniyên sirûştî talan neke (!) hewl didin wan deran bikin herêmên cuda. Lê ji bo meaşan jî diçin ber deriyê PDKê.

 

Dikarin ji bo kuştiyeke PKKê şînê bigrin, lê ji bo pêşmergeyekî bibe qurbanî tiştekê nakin. Weke wan bi hezaran minak hene.

 

Baş e, di keş û hewayekî wiha de ji bilî “bêperwaziyê” hûn çi ji PDKê hêvî dikin?