Di hel û mercên şer de kesên xwedî pashwendî

 

Mêjûyê cîhanî ji bo başî û nebaşiyê carna bi pênûs carna bi şûr carna jî bi herduya têkoşîn dike…

Di dîroka bi dûr û dirêj de, ceng her dem bûye rastiya herî dijwar û her wiha bûye xwedî bandorên kûr û dijwar di nava civakan de. Di rewşên wilo dijwar de û di nava civakan de kes û birên bi kêmasî, paşwendî, asêyî û xwedî xeter lazime ku bên parastin di warê fîzyolojîk, derûnî, civakî, tenduristî, aboriyî, polîtîk, û çandî de. Ji bo gêhiştina jiyanek standart û bi rûmet pêwistiya wan kes û biran ji binbariya dewletî, parastina civakî û ewletî û baweriya ferdî heye.

Ji bo tenduristî û ewlekariya civakî û cîhanî him kes, sazî û dezgehên neteweyî him jî yên navneteweyî xwedî binbarî ne. Her wiha di hel û mercên şer de kes û birên xwedî rewşa herî bipaşwendî dîsa wekî qurbaniyên şer bi taybetî zarok, kesên biasteng an jî bikêmasî, kal û pîr û hwd. in. Ew kes û birên ku di rewşa xeternak û asêyî de him dema şeran de him jî piştî şeran xwedî kêmasî û paşwendiyên cur bi curin. ji bo vê yekê jî lazime ku polîtîkayên civakî bên pêşxistin û di qeyranan de ji bo bergiriyên neteweyî bi taybetî hel û mercên şer de kar û barên komalî zêdetir bên kirin.

Ji xeynî vê, hin Pêxember û pêşeng jî pêşniyar dikin ku gerek şer biuslûb be û xwedî rê û rêzanan be. Ji ber vê yekê jî lazime ku di hel û mercên şer de “aqil” pêştir û bibandor be. Bi vî awayî ceng di çarçoveya “mantiq” û “aqlê selîm” de bimeşe. Wekî tê zanîn, di pirtûkên pîroz de jî tê gotin ku kesên rast û xwedî teqwe ewin ku di şerên dijwar de jî xweysebr û aqlê selîmin.

Yek ji pêkerên ku dibe sedemê pashwendîtiyê şer in. Mirov bi hêsanî vê yekê di Şerê Kendavê de dibîne. Her wiha kesên mehrûm mane û kesên ku tên mehrûm kirin ew kesên xwedî paşwendî ne. Bandora encamên cengan ne tenê li ser aborî, siyaset, sînor û nexşane her wiha… Bi girêdayî wan rêzik û exlaqan ve çend nimûneyên bibandor li ser paşwendîtiyê û kesên xwedî paşwendî: ji zaroktî heya kalîtî û pîrîtiyê…

United Nations International Children’ s Emergency Fund, UNICEF (Fona Navneteweyî ya Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, FAZNY), di sala 1954’ î de ji aliyê NYê ve bo bipêşxistina mafên zarokan bi armancên mezin hatiye peywirdarkirin. Gelek peywidariyên FAZNYê hene. Yek ji peywidariyên FAZNYê qedexekirina çekgirtina zarokan e. Sazî gorî hevpeymana mafên zarokan a gerdûnî serî de li herêmên awarte dixebite.

Di roja îroyîn de, di nava hel û mercên şer de pêkutiyên seksûel ên li dijî zarokan û kuştina zarokan xuya ye. Piştî şer jî xebata zarokan û lêdana zarokan berdewam dikin. Wekî minak: dema şerê Iraqê de, keçên bêkes û bêçare li kendavê çawa ji bo laşfiroşiyê hatine bikaranîn ew mijar ji aliyê hin saziyan ve diyar e. Niha jî mergasetên wekî wan di Rojhilata Navîn û Sûryê diqewimin.    
 

Ji bilî vê, wekî kesên xwedî paşwendî kal û pîr: peyvên wekî pîrîtî û kalîtî li gorî hin civakan û deman bi girêdayî jiyîn, avhewa, hawir, xweyîbûn, zayend, irsîtî û bi taybetî çandê xwedî hin cudahiya ne. Kalî; li gorî rewşên bîyolojîk, fîzyolojîk, erkî, kronolojîk, civakî û hîsî tê dabeşandin. Lê belê, bi gelemperî wekî kronolojîk ji roja bûyînê heya mirinê bi hesibandina yek sal tê bi nav kirin û pejirandin. Ew mirovana jî di hel û mercên şer de xwedî pashwendî ne, ji ber vê yekê jiyana wan nabe jiyanek birûmet û bistandart. Yek ji belgeyên girîng ji bo kalîtî û pîrîtiyê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî di 10'ê berfanbara 1948'an de hate pejirandin. Ev danezan bû belgeyeke bingehîn ji bo tekoşîna mafên mirovan di hemû cîhan da.