Yek ji prensîbên sereke yên pêşketina hişyariya mirovahiyê rexne û xwerexnekirin e. Herçend rexne li nik gelek kesan xasma desthilatdarên siyasî xwedî nîşaneke neyînî ye lê tam berevajî vê yekê rast e ji ber ku erêniya rexneyê ewqas kartêker e ku bêyî hebûna rexne û xwerexnekirinê, bêguman zanîn û hişmendiya mirovahiyê nedigihîştin qonaxa îro.
Di pêşketina siyasî de jî divê rexne wekî amûra herî mezin a alîkariya her welat, sazî yan jî hikûmetekê were dîtin. Rexne ji bo desthilata siyasî, bi qasî pêwîstiya doktorekî ji bo nexweşekî pêwîst e.
Dilgiraniya gel ji pergala siyasî tenê dema ku rexne di civakê de dimire derdikeve holê. Nebûna rexneyê nîşana nebûna hêviya baştirbûnê û nebûna xwesteka xewnadîtina cîhaneke çêtir e.
Dema ku rexne dimire, bêguman baweriya bi sîstemê jî dimire. Ango armanca rexnegirtinê ne tunekirin lê baştirkirin e.
Dema ku rexne dimire, xewna hilweşandinê derdikeve holê ji ber ku êdî hebûn û jiyaneke ku were baştirkirin û birêxistinkirin li holê namîne. Rexne stûneke bingehîn a pêşketina siyasî û civakî ye.
Ango dema rexne di civakê de dimire, tê wateya nemana stûnekî bingehîn ê wê civakê. Bi gotineke din, nebûna rexneyê di civakê de tê maneya ku ew civak li ber ketin û hilweşînê ye.
Yek ji aliyên balkêş ên lîderê Amerîkî Abraham Lincoln, serokê 16emîn ê Amerîkayê ku ez bi rastî pê matmayî bûm, ew bû ku li şûna ku rexnegirên xwe bêdeng bike yan jî wan wekî gefekê bibîne, ew tev li hikûmeta xwe kirin da ku piştrast bibe ku ji pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû bû re çareserî peyda kirine.
Dema ku Lincoln di adara sala 1861ê de posta serokatiya Amerîkayê wergirt, bi gelek kelemên xofdar re rû bi rû ma ku bêyî rexnekirin û xwerexnekirinê nikarîbû zora wan kelem û astengiyan bibe.
Di qonaxên destpêkê yên jiyana Lincoln de, wî nirxê yekkirina lîderên ku pir caran nêrînên wan ên dijberî hev, hem di nav xwe de hem jî bi Lincoln re hebûn, nas kir. Lê bi berhevkirina vê koma dengan a cihêreng, Lincoln têgihiştina xwe ya pirsgirêk û çareseriyan berfirehtir kir. Lincoln wekî metirsî li hember rexnegiran tev negeriya, li şûnê wekî firsend li wan mêze kir.
Hemû civak di rewşên kambax û trajîk ên wekî şer, xizanî, qirkirin û dagirkeriyê re derbas dibin. Tenê civakên ku dikarin xwe rexne bikin herwisa nexweşiyên ku bûne sedema rewşa wan a kambax û trajîk rexne bikin, dikarin rabin ser lingên xwe.
Em Kurd di gelek bobelatan re derbas bûne, me gelek rewşên kambax derbas kirine lê me nikarîbû xwe rexne bikin ne jî bûyeran rexne bikin.
Me berî û piştî bûyeran bi çavekî tûj û hişekî vekirî li xwe û bûyerên xwe nenihêrt, loma tew şerê navxweyî jî nikarîbû wer li me bike ku em piştî şer jî dîrokeke din binivîsin, cîhaneke din ava bikin ku şer û dubendî bibe tiştekî girêdayî demboriyê ku hîna jî tê rexnekirin da ku careke din neqewime û traumayên wê bên dermankirin.
Di sala 2024an de, ji her tiştî zêdetir pêwîstiya me bi rexne û xwerexnekirinê heye. Piştî sala 2024an jî, divê rexne û xwerexnekirin ji me Kurdan re bibin çand û kultûreke mayînde.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse