Ji Rûpelên Kobanî ... Osmanê Şêx Xidir

Osmanê Şêx Xidir (1924 - 1986)

Osmanê Şêx Xidir yek ji kesayetî û rûyên civakî û niştimanperwer, û xwedî rol û kedek mezin bûye li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, him karê siyasî kiriye, û him jî helbest û stran gotine, lê di demekê de hatiye jiyanê û koç kiriye, ku rojnamegerî û medya kurdî lawaz bûye, ji ber wê yekê, wî mafê xwe li gorî guhdan û keda xwe ya di ber milet û neteweya xwe ya kurd, û camêriya di ber xelkê xwe yê Kobanî de nebiriye, û hinekî hatiye paşguhkirin.

Osmanê Şêx Xidir di sala 1924an de li gundê Helincê yê Herêma Kobanî ji dayik bûye, û pêş ku ji dayik bibe, bavê wî koça dawiyê kiribû, ew zewicî bû, û bavê 10 zarokan, 5 kurr û 5 qîzan bû, ew mirovekî xwenda bû û karê wî yê fermî nivîskarê daxwazname, û amedekarê dosye û belgeyên kesayetî yên ji bo fermangehên hikûmeta Sûriyê, li ber Seraya Kobanî bû, ku li herêma Kobanî ji wî xwediyê wî karî re dibêjin Irzihalçî, û xwedî xêzeke destnivîsê ya ciwan bûye, û herweha di çareserkirina pirsgirêkên civakî de jî wekî navbênkar xwedî roleke berçav bûye.

Bi riya nêzîkbûna xwe ji Sera Kobanî û fermangehên hikûmeta Sûriyê re, rola Osmanê Şêx Xidir di gelek xizmetên ji bo xelkê Herêma Kobanî de hebûye, wekî anîna tora eliktirîkê, danîna Kopiriya Cengî ya Cerablusê û Qereqozaq yên li ser çemê Ferat, ew jî bi mebesta hêsankirina çûn û hatina xelkê Kobanî bo deverên li Rojavayê Çemê Ferat, wekî bajarên mezin yên Sûriyê Heleb û Şamê, herweha li ser dosyeyên kesên Mektûm yên bê nasname kar dikir, û gelek malbat û kes wekî hemwelatiyên Sûriyê tomar kirine, û nasname û regeznameya Sûriyê ji wan re derxistine.

Di ciwaniya xwe de Osmanê Şêx Xidir dest bi karê siyasî û niştimanperwerî kiribû, û ji derdora salên 1940î de tevlî refên Partiya Komonîst ya Sûriyê bibû, û di pişt re jî nêzîkî  tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê bû û wekî komonîstekî netewperwer dihate naskirin, û ji ber karê xwe yê siyasî, gelek caran ji aliyê hêzên ewlekarî yên hikûmeta Sûriyê ve hatibû şopandin û girtin û êşkence kirin, bi taybetî di salên Komara Erebî ya Yakbûyî di navbera Sûriyê û Misrê de.

Ji ber ku li Sûriyê hatibû mehkûm kirin, Osmanê Şêx Xidir di derdora salên salên 1960î de, berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê û Iraqê û derdora 3 salan li wir mabû, û li ser wê demê, wezîrê berê yê Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakayî jî, di nivîseke xwe de Osmanê Şêx Xidir bibîr aniye, di pişt re bi alîkariya nas û dostan, Osman ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê berê xwe dabû welatê Libnanê jî, û demekê li wir jî jiyana xwe derbas kiribû.

Osmanê Şêx Xidir guh dida çand û hunera kurdî jî, û helbest û stran jî gotine, û peywendiyên wî bi gelek rewşenbîr û hunermendên kurd re hebûne, û pêşwazî li mala xwe ya li Kobanî li wan kiriye, wekî Cegerxwîn, Nûrî Dêrsimî, Osman Sebrî û Mehmûd Ezîz û gelek kesayetiyên din.

Ji stran û helbestên ku Osmanê Şêx Xidir gotine evin:

Tengî kişand min bê hesab

Min terk kirin ders û kîtab

Imrê min çû min mal xerab

Hawar ji destê xerîbiyê

Tirsim ez ji we dûrkevim

Di bin axa sar û kûr kevim

Di nav pençê mar û mûr kevim

Hawar ji destê xerîbiyê

Xerîbî ji pêta agirî

Dil girtiye qet namirî

Herdem ji ber nal û girî

Hawar ji destê xerîbiyê

Aliyekî din yê balkêş di jiyana Osmanê Şêx Xidir de hebûye, ew jî aliyê qîret, camêrî, fêdekarî û lehengiyê bûye, û gelek çîrokên wî di vî warî de hebûne, wekî kesayetiyeke ji opozisyonê li beramber desthilatdarên hikûmetên Frensa û Sûriyê, di piştgiriya xelkê de kar dikir û xwedî helwest û kiryar bûye, wekî mînak ji çîrokên wî:

- Di dema dagîkeriya Frensa dr ji Sûriyê re, carekê li serbazekî Frensî dabû û lêxistibû, ji ber ku wî serbazê Frensî jê xwestibû, ji bo serşiştinê avê bi ser serê wî de berde, Osman jî ew yek ne pejeriandinû, û daxwaza wî serbazî wekî kêmasiyekê ji xwe re dîtibû.

- Herweha carekê di dema çûna bajarê Helebê de, di Pasê de li erebekî xistiye, ji ber ku sivikayetî bi stranên hunermend Mihemed Şêxo kiribû, û ew ji Pasê peya kiribû.

- Rojekê jî şer bi erebên Şêxler re di nava Gemiya çûnûhatina di ser çemê Ferat re kiribû, ji ber ku yekî ji wan lingên xwe di nava Gemiyê de rût kiribûn, Omanê Şêx Xidir jî gotibû ku nabe di nava jinan de lingên xwe rût bike, û ew yek bibû sedema derketina şerekî di navbera wî û hin erebên di Gemiyê de.

- Herweha carekê jî erebekî ji Şêxler li nava bajarê Kobanî girtibû û danîbû erdê û lêdabe, û gotibû ku ewê tola zilm û zora ku ereb li ser çemê Ferat li kurdên Kobanî dikin, ji wî kesî hilîne. 

- Carekê jî li ber Saziyeke Kelûpelan li Kobanî li polîsekî hikûmeta Sûriyê xistbû, ji ber ku reftareke xerab bi xelkê re dikir, û Osman nepejirandibû ku wî bigrin û bibin Mexferê, ew bi lingên xwe çûbû, û dema ku polîsan hewil dabûn reftareke xerab pê re bikin, di hinder Mexferê de damançe li wan kişandibû, û nehîştibû ku nêzîkî wî bibin, di pişt re Rêvebirê Herêma Kobanî pêşwazî lê kiribû, û ew wekî lehengekî serbest berdabû.

Piştî qonaxa karê wî yê siyasî bi partiya Komonîst ya Sûriyê re, Osmanê Şêx Xidir peywendî bi birayê serokê Sûriyê yê wê demê Hafiz El-Esed û xwediyê Komeleya Murteda Cemîl Esed re jî kiribû, û wê demê wî ji nas û dostên xwe re digot, ku ew peywendî ji bo dabînkirina xizmetguzariyan ji xelkê herêma Kobanî re ye.

Di encama bûyereke trafîkê de, Osmanê Şêx Xidir ketibû pirsgirêkeke civakî û xwînek ketibû istûyê malbata wî, û rewşa wan ya aborî gellekî xerab bibû, ji ber wê yekê, di salên 1981-1982an de ji Kobanî koçkiribû, û çûbû li bajarê Serê Kaniyê rûniştibû, û piştî 3-4 salan li wir, di temenê xwe yê 62 salî di sala 1986an de koça dawiyê kiriye, û li wir hatiye binaxkirin.

Hewlêr: 18-01-2022