Pêdiviya hevpeymaniyeke sêalî ya Kurd, Sunî û Tirkmenan
Di dema livûtevgerên leşkerî yên çend rojan berî bûyerên 16ê Cotmehê de şaneyên leşkerî yên Îraqê çend caran bi hin fermandarên hêzên Pêşmerge re civiyan. Wî çaxê li gorî zanyariyên ku bi dizî derketin, me bihîst ku kesên nûnertiya aliyê Îraqî dikin, ne Îraqî lê efserên Artêşa Pasdarên Îranê ne!
Berpirsekî payebilind ê Herêma Kurdistanê jî ji min re got, di nav şandeyên ku li ser navê hikûmeta Îraqê hatin Mexmûrê û bi nûnerên Herêma Kurdistanê re hevdîtin kirin de hin endamên polîtburoya Hizbulaha Libnanê jî hebûn.
Wê demê, di çend gotarên têkildarî bûyerên 16ê Cotmehê de, min ev gotin bi kar anî ku milîsên Îran, Îraq û Libnanê beşdarî dagirkirina Kerkûkê bûne. Wekî encam, ez bi rexneyan re rû bi rû mam û hin kesan jî ev gotina min wekî agahiyên nerast û zêdegavî dît lê piştre, fermandarên ku beşdarî civînan bûn, bi xwe di hevdîtin û hevpeyvînên xwe yên çapemeniyê de, li xwe mikur hatin ku tenê Erebekî Îraqî di nava 11 endamên şandeya danûstandinan a Îraqê de cih girtibû û yên din hemî generalên Artêşa Pasdaran bûn.
Mebesta min ji vegotina vê serpêhatiyê ew e ku ez bibêjim heke vêga jî hin kes hebin ku baweriyê pê neyînin ku desthilata niha ya Îraqê bi tevahî ji hêla Îranê ve tê birêvebirin û Îraqiyên ku li navendên desthilatdariyê li Bexdayê hatine danîn bi tenê rûyê desthilatdarên rastîn ên Tehranê li Bexdayê vedişêrin û dinixumînin, rojek dê bê ku hin kesên di nav desthilatdarên niha yên Bexdayê de ne, wijdana wan wan têxe ser rasterêya ku rastiyan vebêjin û lê mikur werin ku em ên bi nav desthilatdar ne ti tişt bûn û yên ku li pişt me hukimdarên Îraqê bûn, Îranî bûn.
Îran jî ji bo sepandin û xurtkirina stûnên desthilata Şîeyan li ser Îraqê û berfirehkirina hegemonyaya Şîeyan li tevahiya herêmê, pir bi baldarî û plandarî bi mijar û pirsgirêkên navxweyî yên Îraqê re tevdigere.
Yek ji pirsgirêkên ku pir cihê girîngiya Îranê ya li Îraqê ye, “Pirsa Kurd e”. Cihê girîngiyê ne bi wateya ku çareseriyê jê re bibîne, li şûnê dixwaze xisleta Doza Kurd veguhere hin pirsgirêkên nesereke ku halê hazir heta radeyekê ev yek kiriye jî.
Îran paşê jî dixwaze Pirsa Kurd bike pirsgirêka navbera Kurd û Suniyan an jî navbera Kurd û Tirkmenan, çawa ku ev yek di 40 salên borî de li Îranê ceriband ku bi rêya caşkirina Azeriyan pir li ser wê yekê kar kir ku Pirsa Kurd bibe pirsgirêka di navbera Kurd û Azeriyan de û dibe ku di salên bê de Kurd rengvedana vê siyasetî li Îranê zelaltir bibînin. Îran li Îraqê jî di heman çarçoveyê de kar dike. Armanca wê jî ne bi tenê lêxistina Doza Kurd e lê di heman demê de lêxistina Sunî û Tirkmenan e jî.
Seba vê yekê jî pêwîstiya Îranê pê heye ku serê pêşîn bi rêya derizandina navmala van pêkhateyan dest pê bike da ku bikare bi hêsanî hêzên girêdayî xwe di nav van pêkhateyan de biafirîne. Destpêka vê siyasetê jî di salên borî de nexasim di nav Suniyan de bi rêya kirîna wela û pêvegirêdana parlamenterên ku navên wan danîbûn 'Suneyên Malikî' dest pê kir.
Di nav Tirkmenanan de jî bi guhertina hevkêşeya hêza nûnertiya wan, destê xwe xist navmala Tirkmenanan de. Nîşana vê karkirinê jî di hilbijartina borî de derket holê ku berê ji sê nûnerên Tirkmenan ên li Kerkûkê, her sê jî Tirkmenên Sunî bûn lê di hilbijartina dawî ya Encûmena Nûnerên Îraqê 'Parlamentoya Îraqê' de, Îranê hevkêşe bi awayekî guhert ku du Tirkmenên Şiî û Tirkmenekî Sunî nûnertiya Kerkûkê bikin.
Li gel rewakirina nûnertiya van her du pêkhateyan, Îran li jêr navê Heşda Şeibiya Tirkmenî û Heşda Sunî, mijûlî avakirina hêzên çekdar ên taybet bi van pêkhateyan e. Ji ber erdnîgarî û tevliheviya demografîk a van her du pêkhateyan bi Kurdan re, xwesteka Îranê hêsantir bi cih dibe, xasma ger Kurd jî li hemberî wê tedbîrên pêwîst û pêşwext wernegirin.
Loma, divê Kurd bi têgihiştina vê metirsiyê û encamên wê yên xirab, li çareseriyên pêşdem bigerin. Berî her tiştî jî divê Kurd rêyekê bibînin ji bo afirandina cûreyekê pabendiyê ku hemû kesên mijûlî siyasetê ne ji xeleka stratejîk a Kurdan li Îraqê dernekevin. Paşê li wê yekê bihizirin ku ji niha ve hevpeymaniyeke stratejîk bi Sunî û Tirkmenan re çêbikin da ku rê li wê yekê were girtin ku ev her du pêkhate di hevrikî û hevkêşeyan de bibin amûrên di destê Şîeyan de û dijî gelê Kurd neyên bikaranîn.
Divê Kurd têgihiştinekê li cem Sunî û Tirkmenan çêbikin ku hevpeymaniyeke bi vî rengî çiqasî di berjewendiya Kurdan de ye, ewqasî jî di berjewendiya wan bi xwe de ye. Ji ber ku heke serdestîya Şîeyan li ser Îraqê ji niha zêdetir bibe, dê berî Kurdan ziyanê bigihîne Sunî û Tirkmenan.
Di rastiyê de, bi dirustkirina hevpeymaniyeke sêalî dê hin hevsengî çêbibe lê divê ev rastî jî li ber çav were girtin ku di vê mijarê de jî dem pir girîng e. Ger ev niha were kirin, dikare ji bo her sê pêkhateyên paşguhxistî kêrhatî be lê ger çend salên din jî rewşa Îraqê wekî vêga bimîne, bê guman wê demê pêkanîna hevpeymaniyan dê li hana kesî ji wan neçe.
Ji ber ku di bîst salên borî de, hemû derî li pêşiya Îranê vekirî bûn ku di nav van pêkhateyan de kar bike û li ser astên cuda cuda kesên girêdayî xwe li nav wan çêbike. Dibe ku ne wer hêsan be jî ku bingeha hevpeymaniya li navbera Kurd, Sunî û Tirkmenan were danîn.
Berevajî vê yekê, egera çêbûna alozî û nakokiyan û derketina pirsgirêkan li navbera van her sê pêkhateyên ku bi destê Şîeyan têne perçiqandin, ji pêkanîna hevpeymaniya navbera wan, çaverêkirîtir û hêsantir e lê dîsa jî dikare were kirin, nexasim têkiliyeke berfirehtir a Herêma Kurdistanê heye û pêkan e ku bi sûdwergirtina ji welatên din ên herêm û cîhanê ku bandora wan li ser Sunî û Tirkmenan heye, bingeha rengekî lihevkirinê ji bo hevpeymaniyeke demdirêj were dirustkirin.
Bi derketina holê ya hevpeymaniyeke bi vî rengî, heke metirsiyên li ser her sê pêkhateyan ji holê neyên rakirin jî dê heta radeyekê metirsiyên wan li paş bixe. Jixwe gelek caran lîstina bi demê dibe sedema peydabûna geşedanên neçaverêkirî. Ne dûr e jî ku derengxistina metirsiyan ji bo salên bê, hevkêşeyan berevajî bike.