Berû zimanekî yekbûyî ve: Lêkoler an lêkolîner!?
Berû zimanekî yekbûyî ve (8)
Lêkoler an lêkolîner!?
Kar (lêker) di zimanê Kurdî de ji hêla hêzê ve 2 beş in:
- Karên derhingêv (gerguhêz, têper)
- Karên nederhingêv (negerguhêz, têneper)
a. Karên derhingêv ew kar in ên ku bûyerên qewimandina wan li berkarên wan dibin. Anku hevokên wan bi 3 hêmanên sereke sergihayî (temam) dibin. Ew jî kara (biker), berkarê rasterast û kar; wek:
Zînê helbestek xwend.
Salar sirûdan dinivîse.
b. Karên nederhingêv jî ew kar in ên ku hevokên wan bi 2 hêmanên sereke sergihayî dibin. Anku berkarên rasterast naxwazin; wek:
Zîn çûye zanîngehê.
Salar di ezmûnê de bi ser ketiye.
Piştî vê danasîna pêdivî, em dê li mijara xwe ya sereke "lêkoler an lêkolîner" vegerin:
Ev her dû darêj "lêkoler" û "lêkolîner" jî bi mebesta navê kara (karayî) hatine dariştin û her dû jî bi wateya wî kesê ku "lê digere, lê dipirse û lê dikole" di nav rewşenbîran de tên xebitandin. Ev jî şaşîyeke rêzimanî ye, ne dirust e ku di zimên de bimîne.
Ev şaşîya rêzimanî, ji jêderên dariştina wan her dû darêjan hatiye. Ji ber ku her yek ji wan ji jêdereke cuda hatiye dariştin:
1- Lêkoler:
Dahûrîna vî navê lêkdayî jî bi vî şêweyî zelal dibe:
- Lê: Cînavekî pevxistî ye ji daçeka "li" + cînavê kesên "wî, wê" pêk hatiye, wek:
Min silav li "wî, wê" kir.
Min silav lê kir.
- Koler: Raweya navê kara ji jêdera "kolan"ê ye. Dahûrîna peyva "koler" jî bi vî rengî ye:
Binyada dema niha + paşgira "-er"
Binyada dema niha jî bi avêtina pêşgira "di" û paşkokên kesîn "im, î, e, in" ji karê dema niha tê bidestxistin:
Ez dikolim = ez ...kol... = kol + er = koler
Lê + koler = lêkoler
Li dawîya vê dahûrînê em digihêjin vê encamê ku raweya "lêkoler" li gora rêzik û pîvanên dariştina navê kara pêk hatiye. Anku "lêkoler" navê kara ji jêdera "kolan"ê ye.
2- Lêkolîner: Dahûrîna vê bêjeya lêkdayî jî ev e: lê + kolîn + er
- Lê: Cînavekî pevxistî ye ji daçeka "li" + cînavê kesên "wî, wê" pêk hatiye:
Min silav li "wî, wê" kir.
Min silav lê kir.
- Kolîner: Raweya navê kara ji jêdera "kolandin"ê ye. Rêpîvana navê kara ji karên derhingêv ev e:
Binyada dema niha + paşgira "-er"
Binyada niha jî bi avêtina pêşgira "di" û paşkokên kesîn "im, î, e, in" ji karê dema nuha, tê bidestxistin:
Kolandin: Ez dikolînim = ez ...kolîn... = kolîn
Kolîn + er = kolîner
Lê + kolîner = lêkolîner
Rast e, "kolîner" raweya navê kara ji karê derhingêv "kolandin" e. Lê ya ji wê rasttir ew e ku karê derhingêv "kolandin" ne li gora rêzik û pîvanên karên derhingêv pêk hatiye û ne bi rêpîvanên wan tê kêşan!
Berî niha me gotibû ku kar di zimanê Kurdî de 2 beş in:
- Karên derhingêv (têper)
- Karên nederhingêv (têneper)
Di zimanê me de paşgira "andin" digihêje karên "nederhingêv" û wan dike karine "derhingêv"; wek:
Karên nederhingêv |
Karên derhingêv |
Kevok firî/firiya. |
Min kevok firand. |
Mast rijiya. |
Wê mast rijand. |
Zarok razan. |
Dayê zarok razandin. |
Hwd... |
|
Derveyî vê rêzika rêzimanî çend kar hene, di resenîya xwe de derhingêv in lê di gel ku berê derhingêv in jî dîsan "andin" gihiştiye wan. Hin ji wan karên ku pir belav in: pêçan, hêran, kolan, sitiran, nivîsîn, honan, guran ...
Dibe ku karine dîtir jî hebin, lê yên ku min bihîstine ev in..
Ev kar bixwe derhingêv in, pêwîstîya wan bi paşgira "andin"ê nîne; wek:
Karên resen |
Karên bi "andin"ê |
Zînê cil pêçan. |
Zînê cil pêçandin. |
Şivên berxek gura. |
Şivên berxek gurand. |
Temo savar hêra. |
Temo savar hêrand. |
Bi wê rêpîvanê jî:
Gundîyan çalin kolan. |
Gundîyan çalin kolandin. |
Bi vê pîvanê raweya karên dîtir jî têne destnîşankirin.
Li dûmahîya vê lêkolînê careke dî jî em tekez dikin ku navê kara "lêkoler" (lê – koler) ew darêja rast û rewa ye, ji jêdera xwe ya rast û dirust "kolan"ê hatiye dariştin. Lê raweya "lêkolîner" raweyeke awarte ye ji jêdera xwe ya awarte "lê-kolandin"ê hatiye dariştin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)