Roja 30ê Tebaxa 2013ê dezgeha Lêkolîn, ku dezgeheke online ya nêzîkî PKKê ye, belgenameyek belav kiriye ku qaşo ya konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê yê. Di vê belgenameyê de behsa wê yekê tê kirin ku Rûdaw ligel dezgeha îstixbarata Tirkiyeyê kar dike. Vê yekê wiha kir ku pêwendî di navbera Rûdawê û PKKê de têk biçe.
Ligel belavbûna vê belgenameyê, şopandina taybet a Rûdawê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de germ û gurtir bû. Hejmarek hevpeyvîn jî ligel wan kesan belav bûn, ku PKK ji wan hez nake, wek Osman Ocalan û Fethullah Gulen. Herwiha PKK gellekî bi vê yekê dilteng bû ku Rûdawê rojnameyeke îranî wek jêder wergirtibû û nivîsandibû ku Qendîl bi tevayî di bin kontrola Îranê de ye.
Hokareke din a têkçûna van pêwendiyan jî ji ber têkçûna pêwendiyên PDKa ser bi Barzanî ji aliyekî ve û PKKê ji aliyekî din ve. Herwiha Ako Mihemed yê rêveberê Rûdawê jî di gotarekê de rexne li PYDê kiribû ku vê jî ev partî dilteng kir.
Çavdêrekî ser bi dezgeheke lêkolînî ya amerîkî got ku ev zimanê dîplomasiyê yê di yekê ji wan belgenameyan de, ku medyaya ser bi PKKê belav kiriye, nabe wek zimanê dîplomasiyê yê ku tê bikaranîn û ji aliyê konsulxaneya Tirkiyeyê ve lê bê nêrîn. Herwiha jêderên dîplomasiyê yên Tirkiyeyê jî dibêjin nabe em van belgenameyên dîplomasiyê yên ji aliyê medyaya ser bi PKKê ve belav bibin bi cidî werbigirin. Lewma dibe ev belgename bêhtir weke wê yekê lê bê nêrîn ku arezûya PKK ye ku çi li ser rikeberên wê bê gotin, ne ku bi rastî çi li ser wan e. Helbet ev zelal e ku dewleta Tirkiyeyê dijmina PKKê ye.
Ev belgename behsa vê yekê jî dike ku qaşo Rûdaw hewl dide Selah Bedredîn weke rêberê Kurdên Sûriyeyê bide pêş. Lê li gor ezmûn û zanyariya min, ev kes ji Rûdawê hez nake û çend caran jî red kir ku hevpeyvînê ligel Rûdawê bike. Her di vê belgenameyê de, ku qaşo ya konsulxaneya Tirkiyeyê ye, pesnê Rûdawê hatiye dan ku "qet proagendayê ji bo PKKê nake", lê çend caran min raport di Rûdawê de dîtine ku belav bûne û pesnê vê partiyê dane. Her li gor vê belgenameyê, Rûdaw hewl dide ku PYDê weke partiyekê ser bi rejîma Sûriyê nîşan bide, lê heta niha min hest bi vê yekê nekiriye.
Bikaranîna belgenameya veşartî ne tiştekî nû ye. Roleke mezin a Wikileaks di belavkirina belgenameyên dîplomasî yên amerîkî de hebû. Lê niha ev belgename li dij û di berjewendiyên partî û dezgehên kurdî de tên bikaranîn.
Wek mînak, gellek belgename li dijî PKKê hatin belavkirin. Kanala Cezîre jî belgenameyek belav kir û tê de da diyarkirin ku PKK û hikûmeta Sûriyê bi hev re kar dikin. Belgenameyeke din jî behsa wê yekê dike ku PYD û rejîma Esed di warê petrolê de bi hev re kar dikin. Lê gumana min heye ku ev belgename rast bin. Ne dûr e ew jî li dijî PYDê û PKKê pêk hatibin, weke çawa ku ew belgenameyên din jî li dijî konsulxaneya Tirkiye û Rûdawê pêk hatin.
Da ku ev kêşe çareser bibin, pêwîst e Rûdaw platformekê ji bo PKKê saz bike, heta nerînên xwe di rêya Rûdawê re zelal bikin. Wek mînak endamê berê yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, Ehmed Gulabî Dere, ji bo Rûdawê goşeyekê dinivîse. Ew wiha hatibû naskirin ku ji aliyê polîsê interpol ve wek "endamê" PKKê dozkirî ye. Eger berpirsên PKKê qebûl bikin, pêwîst e kesên wek Cemîl Bayik, Besê Hozat, Zagros Hîwa û Ehmed Denîz, yan rojnamenivîsên medyaya PKKê û PJAKê di Rûdawê de derkevin. Ji bo medyaya kurdî ne baş e ku hemû dengên kurdî tê de dernekevin.
Herwiha pêwîst e medyaya kurdî azad be di wê yekê de, ku ligel kê be hevpeyvînê bike. Ne girîng e jî ew kes li dijî PKKê yan PDKê yan partiyên din ên kurdî bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse