Hilbijartin ruhê demokrasiyê ne

9 demjimêr berê
Ako Mihemed
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Hilbijartin Herêma Kurdistanê Demokrasî
A+ A-

Tora Medyayî ya Rûdawê plana xwe ya ji bo hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Birêvebêrê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîmê de axivî.

Axaftina Ako Mihemed bi vî rengî bû:

“Êvar baş,

Mêvanên hêja, konsul û nûnerên birêz ên welatan,

Nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê,

Amadebûyên birêz,

Em bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê bixêrhatina we dikin. Em kêfxweş in û spasiya we dikin ku hûn îro di ragihandina rûmala Rûdawê ya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de, bi me re beşdar in.

Bi destpêkirina kampanyaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê re, xelk û wergirên Tora Medyayî ya Rûdawê dê rûmaleke profesyonel û berhemdar ku çend bernameyên nû û guncav li xwe digire, bibînin.

Amadebûna îro ya nûnerên welatan, rêxistinên navneteweyî û navxweyî bi me re, ji bo karê ku em dixwazin bi awayekî profesyonel bikin, piştevanî û dilgermiyeke mezin e. Piştgiriya welatan ji bo hilbijartinên parlamento, demokrasî û azadiya medyayê li Herêma Kurdistanê tim û dayîm hêzeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê bû.

Birêzno,

Hilbijartin ruhê demokrasiyê ne. Eger parlamento jî karê xwe yê rastîn bike, dê berjewendiyên welatiyan û wî ruhî biparêze. Eger parlamento di warê yasadanîn û çavdêrîkirina desthilata cîbicîkirinê de, karê xwe bi zanebûn û bêkêmasî bike, hikûmet û civak dê mifayeke mezin ji parlementoyê wergirin. Parlamento ji bo her welatekî saziya reformê ya herî xurt û girîng e.

Karê parlamento û medyayê ne dûrî hev e. Li şûnê, ragihandin alîkara parlamentoyê ye û di heman demê de ji bo ku parlamento çalaktir bibe û desthilatên xwe biparêze, medya dikare çavdêriya karên wê bike. Jixwe navê desthilata çaremîn ji rojnamevanên ku ji bo raporkirina civînên wê, li parlamentoyê rûdiniştin, hatiye wergirtin. Ji ber vê yekê karê her du aliyan ji gelek hêlan ve bi hev re dimeşe.

19ê Gulana 1992yan, di dîroka hevdem a Kurdistanê de rojeke dîrokî ye. Ji ber ku yekem car gelê Kurdistanê Parlamentoya Kurdistanê hilbijart. Ev destpêka guherîneke nû bû di tevgera niştimanî ya Kurdistanê de. Her wiha di xebata tevgera siyasî ya demokratîk û guherînxwaz a Îraqê de qevzdanek bû. Şerê birakujiyê ziyan gihand vê pêvajoyê lê bingeha wê ji nav neçû û berdewam kir.

Yasaya çapemeniyê û Wezareta Rewşenbîriyê yasaya rêkxistina karê rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê û yasaya bidestxistina zanyariyan li Herêma Kurdistanê yasayên bipêşketî ne. Ger bi tevahî bên bicihanîn, dê medyaya Kurdistanê, pêvajoya siyasî û hikumdariyê jî ji gelek pirsgirêkan dûr bixin. Bi taybetî ku niha guherînên teknolojîk kirine ku nûçeyên sexte û şaşwazkirina raya giştî hêsantir û leztir bibin, karkirina bi van qanûnan û parastina jîngeheke serbest û saxlem ji bo medyaya giran li Kurdistanê ji her demê bêtir pêwîst e.

Rêzdarno,

Nakokiyên tund di navbera partiyên Herêma Kurdistanê de rewşeke hestyar û nîgeran çêkiriye. Nakokî dibin sedema nearambûna jiyana xelkê û karê wan. Tora Medyayî ya Rûdawê ji ber coşa xelkê li ser aramiyê, biryar daye ku di dema kampanyaya hilbijartinê de bibe beşek ji gotûbêjeke pispor. Rûdaw berbijêran han dide ku di gera bê ya parlamentoyê de, pêdiviyên welatiyan gotûbêj bikin da ku bi yasadanîna şehreza û pêwîst, her wisa bi çavdêriya jêhatî, parlamentoyeke xurt ava bikin.

Rûdaw deng û partiyên cuda naxe nav rûbirûbûneke bê encam lê wan bi hev re dixe nav dîbeytkirineke pispor çimkî gelê Kurdistanê dixwaze parlamentoyeke wî ya xurt, şiyandar û şehreza hebe. Ji bo berdewamiya bipêşketina Kurdistanê û misogerkirina daxwazên gelê Kurdistanê, ev yek pêdiviyeke girîng e. Me ev yek pir bi ciwanî û rêkûpêkî ji ciwan û pîşewerên Kurdistanê bihîstiye.

Pêkanîna her serkeftineke demokratîk û sivîl di rewşeke aram û saxlem de pêk tê. Rûdaw, ji bo hemû gelê Kurdistanê, wê serkeftinê han dide.

Rêzdarno,

Ezmûneke Rûdawê ya dûr û dirêj bi rûmala hilbijartinan re heye. Di vê yekê de jî û bi şahidiya wergirên me, em ji testa gelê Kurdistanê û sazî û dezgehên çavdêr ên profesyonel ên medyaya cîhanî bi serbilindî derketin lê ji bo vê carê me ji her carê bêtir sûd ji ezmûna rûmala profesyonel  a medyaya sîstemên demokratîk ên cîhanê wergirtiye. Loma rûmala ku em dê vê carê bikin, ji berê çêtir, hemû mercên ku di guideline (yan rêgezên) rûmala medyayî ya hilbijartinan de hene, li xwe digire. Mebesta min rêgezên ku ji hêla saziyên navdewletî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Rojnamegerên Bêsînor û saziyên medyayê yên mezin ên cîhanê ve tên bikaranîn.

Em dizanin ku rêya rast ev e û em dixwazin şêniyên Kurdistanê di rêya rast de zanyariyên hûrbîn û durist bi dest bixin.

Mêvanên rêzdar,

Ez dixwazim hinek prensîbên sereke yên rûmala Rûdawê ya hilbijartina vê carê ya Parlamentoya Kurdistanê bi kurtî zelal bikim. Prensîba herî sereke û girîng ew e ku, çawa ku eteket û koda me ya pîşeyî rê nade ku em li ser taybetiyên kesane gotûbêjê bi berbijêran re bikin û dest bi pesndana wan bikin, bi heman awayî nabe li Rûdawê êrişên şexsî û navnokirin li hemberî ti namzedî bê kirin nexasim berbijêrên jin ku gelek caran ji berbijêrên din bêtir tên armancgirtin. Rêza mirovî ya dengder û her wisa hemû berbijêran dê di rûmalên Rûdawê de bê parastin.

Prensîbeke din ku rûmala taybet û dorfireh a Rûdawê ya vê carê dê pabendî wê be, ew e ku divê ti pêkhateyeke beşdar û têkildarî siberoja Kurdistanê û vê hilbijartinê, neyê paşguhxistin. Çawa ku Kurd dê di rûmalan de cih bigirin, Keldanî, Asûrî, Suryanî, Tirkmen, Ermenî û hemû pêkhateyên din jî dê bi heman rengî cih bigirin. Nûnerên hemû aliyên beşdar di hilbijartinê de dê bibin beşek ji rûmala Rûdawê.

Her wiha ez dixwazim bala we bikşînim ser wê yekê ku Tora Medyayî ya Rûdawê, bi mebesta pêşîgirtina li belavbûna nûçeyên sexte, bi saziyên navdewletî re di nav hevkariyeke berdewam de ye. Em dizanin ku di vê hilbijartinê de yek ji karên me yên sereke ew e ku rê li ber belavbûna nûçeyên sexte (fake news) were girtin. Ev yek dê ne hêsan be lê em dizanin ku gelê Kurdistanê vê yekê ji me dixwaze û bi rastî jî her kes wê yekê heq dike ku nûçeyên rastîn jê re bên pêşkêşkirin.

Spas ji bo hatina we û êvareke xweş ji bo we rêzdaran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mustafa Ozçelîk

Ez li peravê behrê Alan im, li Cizîra Botan Cemîle me, li Amedê Narîn im

Tesadufeke mezin e ku, Alan Kurdî yê 3 salî yê ku cenazeyê wî li ber perava behrê hatibû dîtin jî Cemîleya Cizîra Botanê ya 10 salî ya ku piştî hatibû kuştin cenazeyê wê 11 rojan di sarincokê de hatibû veşartin jî wekî Narîna 8 salî di meha îlonê de ji nav me koç kiribûn