Hevtêgihiştina navxweyî nola pêşmercê hevtêgihiştina bi Bexdayê re

Ev demeke pir dirêj e ku Serok Nêçîrvan Barzanî dibêje: Heta ku em zimanekî ji bo hevtêgihiştina hevbeş di nav xwe de nebînin, zehmet e ku em zimanê hevtêgihiştina bi Bexdayê re bibînin. Heke em xwe bi xwe li ser hin prensîbên tekûz û berjewendiyên niştimanî yên bilind ne yekdeng bin, dê tu aliyek ji me ne ji bo xwe û ne ji bo gelê Kurdistanê û ne jî ji bo hevdever û hevbajariyên xwe tu tiştî li Bexdayê bi dest nexe!

Ev demeke pir dirêj e ku Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: Metirsiyên rastîn li ser man, maf û qewareya me li holê ne; metirsiyên kevn û yên nû jî lê zêde bûne. Hin ji wan encama çewtî, paşveçûn û kil û kêmasiyên me bi xwe ne, ango berhema êşa kurdî ne. Hin jî ji ber qedera bêyom a gelê Kurd bi destê hişmendiyeke navendî ne ku têgiha federalîzm û şirîkatiyê fêm nake û haya wê ji demokrasî û çanda serdemê nîne. Jixwe naleta cografyayê û çavnebariya cînaran bi kêmtirîn mafê Kurdan li dera han! Loma jî parastina Kurdistanê ji van hemî gefan, ji her demê bêtir hikmet, ezmûndarî û dîplomasiyeke herî nerm dixwaze.

Metirsiya veçirandina tevna civaka Kurdistanê û tunekirina qewareya Herêma Kurdistanê bi rêya bêmûçekirin û birçîkirinê, yek ji gefên herî mezin e ku divê bi her awayî pêşî lê were girtin. Divê li nik elîta siyasî ya Kurdî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê herî sereke û li pêş be. Ji ber ku tu dirûşm, slogan û xurikeke moralî dewsa nên nagire û zikê birçî têr nake!

Rast e, Kurdan ne ji bo meaşan şoreş dada, lê di heman demê de jî rast e ku wan ne ji bo bêyî meaş bimînin jî şoreş gur kir! Loma jî, seba bidestveanîna pariyê nanê milet divabû her rêyek bê hêçandin. Ji ber ku nebûna nên, metirsiya devberdana ji azadî, maf, heybet û rûmetê derdixe holê. Jixwe merema siyaseta birîna nên ev bixwe ye!

Xîreta ciddî seba pêşîgirtina li birîna nên û çarekirina pirsgirêka meaşan, bi maleke Kurdistanî ya jihevketî û neyekbûyî ne pêkan e. Bi rastî, dubendî, hevxayinkirin û hevşeytankirin nikarin siyaseta birîna nên bihostekê jî qels bikin. Li şûnê, ev dubendî yek ji sedemên herî sereke yên birîna nên e. Pevguhertina tawanbariyan û hevsûcdarkirina bêçare bi Bexdayê re jî bêhavil e.

Ereb dibêjin: Dawiya dawîn her rastî bi ser dikeve. Loma jî li dawiyê rêya rast hat meşandin. Ev rêya ku Serokê Herêma Kurdistanê ji zû ve wekî bawerî û erkê xwe yê niştimanî bangwazî jê re dikir. Vê dawiyê jî, bi nermî û bê heytehol û dengpêxistin li ser asta Kurdistanê û herwiha li ser asta Bexdayê jî Serokê Herêma Kurdistanê mijûlî livûtevgerekê bû ku qet nebe çareyeke bilez ji bêmûçetiyê re bê dîtin û bêhna xelkê hinekî bê ber wan û paşê bila hizireke jîr û ciddîtir li çareyeke mayînd bê kirin.

Divê hîm û bingehên vê çareyê ev bin: Yekbûna navxweyî li vir seba parastina mafên neteweyî li Bexdayê, hevxwendina li vir seba bidestveanîna hevbeşiyê li Bexdayê, çarexwazî û nermî li vir û guhastina heman nefesê ji bo Bexdayê, nehêlana aloziyan û asayîkirin û xurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê bi hemî partî û aliyên Iraqî re li Bexdayê. Herwiha nehiştina metirsiyên derdor û cînaran û gefên van pirsgirêkan li ser Kurdistanê bi awayekî ketwarî û bi hevbeşî bi Bexdayê re. Wekî encam jî piştrastkirina dostên me yên biyanî û nehêlana dilgiranî û bêhêviya wan ji kil û kêmasî û çewtiyên me.

Bê guman, ev hemû jî wekî encam seba armanceke bilindtir in: Ev armanc jî vegerandina girêdan, hêvî û baweriya gelê me bi tecrûbe, desthiltdarî, siyaset û herwisa bi dema niha û paşerojê ye.