Li Sûriyê lîstik tên guhertin

17-08-2013
A+ A-

Bûyerên ku li Sûriyê çêbûn, berê xwe didin sala xwe ya sêyan. Ji dûr ve, gava mirov dinêre, du aliyên şer xuya dikin. Li aliyekî artêşa rejîmê, bi hemû alîgir û hêzên xwe, li aliyê din jî Artêşa Azad û yekîne û komên çekdar ên ku di bin navê vê artêşê de kar dikin. Wisa jî tê xuyakirin ku serkeftineke berbiçav wê di vî şerî de tine be û eger hebe, dîsa jî wê ne nêzîk be. Di nav van herdu aliyan de, Kurd û doza xwe ya siyasî û hêza xwe ya çekdar bûne mîna “peyva veşartî” di xaçepirsa nexşeya siyasî ya Sûriyê de.

Ya ku rê li ber Kurdan teng dike û rewşa wan nerehet kiriye ew e ku hem rejîm û hêzên wê, hem Artêşa Azad û hem jî komên çekdar yên îslamî derbarê Kurdan de hema hema wekî hev difikirin. Di heman demê de ew bi xwe li ser erdê li hemberî hev di şerekî xwînî û giran de ne. Ji ber vê, rejîmê bi hemû hêza xwe xwe li Qamişloyê girtiye û dev jê bernade, da ku nekeve destê Kurdan. Nemaze ku Qamişlo giringtirîn bajarê Kurdan e û wekî paytexta herêma Rojava tê nirxandin. Bi gotineke din, rejîm neçar ma ku xwe ji derûdorê herêma Kurdan vekişîne, lê dev ji navendê bernade. Bi vî awayî rê li ber xweseriyeke Kurdan û aramiya herêma wan digire. Wisa jî ew bi nêt e ku eger li bajarên Sûriyê yên din biserketin, wê karibin bi rehetî  desthilatdariya xwe ya li ser herêma Kurdan vegerînin.

Lîstika rejîmê ew e ku Kurdan bi giranî tevlî dijberên xwe neke, lê nehêle ku bi temamî jî bibin hêzeke wisa ku nema karibe wan kontrol bike.  Li aliyê din Artêşa Azad, ku Kurdan bi hevalbendiya rejîmê tawanbar dike. Wisa jî girêdana hêzên çekdar yên kurd bi aliyekî tenê ve, behaneyê dide dest ku di bin navê şerê li hemberî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê, şerê Kurdan bê kirin. Balkêş e ku kêm caran navê PYDê bikartînin û dema bikartîninin jî, wê wekî rêxistineke ser bi PKKê ve didin nîşandan. Da ku şerê xwe yê li hemberî Kurdan rewa nîşan bide. Ji hêla din ve jî berpirsên Artêşa Azad rêxistina el-Nusra wekî dijminekî Artêşa Azad dinirxîne, lê di şerê xwe yê li bajarên Sûriyê de çekdarên wan berpirsan di bin banê alên el-Nusra yên reş de şer dikin. Lîstika Artêşa Azad jî ew e ku el-Nusra di ragihandinê de wekî hêzeke derveyî Artêşa Azad nîşan bidin.

Du armancên vê yekê hene. Yek jê ku ji hêzên navneteweyî re bibêje ku têkiliya wan bi vê rêxistina terorîst ve tine ye û bikaribe çekên giran ji wan wergire. Ya din jî, ji ber ku ev rêxistinên bi vî rengî di şerê li hemberî Kurdan de li pêş in û evên ku Kurdan dikujin in, dixwazin bêjin ku ne girêdayî Artêşa Azad in. Lê li Til Hasil eşkere bû ku birêveberê plana qirkirina Kurdên Girê Spiî û Til Hasilê efserê Artêşa Azad Ebdulcebar Eligêdî bi xwe ye.  Bi vî awayî, rejîm ji aliyekî ve, hêzên rikberiyê yên çekdar ji aliyê din ve bi qedera Kurdên Rojava dilîzin.

Heta niha ji aliyê kurd ve jî, bi hemû rêxistin û hêzên xwe ve, ti nîşanên wê yekê tine ne ku wê berjewendiyên xwe yên neteweyî di ser nakokiyên xwe yên rêxistinî û siyasî re bigirin. Serkeftina Kurdên Rojava, û di serî de PYD, di vê ezmûna dijwar de, wê bibe bingeha pûçkirina hemû lîstikên derûdorê û rê li ber serkeftina doza kurd li Sûriyê veke. Wisa jî têkçûna hêzên Kurdan yên siyasî di vê ezmûna neteweyî de wê bibe sedema têkçûna hemû Kurdan. 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst