Simkoyê Şikak di terazûya nasyonalîzma Kurdî û eşîrî de

Ev pêncsed sal in ku ti serkirdeyekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi mirina xwe nemiriye lê bi xap û fenan ji aliyê dijminên xwe ve ji bo ser maseya gotûbêjan hatine kişandin, ji xafilî ve hatine asêkirin û kuştin. Ev gotina lêkolînvanekî Kurd e ku demeke dirêj e li ser jiyana Simkoyê Şikak, malbat û şoreşa wî lêkolîn kiriye, ew jî Kakşar Oremar e.

Oremar ewqasî li ser Simko û eşîra Şikak nivîsandiye, dema bû mêvanê programa Pencemorê, min digot qey ew yek ji endamên wê eşîrê ye, loma ji min re got: "Jixwe tu dizanî ku ez Oremarî me, te çima ez wekî Şikak dam nasîn! Her çiqas ez pê serbilind im ku nêzî wê eşîrê me û min lêkolînên dîrokî li ser Simko û Şikakan kiriye, loma ez gihîştime wê baweriyê ku nemir Mistefa Barzanî bi awayekî xweş gotiye ku Simko gelekî ji bo Kurdan kar kiriye, lê têkildarî nivîsandina dîrokê Simko kesekî wiha ye ku mafê wî hatiye xwarin û neheqî lê hatiye kirin."

Navenda niştecihbûna eşîra Şikak derdora gola Urmiyê ye, lê li bajarê Wanê û derdora sê sînoran jî belav bûne, tewra derbasî çiyayê Kurdan (Çiyayê Kurmênc) li Efrînê û gelek deverên din ên Kurdistanê jî bûne.

Cafer Axayê ku birayê Simko yê mezin bû, hetanî roja ku bi hîleyan ji aliyê Qacaran ve tê kuştin, piştî bavê xwe, movika pişta Şikakan bû. Cafer Axa ji aliyê êla xwe ve dihat guhdarîkirin û hezkirin. Loma Qacar bi hinceta gotûbêj û dabeşkirina desthilatê li deverê wî vedixwînin Tewrêzê.

Ji bo ku Mihemed Paşayê bavê Cafer Axa ku merivekî oldar bû ji wan bawer bike û ji bo ku niyeta xwe ya baş nîşan bidin, Qacar Quranekê wek diyarî jê re dişînin û dibêjin bila ev Quran di navbera me de bibe şahid, lê ji bilî Kurdan kê ji eceman bawer dike!

Loma di dema mêvandariyê de, Cafer Axa didin ber guleyan û tevî du nobedarên wî di nav xwînê de digevêzin û dikujin. Lê pênc nobedarên Cafer Axa yên din dikarin xwe xilas bikin û heta digihin Urmiyê çi cendirme û leşkerekî derketibe ser rêya wan dikujin.

Em dikarin dîroka êla Şikak li ser du beşan parve bikin: Berî û piştî kuştina Cafer Axayî. Kakşar Oremar dibêje, têkiliya navbera Şêx Ebdilselamê Barzanî û Şikakan û paşê jî Şêx Ehmedê Barzan û Mela Mistefayê Barzanî berdewam dike, tewra Şêx Ebdilselam û Cafer Axa bi hev re li Tiblîsê qeyserê rûs dibînin û alîkariyê jê dixwazin. Lê bi baweriya Kakşar, ti carî projeyeke siyasî û mirovî ya rûsan ji bo kurdan nebû û nîne. Em dikarin heyama Simko û Komara Kurdistanê wekî du mînakên zindî bînin ser zimên.

Piştî kuştina Cafer Axa, bavê wî Mihemed Paşa xwe li Osmaniyan digire û li Stenbolê niştecih dibe. Lê piştî demekê bi hinceta ku bi Bedirxaniyan re destê wî di kuştina Rizwan Paşa de heye, tê girtin û bi awayekî pir nemirovane wî sirgûn dikin û paşê dikujin.

Simkoyê Şikak ku di gupîtka xortaniya xwe de bû, dizgînê eşîra xwe dixe destê xwe, êdî stêrka bextê wî dibiriqe, lê li navçeyeke ku herdem dijmijatiya wî ji aliyê hin kesên ku ji wî xwendetir in tê kirin, herwisa xwedî hêz û piştgiriya dewletê ne, loma bi neçarî hetanî dema ku sala 1930î di komployekê de tê kuştin, herdem li vî milî û wî milî bû, carinan seba berjewendiya xwe û neteweya xwe bêgav dima doza alîkariyê ji nemerdan jî bike.

Simkoyê Şikak çend caran ji bo demeke diyarkirî desthilata xwe ya siyasî û leşkerî li hin deverên Rojhilatê Kurdistanê nexasim li bakurê wê ferz kiriye. Tevî ku Simko heta pola çaran a dibistana seretayî xwendiye jî, lê merivekî şiyar bû û tê derxistiye ku dermanê derdê neteweya wî û derxistina wê ji nezaniyê, xwendin û xwendewarî ye, lewra bi alîkariya dostên xwe yên kurd û rûs di sala 1913an de kevirê bingehîn ê dibistaneke bi zimanê kurdî danî.

Ji bo vê armancê jî bi zanebûn bajarê Xoyê ku metirsiya pişaftina neteweyî li ser hebû hilbijart. Di roja vekirina dibistanê de, Simko bi xwe beşdar dibe û gotinekê pêşkêş dike. Tewra nûnerê konsulxaneya Rûsyayê jî beşdar dibe. Ev bi serê xwe wekî mikurhatinekê li desthilatdariya Simko ye. Wekî din, hespsiwarên wî aramiya bajêr diparêzin. Hevdem cureyek ji nîşandana bazûyên desthilata wî bû.

Ev pêngava Simko neyarên wî yên îranî behitî dihêle, loma di ber xwe de dibêjin: "Ax dinyayê! Va çêlîkên gurên çiyê jî xwe hînî xwendinê dikin."

Herwisa yekem rojname bi navê Kurdistan-ê bi alîkariya Ebdilrezaq Bedirxan  di sala 1912an de damezrand ku bi her du zimanên kurdî û tirkiya stenbolî dihat weşandin, çimkî Ebdilrezaq Bedirxan di zimanê tirkî de pir şehreza bû, dibe ku Simko xwestibe peyamên xwe bigihîne desthilatdarên Osmanî.

Di bernameya (Pencemor)ê de ku şeva çarşemê (17.07.2024) tê weşandin, me dabaşa hin mijarên dîrokî yên girîng kir wek têkiliya Simko û Barzan, têkiliya wî bi Şêx Mehmûdê Hefîd re, bi rûs, îranî û îngilîzan re. Herwisa li ser xeletî, taktîk û dîtinên Simko, bi taybetî li ser siyaset, çand û dîplomasiyê.

Berovajî dîrokzanên wek Kemal Mezher û dîroknivîsên din ên Kurd û biyanî, Kakşar Oremar ji bo cara yekem nêrîneke cuda li ser kuştina Mar Şemûn dibilîne! Herwiha mijara talankirina bajarê Mehabadê ji aliyê artêşa Simko ve wek propaganda li qelemê dide.

A ku zelal û eşkere ye, Simko jî mîna birayê xwe Cafer Axa bi girnijîna eceman hat xapandin, loma di dema gotûbêjan de ew û kurê wî kuştin û dawî li serhildana nîvcomayî ya Simko anîn.