Destnîşankirina Tracey Jacobsonê nîşana guherîna siyaseta Amerîkayê ya Îraqê ye
Berî çend rojan, Joe Biden, Tracey Jacobsonê wekî Balyoza Awarte (extraordinary) ya Amerîkayê ya Îraqê berbijêr kir. Ger ji aliyê Kongreyê ve jî were pejirandin, Traceyê dê şûna Alina Romanowskiyê bigire.
Traceyê li Wezareta Derveyê xwedî ezmûneke dîplomatîk a dirêj e. Heya vêga çend postên cihêreng wergirtine wekî balyoza Amerîka ya Kosovayê (2012 - 2015), Tacikistanê (2006 - 2009) û Turkmenistanê (2003 - 2006) herwiha li Etiyopyayê jî kar kiriye.
Jacobsonê wekî ragira Dibistana Lêkolînên Pîşeyî û Herêmî, paşê wekî cîgira rêvebirê Enstîtuya Xizmetguzariyên Derve (2010 - 2012) kar kiriye. Beriya van erkan jî, Jacobsonê wekî cîgira sekreterê cîbicîker li Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Qesra Spî jî kar dikir.
Hê fermana destbikarbûna wê nehatiye pejirandin jî, Jacobsonê bi daxuyaniyeke agirîn li ser serdestiya Îran û milîsên wê li Îraqê, civaka siyasî ya Îraqê şeliqand. Dema ku rasterast destê xwe danî ser kakila pirsgirêka Îraqê ku dosyaya Îranê ye û bi vî rengî ket qada siyasî ya Îraqê.
Traceyê li pêşberî Encûmena Pîran biland "Piştî 10 salan ji vegera hêzên me li Îraqê ji bo şerê DAIŞê, dem hatiye ku artêşa me roleke nû bilîze. Ger bawerî bi min bê dayîn, ez dê piştrast bikim ku her veguhastineke ji 'operasyona îradeya xwezayî' ber bi rêxistinkirineke ewlekarî ya dualî di navbera Îraq û Amerîkayê de, dê seba têkbirina DAIŞê û misogerkirina ewlekariya Îraqê be."
Derbarê rola Îranê de jî Traceyê wer got "Li Îraq û deverê, Îran aktoreke bedkar (malign actor) e. Rola bêîstiqrariyê dilîze. Em tê digihin ku metirsiya sereke li ser Îraqê hebûna milîsên hevalbendên Îranê ye."
Di vê çarçoveyê de, pirsa sereke ew e ka gelo ev helwesta Tracey Jacobsonê tê wateya destpêk an jî mekanîzmayeke nû ya siyaseta Amerîkayê ya li hember Îraqê? Bi taybetî ku niha Îraq û Amerîka ji bo qonaxeke nû kar dikin ku ew jî ew e ku teşeya peywendiyên dualî ji peywendiyên leşkerî û ewlekarî piştî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, derbasî hevkariyeke ewlekarî ya berdewam di navbera Washington û Bexdayê de bibin.
Ev peyama Îraqê, nexasim aliyên li dijî hebûna Amerîka û hêzên Heşda Şeibî, di serdana Sûdanî ya Washingtonê de bi awayekî zelal derket holê dema navborî got "Me tekezî li ser wê yekê kir ku divê em peywendiyên xwe ji bo qonaxeke nû birêxistin bikin, qonaxeke ku ji qonaxa hebûna metirsiya DAIŞê cuda ye."
Li hemberî vê gotara hişk a Traceyê, Şêwirmendê Sûdanî Xalid el Yaqûbî jî got "Gotinên Jacobsonê piştrast dikin ku ew di rewşa navxweyî ya Îraqê de ne şehreza ye." Wî ev yek wekî destwerdana di kar û barên navxweyî yên Îraqê de bi nav kir. Lê berovajî vê yekê, kesên çavdêriya rewşa Îraqê dikin dizanin ku tişta ku balyoza berbijêrkirî Traceyê behs kir, sîsika pirsgirêka Îraqê ye.
Serokwezîr bi xwe jî gelek caran bal kişandiye ser pirsgirêka tevgera ligel milîsên ku li derveyî kontrola dewletê ne û gelek ziyan gihandine têkiliyên Îraq û Amerîkayê. Herî dawî jî êrişên li ser markayên Amerîkî yên wekî KFC, McDonald's, Caterpillar û.. hwd bûn. Li hember vê yekê jî, Amerîka grûpeke çekdar a Îraqî ya bi navê Ensarullah el-Ewfiya di lîsteya terorê de bi cih kir.
Eger em bi hûrî lê binêrin, dibe ku ev rewşa nû bibe destpêka qonaxeke din a aloziyê di navbera Amerîka û Îranê de li aliyekî û Amerîka û milîsên Îranê yên li Îraqê li aliyê din ku dikare dawiya dawî bibe sedema peydabûna gereke din a nearamiyê.
Xuya ye ku Sûdanî soz daye aliyên ku daxwaza vekişîna Amerîka ji Îraqê dikirin ku ew dê bi qonaxan û li gorî peymana "Çarçoveya Stratejîk" dawî li mayîna hêzên Amerîka li Îraqê bîne. Lê xuya dike ku milîsên nêzî Îranê ji sozên Sûdanî bawer nakin çimkî stratejiyeke din a cihê ya milîsan di tevgera bi Amerîkayê re heye ku ne di çarçoveya peywendiyên Îraq û Amerîkayê de ye lê di çarçoveya peywendiyên Washington û Tehranê de ye, girêdayî koda peyamên Îran û Amerîkayê ye û ne pirseke navxweyî ya Îraqê ye.
Hin çavdêr destnîşankirina Tracey Jacobsonê wekî qonaxa guhastinê di siyaseta Amerîkayê de dibînin, ango guhastina pêwendiyan ji rewşa berê ku 2500 leşker wekî şêwirmendên ewlekarî û leşkerî li Îraqê bi cih bûne, ber bi teşeyeke din ve ku ev hejmar heta asteke mezin bê kêmkirin, da ku peywendî zêdetir siyasî, aborî û dîplomatîk bin.
Heta radeya ku hin çavdêrên siyasî senaryoya vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê ji bo Îraqê jî pêşbînî dikin, tê îdiakirin jî ku ev kar dê bi vê balyoza nû (Tracey) were spartin. Lê ev senaryo dijwar e ji ber ku Amerîkî dizanin ku derketina ji Îraqê meydanê ji neyarên Amerîkayê re vala dihêle, bi taybetî Îran, paşê Rûsya û Çîn.
Wê demê Îran dikare ne tenê milîsan, lê tevahiya dewleta Îraqê li dijî berjewendiyên Amerîkayê bi kar bîne. Loma ev senaryo ne mimkûn e biqewime, xasma di serdema Joe Biden de. Lê ya ku ez pêşbînî dikim ew e ku Amerîka bi rêya balyoza xwe ya nû bixwaze bi awayekî hişktir û vekirîtir bi Îraqê re tevbigere, nemaze bi milîs û komikên çekdar ên nêzî Îranê re. Dibe ku ev nêrîn jî di dema tecrubeya Amerîkayê ya danûstandina bi Îranê re çêbûbe.
Helbet mebesta min ew rêjeya serketinê ye ku siyaseta rêgirîkirinê (deterrence) ku Amerîkayê li dijî Îranê li Îraqê bi dest xistiye, êdî ji armancgirtina Qasimê Suleymanî hetanî armancgirtina serkirdeyên din ên milîsên li bajar û bajarokên Îraqê ku bi gotina çend pisporên leşkerî wekî General Mackenzie, Lloyd Austin û Andrew Clemenson, ev siyaset serketî bû.
Amerîkî gihîştine vê baweriyê ku tenê di dema dîtina hêz, metirsî û gefên Amerîkayê de Îran paşve vedikişe. Her ku Amerîka nerm be, Îran hişktir dibe, berovajiya vê jî rast e. Loma Jacobsonê dikare tevgereke hişktir bi milîsan re bike û zexteke bêtir jî li hikûmeta Sûdanî bike.
Lê di heman demê de, ev jî rast e ku Washington niha naxwaze alozî li navçeyê hebe, bi kêmanî hetanî derbaskirina hilbijartinên Amerîkayê di mijdara îsal 2024an de. Ji xwe eger derfeta vegera Donald Trump jî hebe, dê dîmen li Îraqê bi temamî cuda bibe, lê ev dê dîsa ne di berjewendiya Îranê de be.
Tehran bi Trump re xwedî ezmûneke tal e. Trump Îranê wekî serê marê pirsgirêkên navçeyê dibîne. Lewra hemû nîşan ji me re dibêjin ku rewşa herêmê xasma li Îraqê zehmet e ku wekî berê bimîne.
Têkildarî Herêma Kurdistanê, Amerîka û Jacobson çê dizanin ku têkçûna têkiliyên Amerîka bi Îraq û Îranê re dê bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê bike. Loma Amerîka di qonaxa ji nû ve birêxistinkirina hêzên xwe li Îraqê jî dê karkirina xwe bi mekanîzmekê bi Herêma Kurdistanê re berdewam bike.
Amerîkî dizanin ku daxwaza derxistina hêzên Amerîkayê ne ya Herêma Kurdistanê û Suniyan, lê tenê daxwaza hêzên Şîe yên dostên Îranê ye. Lê ji bo Amerîkayê pêgeha Herêma Kurdistanê ji ya Suniyan girîngtir e. Ji ber ku Herêma Kurdistanê hêza xwe ya leşkerî ya taybet heye û piştevanê wê li deverê nîne. Di heman demê de jî karteke fişarê ye li ser hikûmeta Îraqê ku piraniya wê Şîe ne. Ya ku dimîne dikeve ser Herêma Kurdistanê (PDK û YNK) ka gelo dê çawa pêşwaziya qonaxa nû ya tevgera Amerîkayê ya bi Îraqê re bikin!