Nifûsa Îraqê çawa ji 2 milyonan bû 47 milyon?
Hawrê Tofîq*
Bi awayekî gelemperî û li hemû welatên cîhanê, divê serjimêriya giştî ya niştecihan her ji 10 salan carekê were kirin.
Cara herî dawî, sala 1997an, di serdema rejîma hilweşiyayî ya Sedam Hisên de serjimêrî bêyî beşdariya bajarên Herêma Kurdistanê li Îraqê hat kirin, ji ber ku wê demê Kurdistan navçeyeke desthilatdar a azadkirî bû û desthilata Sedam li ser wê nebû.
Li gorî encama wê serjimêriyê, tomeriya hejmara şêniyên her 15 parêzgehên Îraqê 19 milyon û 184 hezar û 543 kes bû.
Di heyama 27 salên borî de, gelek hewl hatin dayîn ji bo ku serjimêriya giştî were kirin lê her du mijarên sereke 'netewe û mezheb' bûn girêka kor a serjimêriyê, prose tev li hewes û xwestekên siyasî kirin û ji derb xistin.
Eşkere ye ku li gorî kevneşopiyê dewleta Îraqê li Kurd, Erebên Şîe û Erebên Sunî hatiye dabeşkirin. Meseleya mezheb û neteweyê jî mijareke hestyar e û hevrikiyeke tund di navbera pêkhateyan de li ser wê heye û her yek ji wan ji bo nasnameya xwe şer dike.
Van wer kir ku kakilê pêvajoyê biguhere. Serjimêriya giştî ji projeyeke stratejîk a geşepêdan û plansaziyê veguhertin projeyeke siyasî ya agirîn û hestyar ji bo diyarkirina nasnameyê. Ji ber ku heke benda neteweyê were nivîsandin, wê demê mezinahiya rastîn a neteweyan xasma Kurd û Tirkmenan eşkere dibe. Herwisa benda neteweyê bi awayekî nerasterast mîna referandûmekê ye ji bo çarenûsa navçeyên Madeya 140î ya destûrê, bi taybetî ji bo Kerkûkê.
Ji aliyekî din ve, xaneya mezhebê qebareya rastîn a bawerdarên Sunî û Şîe diyar dike. Vê yekê jî derî li ber alozî û nakokiyên mezhebî vedikir, nemaze li navçeyên Bexda, Diyala û gelek deverên din ku her du mezheb lê dijîn.
Hema hema di heyama 30 salên borî de, piştî gelek nîqaş û gengeşeyan, vê kabîneya Serokwezîr Sûdanî biryar da ku mijara xaneya netewe û rêolê ji holê rake û tenê rehendeke zanistî û mirovî ya proseyê ji bo geşepêdanê hebe û bi temamî ji bikaranîna siyasî bê veqetandin.
Di encamê de, niha di qonaxa ceribandinê de ne û pêvajo berdewam dike û biryar e ku di her du rojên 21 û 22ê Çiriya Paşîna 2024an de li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê were sazkirin. Li gorî Saziya Statîstîkên Giştî ya Federal ku girêdayî Wezareta Plansaziyê ye, pêvajo bi awayê elektronîk tê kirin û ji bo vê armancê karmend iPadên taybetkirî bi kar tînin û nav, bawername, cureyên nexweşiyan, zayend, pîşe û gelek mijarên din ên welatiyan tomar dikin. Ev yek ji bilî diyarkirina mal û niştecîbûna welatiyên ku gor+i ser gund, bajar û parêzgehan hatine dabeşkirin.
Encamên serjimariyê:
Biryar e ku 10 rojan piştî pêvajoyê, encamên wê bên weşandin. Çend xalên girîng ên van encaman hene, wekî:
1. Mijara dabeşkirina budceyê li parêzgeh û herêman çareser dibe. Li gorî destûrê, divê dahat bi awayekî dadmend were dabeşkirin û bi vî awayî jî pişka Herêma Kurdistanê bi awayekî rastîn cih digire.
2. Li gorî destûrê, ji bo her 100 hezar welatiyan, kursiyek li Parlamentoya Îraqê tê diyarkirin. Ev jî tê wê wateyê ku her çar salan carekê hejmara şêniyan zêde dibe û ji ber vê yekê hejmara kursiyên parlamentoyê jî zêde dibin. Ji ber ku serjimêriya giştî ya nifûsê nehatiye kirin, Dadgeha Federal biryar da ku hejmara kursiyên parlamentoyê bê zêdekirin û kêmkirin bibe 329 kursî lê piştî serjimêriyê bê guman hejmara kursiyên parlamentoyê dê were zêdekirin û bibe zêdeyî 400 kursiyî ji bo her çar salan careke din dîsa li gel zêdebûna hejmara şêniyan, hejmara kursiyên parlamentoyê jî zêde dibe. Heman şîrove ji bo encûmenên parêzgehan jî derbas dibe.
3. Serjimêriya yekem a niştecihan sala 1927an di serdema padîşahiyê de çêbû. Tomeriya hejmara niştecihên Îraqê 2 milyon û 968 hezar û 54 kes bû lê niha li gorî texmînên destpêkê hejmara niştecihên Îraqê 45 milyon kes derbas kiriye. Ev yek wê rastiyê zelal dike ku hejmara niştecihan pir bi lez zêde dibe.
*Hawrê Tofîq: Rêveberê Giştî yê Têkilî û Saziyên Navdewletî yê Serokatiya Komara Îraqê.