Bihara erebî yan zivistana sirr û seqem!

 

Di 17ê Çileya Pêşî ya sala 2010an de, firoşkarekî tûnisî yê şênkatiyan bi navê Mihemed Bûezîzî li bajarê Sîdî Bûzeyd li Tûnisê agir berda laşê xwe. Ev bûyer bû destpêka qewimîna çend bûyerên mezin li Tûnis, Misr, Yemen, Lîbya û Sûriyê ku piştre ev bûyer ji hêla kesên geşbîn wek "Bihara Erebî" hatin binavkirin. Piştî dora 5 salan, di 2ê Îlona 2015an de, termê koçberekî Kurd ji Kobanê, bi navê Alan li perava Deryaya Egeyê xeniqî hat dîtin. Dîmena dilşewat a Alan xemgîniyeke giştî li ser asta cîhanê peyda kir.

 

Mihemed Bûezîzî li Tûnisê xwe kir qurbaniyê jiyaneke baştir û birûmetir ji bo bi milyonan mirovên tûnisî ku bi dehan sal di bin nîrê desthilateke zordest û nedemokrat de bêhn li wan hatibû çikandin. Alan Kurdî jî bû qurbaniyê hêviya bi hezaran malbatên ku piştrast bûn ew jiyana ku Bûezîzî xwe ji bo wê şewitand, li welatê wan pêk nayê. Lewma koç kirin û piştre tenê termên wan bi dîtina welêt şa bûn.

 

Herdu bûyerên Bûezîzî û Alan encama hevrikiyeke siyasî ya kirêt in ku li Rojhilata Navîn diqewime. Heta niha bi hezaran Bûezîzî bûne qurbanî. Alan jî yek e ji wan 12 hezar zarokên ku heta vêga di destara şerê Sûriyê de hatine hêran. Bêguman malbata Alan jî yek e ji wan sedan hezar malbatên Sûriyê û Iraqê ku bûne êzinga hevrikiyeke zalimane.

 

Dema mirov li guherînên Rojhilata Navîn nemaze Iraq û Sûriyê dinere, dibîne ku şêniyên van herdu welatan baceke giran a rikeberiyeke herêmî û cîhanî didin û tu yek ji beşdarên vê rikeberiyê guh nadin berjewendiyên gelên van herdu welatan û wêraniyên ku li wan qewimîne. Kê heye wê rastiyê fêm neke ku şerê Sûriyê, şerê Rûsya û Îranê li dijî Amerîka û hin hevalbendên wê yên rojavayî ye li ser serdestî û berjewendiyên bêhtir li Rojhilata Navîn? Kes dikare wê rastiyê înkar bike ku tiştê li Iraqê diqewime, şerê Îran û Tirkiye û Erebistana Siûdî li ser axa Iraqê ye?

 

Rast e li Iraq û Sûriyê alozî û pirsgirêk hene. Lê bêguman bê destêwerdana aliyên derve û hêzên cîhanî, tucarî rewş wiha lê nedihat. Aloziya Iraqê ji berberî û şerê Balkanê yê salên notî yên sedsala borî girantir nebû. Bi heman awayî, Beşar Esed ji Qedafî û Zeynulabidîn Bin Elî û Mubarek ne dîktatortir bû. Destêwerdana navneteweyî û herêmî li Iraq û Sûriyê rê li ber çareseriya pirsgirêkên wan girt. Helbet, tenê şêniyên navçeyê û van welatan baca vê rewşê didin! 

 

Niştecihên welatên Rojhilata Navîn, ji ber gelek kêşeyan dinalin, nemaze dubendî û nakokiyên olî, mezhebî û siyasî. Êdî ew wek milet nikarin li tiştekî hevbeş biramin. Miletên Rojhilata Navîn nikarin li ser asta welatên xwe jî, di siyasetê de bi rolekê rabin. Divê ew pêşî dubendiyên xwe yên navxweyî çare bikin. Dubendiyên van welatan, derfet peyda kir bo destêwerdana welatên derve li Rojhilata Navîn.

 

Bi kurtî, miletên Rojhilata Navîn nikarin hevgirtî bin. Çimkî tiştekî hevbeş nabînin ku wan bîne ba hev. Di heman demê de jî, tecrûbe ji me re dibêje ku destêwerdana derveyî tucarî ne li berjewendiya miletên vê navçeyê bû.

 

Wêneya Alan nikarîbû bihêle welatên Rojava û Ewropayê li çarekirina nexweşiya rasteqîn biramin. Êdî Lîbya, Yemen, Iraq û Sûriyê bi agirekî gurr re rûbirû ne. Dîsa ne ew bi xwe dikarin birînên xwe derman bikin û ne jî Rojava dikare alîkariya wan bike.

 

Êdî "Bihara Erebî" ku bi agirê laşê Bûezîzî dest pê kir, niha bûye zivistaneke sirrûseqem! Divê miletên vê navçeyê êdî bigihin wê baweriyê ku tenê ew dikarin nexweşiyên xwe derman bikin.