Cardin qanal Erbîl?
Bajar; ne tenê cih, war û star in; herweha bi kuçe û kolanên xwe, bi sûr, beden û goristanên xwe bîra mirovahiyê jî pêk tînin. Bajarek xweş û dîrokî, li kudera dinyayê dibe bila bibe, bala mirov dikşîne û mirov dixwaze, bi awayekî riya xwe bi wê derê bixe, xwe bigihîne wî bajarî, wek turîstan bi mêvanî be jî çend rojan liv ir derbas bike. Qet nebe ji bo çend rojan be jî, hewaya bajarekî kevin û dîrokî standin, di kuçe û kolanên wî bajarî re gerîn, mirov bi ser xwe ve tîne, bîhna mirov fireh dike. Li bajarekî kevin û qedîm, li ber siya darekî rûniştin, ji kaniyeke kevnar firrek av vexwerin, tena serê xwe geşî û xweşiyek e.
Em Kurd; keç û lawên Dîcle û Firatê ne. Dîcle û Firat jî, wek xwişk û birayek çêwî, wek du keziyên yareke bedew, bi berfa çiyayên me yên bilind xwedî dibin, ji pêsîrên çiyayên me dimijin û ji bo me, ava jiyanê pêk tînin. Şaristanî û bajarweriya me, diyariya Dicle û Firatê ye. Di reh û damarên weslên canê me de, ne tenê xwîna sor, herweha şaxên Dîcle û Firatê jî diherikin. Çawa ku Dîcle bê Firat nabe, Firat jî bê Dîcle naqedîne, em jî bêyî herduyan kêm in.
Dergûşa Bajarweriyê Dîcle û Firat
Hemû bajarên me yên dîrokî li rex û kenarên Dîcle û Firatê ava bûne. Çîroka me li ber Dîcle û Firatê dest pê kir. Îcar ev çîroka me, dîroka mirovahiyê û şaristaniyê bi xwe ye. Çimkî dîroka mirovatiyê ya hevpar li ber keviyên Dîcle û Firatê dest pê kir. Bajarên me yên herî xweş û qedîm, li ber perr û keviyên Dîcle û Firatê ava bûne. Ji bo me av; avahî, malavahî, jiyan, bajarwerî û şaristanî ye. Bajarên me Amed, Heskêf, Cizîra Botan, Paytexta Asûriyan Nînova, peytexta Kurdên Sasanî Medaîn, li rexên Dîcleya qedîm ava bûne. Em wek masiyên avî, şaristaniyeteke avî ne. Çi biçûk, çi mezin, çi kavilbûyî, çi jî ava û adan, her bajarê ku li herêma Mezopotamyayê ava bû, an li perrê van çeman hat danîn, an jî li ser şaxekî van çeman bûn. Ava jiyanê ya Dîcle û Firatê can dan mirov û bajaran. Gund, bajar, bajarvanî û bajarwerî (şaristanî) li kevî û perrên herdu çemên me yên cêwî geş bûn. Dîrok şahid e, her cih û warê ku dûrî ava jiyanê ya van herdû çeman û şaxên wan bûn, demekê bi şûn de kavil û wêran bûn, winda bûn û çûn.
Cihnişîna Hewlêrê û Kêmahiyek Bajêr
Bajarê Hewlêrê yê ku dîroka wê gellek kevin e û bi kêmanî ji B.Î (Berîya Îsa) 2300an dest pê dike, îro wek paytexta Kurdistana Başûr tê naskirin. Ev bajar, bi taybetî piştî 2003an, ango piştî ku desthilatiya wê ket destê xwediyên wê yên rastîn, her ku çû mezin bû û pêşve çû. Piştî papûrên (caddeyên) 60 metreyî, papûrên 120 metreyî wek bazin dor li Hewlêrê lefandin û niha bajar bi riyên xwe û trafîka xwe, ne kêmî bajarên Ewropayê ye. Kifş e ku desthilatiya Kurdistanê, ji bo bi pergal mezinbûna bajêr baş dixebite û ji niha ve Hewlêr bûye paytextek cîhanî û maye.
Gava ku em li cihnişîna (location, konum) bajêr dinêrin, em dibînin ku li ser deşetekê hatiye avakirin; belê kêmahiyek bajarê Hewlêrê heye. Çi heyf e ku Hewlêr wek Diyarbekir, wek Mûsûl û Bexdayê ne li ser Çemê Dîclê an jî şaxekî wê ye. Eger ji destpêkê ve bajar li ser Dîclê ava bûbûya, wê îro rewşa wê hê çêtir û cihêtir bûya. Helbet em nikarin Hewlêrê cardin li ser Dîcleyê ji nû ve ava bikin an hilgirin û bibin ber çem, belê em dikarin Dîcleyê, ya rast şaxê Dîcleyê yê herî mezin Zapê di nav Hewlêrê re derbas bikin.
Çemê Zapê yê ku ji Kurdistana Bakûr, ji navçeya Çalê (Çukurca) dikeve Kurdistana Başûr, bi dorê ji Dêrelok, Şeladiz, Barzan, Şanîdar, Daratû û Kelekê re derbas dibe, li rexê jêr, li biniya Mûsûlê, li Al Kuwayrê bi Dîclê re digihîje hev. Çem li hêla Kelekê, bi qasî 30 kîlometreyî nêzîkî Hewlêrê dibe û pişt re wek nîvxirxal an nîvbazinekî di ser bajêr re derbas dibe.
Nivîna Zapê Bi Ser Hewlêre ve Guhartin
Zap li seriya Hewlêre, ji biniya Kelekê ve diherike û ber bi deşta Hewlêrê dişêle û diçe. Niha pirseke ku bi salan e di hişê min de cih girtiye heye: Gelo desthilatiya Kurdistanê nikare nivîna Zapê bi ser bajêrê Hewlêre ve biguhêre û çem di nav bajêr de derbas bike? Eger desthilatiya Kurdistanê, bi Navê Qanal Erbîlê projeke weha çêke, hingê ewê qedera Erbîlê biguhere û Hewlêrek nipûnû ava bibe.
Gelo Çêkirina Qanal Erbîlê Mumkun e?
Helbet ez ne endezyar an avawer(mimar) im. Belê ji bo dîtin û pêşniyazkirina hin tiştan, carna ne ferz e ku mirov îlla di wî warî de pispor be. Ya min ji karekî pirêzêyî (pratik, pêkanînî) wê ve, piçek fikrî ye. Bi kurtî mesele ev e: Em dizanin ku di navbera Hewlêr û Çemê Zapê de, li dera herî nêzik, li hêla Kelekê kêm zêde 30 km mesafe heye. Belê çi heye ku Kelek, bi awayî bilindahî ji Hewlêrê nizimtir dimîne. Loma berê avê ne li Kelekê, belê 15-20 km li seriya kelekê dikare bi ser Deşta Hewlêrê ve bê şikandin. Helbet karek weha ne hêsan e û ji bo pêkanîna projeyeke bi vî cûreyî, li gel biryardariya siyasî, hêza aborî jî pêwist e. Belê bi ya min, ji bo projek weha jiyanî, ev herdu jî dikarin bên dîtin.
Li gel pirsa biryardariya sîyasî û aborî, ji bo Qanal Erbîlê, pirseke girîng ya huqûqî tune. Çimkî li gor huqûqa navdewletî, guhartina nivîna çemekî ku navnetewî tê hesibandin, bi rizaya dewletên hemrex (riparian-kiyidaş) dikare pêk were . Ji ber ku Zap, çemekî navsînorî yê Kurdan e, guhartina nivîna wê, ewê bi nebaşî bandor li ser dewletên hemrex ên jêrîn û jorîn nîşan nede. Gava ku guhartina nivîna Zapê, tu xesarekê nede cîrênê jor (Tirkiye) û jêr (Iraqê), hingê ev yek berpirsiyariyeke huqûqî dernaxe pêş desthilatiya Kurdistana Başûr. Îcar em ji agahiyên dîrokî jî dizanin ku nivînên çemê Dîcle û Firatê, ji ber xwe jî çend caran guharî ne.
Qanal Erbîl Dikare Bajêr Bike Paytexteke Cîhanî
Gava Çemê Dîcle, Şaxê wê yê Zapê di nav Hewlêre re derbas bû, hingê ewê rû rûçikê bajêr, dîtina bajêr, bergeha bajêr biguhure û Hewlêr jî wek Parîsê, wek Londrayê, wek Helsînkî, wek Roma, wek Berlîn, wek Washîngton û wek Moskovayê, yek ji wan paytextan be ku li ser çem hatiye avakirin. Em dizanin ku Hewlêr havînan gellek germ e. Gava ku bi Qanal Erbîl, di nav bajêr re derbas bû, ewê germahiya bajêr jî bişkêne û hênik bike. Pîştî ku Zap ji bajêr hat derxistin, li jêrê, li biniya bajêr golên avê dikarin bên çêkirin û li keviyên çem, cihên ku mirov dikare lê soveberiyê (avjeniyê) bike bên avakirin. Li binya bajêr, heta ku çem cardin gihîşt Dîclê, li keviyên avê cih û otêlên tûrîstîk ên ku mirov dikare lê bimîne û tatîla xwe lê derbas bike, bi rihetî dikare bên çêkirin.
Potansiyela avê ya Çemê Dîcleyê salê di dora 53 milyar metre kûpî de ye; belê ava çemên Zapa Mezin û Biçûk, kêm zêde nîvê ava Çemê Dîcleyê pêk tînin. Çaxê Zap hat Hewlêrê, ewê îmkana bi keştiyên (gemî) gihîştina Xelîca Faris jî çêbibe. Bi vî awayî, bi keştiya ku ji Hewlêrê rabû, rêwî dikarin li ser çem xwe bigihînin Bexdayê û ji wir jî dakevin Xelîca Faris. Di reşeke weha de, karê hilgirmendi jî (transportation) jî dikare bi riya Qanal Erbîlê çêbe.
Dewleta Brîtanyayê, hê di sala 1836an de, bi du keştiyên ku navê wan Dîcle û Firat bûn xwestibû ku ji bajarê Rihayê bigihîje Xelîca Faris û li ser hedu çeman xebatên girîng kiribû. Bi vê projeye, armanc ew bû Îskenderûnê bi riya trenê, bi Bîrecika Rihayê ve girêde, ji wir li ser Çemê Firatê bi keştiyan derkeve Xelîca Faris. Hingê riya Îngiliztanê ya gihîştina Hîndistanê gellek kurt dibû. Îro Tirkiye jî dixwaze bi Kanal Stanbolê, cardin Derya Reş bi Derya Marmarayê ve girêde. Nexwe çima emê nikaribin, bi Kanal Hewlêrê, Dîclê di nav bajêr re derbas bikin?
Hê 100-150 Sal Kanalên Mezin Hatin Çêkirin
Kanala Suveyşê ya ku di sala 1869an de çêkirina wê tamam bû, Derya Spî bi welatên Asyayê ve girêda û riya çûna keştiyan (gemiyan) bi qasî 4300 kmyî kurttir kir. Dirêjahiya Qanalê bi qasî 164 kmyî ye û di navbera salan de, qanal çend caran hatiye kurkirin û firehkirin. Salê bi qasî 18-19 hezar gemî di Suveyşê re derbas dibin û Misir, ji vî karê ha di navbera-6-8 mîlyar dolarî de pere qezenc dike. Kanal Panama ya ku Okyanûsa Atlasê bi Okyanûsa Mezin ve gire dide, di sala 1881an de dest bi çêikirina wê hat kirin û di sala 1914an de temam bû. Dirêjahiya Panamayê 77 km ye. Kanala Panamayê riya gemiyan bi qasî 12 hezar kmyî kurt dike û salê di dora 2.5-3 mîlyar dolarî de pere ji dewleta Panama re dihêle. Kanala Korîntê ya ku li Yunanîstanê, Xelîca Korînê bi Xelîca Saronîkê ve gire dide, bi qasî 6.4 kmyî dirêj e û di sala 1893an de tamam bûye. Qanala Korîntê riya keştiyan bi qasî 700 kmyî kurt dike. Împaratoriya Romayê, di dema Padîşah Neron de, ji bo çêkirina vê qanalê 6000 kole terxan kiribû, belê piştî mirina Neron (PÎ, 68), karê çêkirina qanalê nîvcû maye. Eger Tirkiye Kanal Stenbolê ava bike, ewê dirêjahiya wê jî bi qasî 40-45 kmyî be û dibe ku Tirkiya berê hin keştiyên ku di Tengava Stenbolê re derbas dibin bide Qanal Stebolê. Herwekî tê zanîn, salê di dora 50 hezarî de keştî di Tengava Stenbolê re derbas dibin û li gor Peymana Monroyê tu xercî nadin.
Çawa ku me li jorê jî diyar kir, ji bo avakirian Qanal Erbelê viyanek(îrade) siyasî û herweha butçeyeke aborî pêwist e. Belê gava ku bi awayê siyasî û endezyarî biryar ji bo vê projeye hat standin, ez bawer im mesela aborî bi hêsanî dikare bê çareserkirin. Çimkî ev proje, wê nîrxê milkên Kurdistanê gellek buha bike û dera ku tê re derbas bû, bike zêrt û bihêle. Hingê axa ku li herdû keviyên avê dimîne, bi buhayên gellek giran, dikare ji alî sermiyandarên welat û biyanî ve bê kirin û tenê bi vî awayî butçeya proje derkeve. Bihesibînin, li ber rexên Qanal Erbîlê, tax û bajarên nû dikarin bên avakirin û ev yek bi hêsanî potansiyela turîzma Kurdistanê dertîne radeya firrînê.
Hêvîdar im ku ewê şarederiya Hewlêrê, Wezareta Avakirinî û desthilatdarên Kurd li ser vê pêşniyaza min cardin bifikirin. Ji ber ku xeyalê her Kurdî welatekî ava, adan, xweş, geş û azad e.
[1] Ji bo pirsên huqûqî yên li ser çemên navnetewî, ji kerema xwe li vê kitêba min binêrin: Abdullah KIRAN, Ortadoğu’da Su, kitapyayinevi, Istanbul, 2005