Parvekirina derfetên pêşveçûnê û pêşwazîkirina Remezana pîroz

Duh li 06:30
Nîşan Çîn Remezan Pêşveçûn Derfet
A+ A-

Liu Jun*

Di vê dema Remezana pîroz û bimbarek de, ez li ser navê Konsulxaneya Giştî ya Komara Gelê Çînê ya Hewlêrê, silavên herî germ û bimbarek ji dostên me yên Misilman ên li Herêma Kurdistana Îraqê re pêşkêş dikim. Bila ev meha xweparêzî û dilovaniyê ji we re aştî, şadî û bereketa bîne û bila Xweda hemû kesên ku ji bo aştî û pêşveçûnê li ser vê axê dixebitin, bimbarek bike.

Di navbera bereketên vê dema pîroz de, destûrê bidin ez nûçeyên biharê yên bipêşveçûna Çînê bi we re parve bikim. "Du Civînên" ku demekê berê li Pekînê bi dawî bûn -civîna sêyem a Kongreya Gelê Neteweyî ya 14emîn û civîna sêyem a Komîteya Neteweyî ya 14emîn a Konferansa Şêwirmendiya Siyasî ya Gelê Çînê- ji cîhanê re çalakiya vî welatê kevnar ê Rojhilaî nîşan da.

Di sala borî de keştiya aborî ya Çînê di nav zehmetiyan de bi aramî meşiyaye, ku GDPya wê ji 18,74 trilyon dolaran derbas bûye, bi rêjeya ji sedî 5 mezin bûye û pêşengiya aboriyên mezin ên cîhanê didomîne. Çîn nêzîkî sêyeka mezinbûna aboriya cîhanê pêşkêş kiriye, bi pêşveçûna kalîteyê ya domdar, hêzên hilberîner ên nû şikil digirin û modernîzekirina Çînê gavên qewîn dimeşîne.

Pêşveçûna Çînê tim tevî cîhanê guncav bûye. Em pêbendiya pêşveçûna aştiyane û parvekirina derfetan û pêşveçûna hevpar bi hemû welatan re didomînin. Çîn amade ye ku bi hemû welatan re, di nav de Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê, ji bo parastina cîhaneke pirpolîtîk a wekhev û rêkûpêk û globalîzekirina aborî ya ku ji hemûyan re mifayî û berfireh be, kar bike û Nîşana Pêşveçûna Cîhanî, Nîşana Ewlehiya Cîhanî û Nîşana Şaristaniya Cîhanî pêk bîne, beşdarî çaksazî û baştirkirina sîstema rêveberiya cîhanî bibe û civateke ku paşeroja hevbeş ji mirovahiyê re ava bike.

Ev armanc bi ruhê yekîtî û alîkariya hevdû ya ku di Remezanê de tê piştgirîkirin, bi tevahî re diguncin. Di sala nû de, dîplomasiya Çînî dê berdewam bike ku bibe lenger ji bo aştiya cîhanê, di rêveberiya cîhanî de bi zanebûna Rojhilatî diyariyê bixe nav.

Di vê dema bi bext de, ez dixwazim bi we re rewşa Remezanê ya civaka Misilman a Çînê parve bikim. Li Xinjiangê, yek ji herêmên sereke yên ku Misilmanên Çînî lê dijîn, zêdetirî 25 milyon mirov ji komeleyên etnîkî yên cuda di ahengê de dijîn ku Misilman zêdetirî nîvê nifûsê ne. Di Remezanê de, dema berbangê bêhna nanê nûpatî ji kolanan difûre û welatiyên Misilman bi aştî erkên xwe yên olî bi cih tînin. Hikûmeta herêmê Cejna Remezanê wekî betlaneya gelemperî diyar kiriye û ji bo cejnê xizmetên tevahî pêşkêş dike  -ji rêvebirina trafîkê li dora mizgeftan heta dabînkirina pêdiviyên bazara betlaneyan, ji beşdariya rayedaran di xwarinên îftarê de tevî civakan heta çalakiyên çandî yên taybet- hemû felsefeya birêvebiriya "pîrozkirina pirrengiyê di ahengê de" nîşan didin.

Vê nêzîkbûna bipêşveçûna berfireh rê daye ku Xinjiang bi awayekî zelal bibiriqe. Sala 2024an GDPya vê cewahîra Rêya Hevrîşim ji 285,7 milyar dolarî zêdetir bû, bi rêjeya ji sedî 6,1 sedî mezin bû ku ev şahidiya tevlihevbûna bêkêmasî ya kevneşopî û modernîteyê ye. Li Navenda Pêşveçûna Aborî ya Kashgarê, hevrîşima Aideles li gel milên robotîk dileyîze, di demekê de ku cîhazên fotovoltaîk û zeviyên bi avdana dilopî li ser kêlekên Çola Taklimakan belav dibin.

Wekî ku Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê yê Karên Pir-alî û Hiqûqî Cenabê Soriş Seîd û Balyozê berê yê Çînê, di serdana xwe ya Xinjiang de got: "Çareseriya dîrokî ya xizaniya mutleq, bingeha jêrxaneya xurt û asta bilind a pêşveçûnê di aborî, civakî û çandê de mînaka soza Partiya Komunîst a Çînê ya ji bo pêşxistina gel di cihê yekem de nîşan dide."

Remezana demeke pîroz e ji bo Misilmanan ku dilên xwe pak bikin û qenciyê bikin, her wiha derfetkeke ji bo şaristaniyan ku ji hev fêr bibin û têgihiştinê kûrtir bikin. Dostaniya di navbera Çîn û cîhana Îslamê de bi hezaran salan vedigere, bi porselen, çay, biharat û metnên kevnar ên Rojhilata Navîn şahidiya dan û standinên Rojhilat-Rojava li ser Rêya Hevrîşim a kevnare dike. Îro, wekî hevparên xwezayî di hevkariya Rêya Kemer û Rê ya bi kalîte de, Çîn û Herêma Kurdistana Îraqê têkiliyên xwe yên xurttir ava dikin.

Di salên dawî de, bazirganiya dualî ya Çîn-Îraqê bi awayekî berdewam mezin bûye, gihiştiye rekoreke 54,2 milyar dolarî di 2024an de ku zêdebûna salane ji sedî 9 e ku Herêma Kurdistanê bi awayekî girîng beşdar bûye. Xurtiyên şirketên Çînî bi stratejiyên pêşveçûna Herêma Kurdistanê re nêzîk in, bi hevkariya xurt di enerjiya kevneşopî û bingeha avahiyan de û potansiyeleke berfireh di aboriya dîjîtal û hilberîna pêşketî de.

Em bawer dikin ku şirket, berhem û veberhênanên Çînî yên zêdetir dê bikevin herêmê, pêşveçûna sosyo-ekonomîk a cihî bihêztir bikin. Em bawer dikin ku hevkariya “bi ser bikeve-bi ser bikeve” herêm û çandan bi hev ve girê dide û ruhê yekîtî û pêbendiyê ku di Remezanê de tê teqezkirin, kevirê bingehîn ê kûrkirina hevbeşiyan e.

Di rûbirûbûna zehmetiyên global de -ji guherîna avhewayê û mezinbûna aborî ya sist heta zêdebûna parastina bazirganiyê- em di ruhê Remezanê de hêzê bigirin da ku dostaniyê xurttir bikin, hevkariyê kûrtir bikin, qenciyê bikin, zehmetiyan derbas bikin û bi hev re civatekê ava bikin ku bibe paşerojeke hevpar ji mirovahiyê re.

*Liu Jun, Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst