Ev demek e ku dîsa çîroka derxistina Amerîkayê ya ji Îraqê vegeriyaye ser sehneyan û ji Washingtonê heta digihe Parîsê, ji Beyrûtê heta digihe Bexdayê, çi li pişt perdeyên dîplomatîk û çi jî li ber kanalên medyayê dibe cihê nîqaş û gengeşeyan.
Tiştê ku ji her demê bêtir girîngî daye vê çîrokê, hebûna serokwezîrê Îraqê bi xwe ye ku di çend derketinan de bi awayekî eşkere qala derxistina Amerîkayê ya ji Îraqê kir.
Lê bila em bi awayekî objektîv û dûrî hest û dilîniyan ji xwe bipirsin: Gelo bi rastî Îraq wekî dewlet di rewşeke objektîv a wer de ye ku tiliya xwe bihejîne, gefan bixwe û bikare ji hêza herî mezin acîhanê re bibêje biqeşte derve?
Rewşa dewleteke lerzok a piştî şer
Di sosyolojiya zanistên siyasî de, dewleta lerzok (Fragile state) dewletek e ku şiyaneke wê ya tam lawaz di birêvebirineke tendurist a welatiyan li ser asta kolektîv heye, heta radeya ku bêbaweriya di navbera welatiyan û saziyên dewletê de ji rewşeke veguhêz dibe rewşeke objektîv û mayînde.
Di rûbereke wiha de, bêbawerî dibe xwedî rehendeke duserî: Ne welatî ji dewletê bawer dikin û ne jî dewlet ji hemwelatiyan bawer dike. Ango heke wekî dijminan jî li hev mêze nekin, qet nebe dê mîna du hevrikan li hev binêrin.
Jixwe ev yek wer dike ku li şûna çareserkirina nakokî û hevrikiyan bi peymanên di navbera komên civakî û siyasî de, bi armanca peymaneke civakî û siyasî; dewlet û saziyên xwe tên û wan ji bo birêvebirina têkiliyên hêzê bi kar tînin!
Ev lap ew çarçove ye ku ne tenê hikûmeta Îtarê, li dewsê tevahiya dewleta Îraqê tê de ye, ji ber ku ji bingeh û çavkaniyê ve, bi taybetî piştî dagîrkirina Îraqê ya sala 2003yan, dewlet ne tenê monopola birêveberiya cemawerî ye lê neçar e ku monopola xwe bi çend komên milîs, eşîrî, siyasî û olî re parve bike û pişka ku dibe para wê jî pir bi qelsî bi cih dike.
Ev yek ji sedemên herî mezin e ku li gor lêkolîneke Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Îraqê, wer dike ku nêzî ji sedî 89ê welatiyan baweriya xwe bi dewlet û saziyên wê ji dest bidin û ger derfetek ji bo tevlîbûna bizava nerazîbûnan peyda bibe jî bi lez tevlî bibin.
Li hêla din jî ji sala 2003yan û vir ve hertim dewlet, sazî û elîtên wê ne tenê pirsgirêkên kategoriyên civakî û siyasî çareser nekirin, li şûnê kûrtir jî kirin.
Mînaka herî baş jî madeya 140ê ya destûra Iraqê ye li ser navçeyên cihê nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de yan jî yasaya jinavbirina tevahî ya Beisiyan e ku piştre ji aliyê çend akterên desthilatê ve wekî yasaya jinavbirina tevahî ya Suniyan hat bikaranîn.
Nîşanên Îraqê wekî dewleteke lerzok
Di rewşeke wiha de ye ku dewleta Îraqê li ser asta objektîv a şilfîtazî nikare xwe li hemberî ti şokeke navxweyî yan derveyî bigire û bi lez nola qesra kartonan hildiweşe. Wekî mînak, piştî hilbijartinên sala 2021ê û serkeftina Muqteda Sedr û daxwaza wî ya avakirina hikûmeta piraniya niştimanî, ev şoka navxweyî bû sedem ku li Navçeya Kesk ku qaşo devera herî ama a Îraqê ye, şer di navbera birayan de biqewime û çend kes bên kuştin û birîndarkirin û ger Muqteda venekişiya, Îraq dê bibûya gola xwînê.
Herwisa, dema ku di sala 2014an de bi sedan cîhadîstên DAIŞê êrişî Mûsilê kir, tevahiya dewleta Îraqê li hemberî vê şoka derveyî hilweşiya, artêşa ku bi dehan milyar dolaran lê hatibûn xerckirin reviya û hemû çekên xwe yên herî pêşketî ji cîhadiyan re hiştin û li dawiyê jî bêgav ma ji Amerîkayê bixwaze ku vegere Îraqê û Bexdayê ji ketineke kambax rizgar bike.
Li derveyî şokên siyasî û leşkerî jî ev dewleta lerzok a Îraqê bê ti binesaziyeke xurt, çalak û dîrokî ye jî ku bikaribe bi şokên din re, wekî guherîna avûhewayê yan demografiyê, rûbirû bibe. Tiştê ku heye bi tenê gotareke bê naverok û bê bernameyeke stratejîk e.
Pispor hemfikir in ku ger Îraq alîkariya xwe neke, dê di 20 salên bê de bi bêtarên mezin re rû bi rû bimîne. Tewra pisporekî Fransî ku li ser guherînên seqa û demografiya Îraqê kar dike ji min re got, ger Îraq wiha berdewam bike, bêguman di paşerojê de tiştekî bi navê Îraqê namîne!
Yek ji xalên ku Îraq her tim şanaziyê pê dike, hêla aborî ye. Îraq di wê baweriyê de ye ku cîhan neçar e pê re tevbigere, ji ber ku Îraq xwediya çavkaniyên xwezayî yên mezin e û welatekî zengîn e lê di rastiyê de ev bi tenê sawêra elîteke neberpirsiyar a vî welatî ye.
Çavkaniya tikîtenê ya dahata Îraqê petrol e û nirxê petrolê jî bi ti awayî ne di destê Îraqê de ye. Dema ku nirx di asteke bilind de be, dewlet pereyan distîne, parve dike û aştiya civakî dikire. Berevajî vê yekê, dema ku biha dadikeve her tişt radiweste, efsane kuta dibe û krîz diteqin. Dewleteke lerzok fena Îraqê dikare di rewşeke taybet de bibe xwedî pere lê qet nikare bibe xwedî pergaleke aborî ya sazûmankirî.
Li şûna gotara derxistina Amerîkayê ji Îraqê!
Ev ew çarçoveya giştî ye ku Iraq hem wekî dewlet hem jî wekî hikûmet tê de ye. Di rewşeke wiha de, gelo bi rastî gotara qewitandina Amerîka ji Iraqê dikare bibe armanceke saxlem û stratejîk? Ma bi rastî dikare bibe gotareke berpirsiyar? Bêguman na.
Tiştên ku niha û li vir pêwîstiya Îraqê bi wan heye vegera rewatiyê li saziyên wê yên dewletê ye, bidestveanîna baweriya welatiyan e ku nemaye, dabînkirina sîstemeke xizmetguzariyê li seranserê Îraqê ye, vegerandina rûmeta Îraqîbûnê ye, vegerandina mafên mirovan, vegerandina serweriya yasayê, rizgarkirina dewletê ji serdestiya milîsên ku dewlet bi xwe rehîne girtine û çêkirina pirên têkiliyê li navbera Sunî, Kurd û Şîeyan e.
Tiştên ku niha û li vir pêwîstiya Îraqê bi wan heye sînordarkirina gendeliya berbelav e, kêmkirina neheqiya civakî ye ku çîna navîn ji holê rakiriye û geşbûna aborî ye ku vêga tenê bûye axaftina li ber kamerayan û di konferansan de.
Tiştên ku niha û li vir pêwîstiya Îraqê bi wan heye projeyeke stratejîk a berfireh e ji bo çareserkirina karesata demografîk, pêşîgirtina li derbasbûna ji civakê bo eşîrê ye û dîtina çareyan ji bo bi hezaran Îraqiyên li welatê xwe mişextebûyî ye.
Tiştên ku niha û li vir pêwîstiya Îraqê bi wan heye pêşîgirtina li vegera terora DAIŞê ye ku hemû cîhan dibêje yek ji metirsiyên herî mezin e, pêşîgirtina li wê yekê ye ku Îraq bibe welatê mafyayên cîhanî yên madeyên hişbir ku mixabin niha Îraqê deriyên xwe li ber wan vekiriye û çareserkirina kêşeyên sînorî yên bi Kuweyt, Îran, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê re ye ku bûne çavkaniya gelek qeyranan ji bo tevahiya Îraqê.
Niha û li vir, pêwîstiya Îraqê bi çîroka derxistina Amerîkayê ya ji Îraqê nîne. Bê şik, dibe ku derketina Amerîkayê bibe sedema têkçûna tevahî ya Îraqê lê halê hazir û ji bo van hemû mijaran pêwîstiya Îraqê bi projeyeke stratejîk heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse