PDK bo 18ê mehê amade ye, gelo YNK jî amade ye?

Roja 02-10-2014 dema gurrbûna şerê DAIŞê bû, ez vê rojê li ser gemiya Bush bûm  li Kendavê. Balafirên Amerîkayê bo lêdana DAIŞê ji ser wê gemiyê ve difirrîn. Heta ku gihîştim ser gemiyê, Admîral Adam Miller, Fermandarê Navgîna Pêncem a Deryavaniya Amerîkayê ku li ser gemiyê bû, ji min re got; berî ku em biryar bidin beşdarî di lêdana DAIŞê de bikin, raportek ji aliyê hikûmeta Amerîka ve ji me re hat, têde behsa wê hatibû kirin ku li Herêma Kurdistanê demokrasî heye û her çar salan carekê hilbijartin tê kirin û pevguhertina desthilatê heye û …, Admîral Adam ji min re got: Em li ser vê bingehê hatin û me berevanî li Kurdistanê kir.

 

Giringiya Parlamentoya Kurdistanê

 

Hemû rêyên demokrasiyê di parlamentoyê re derbas dibin, rewatîdan bi desthilatê, guherîna yasayan, wergirtina biryarên niştimanî û hemû mijarên wisa dive mohra parlamentoyê li ser be.Pêwîst e hemû partiyên Kurdistanê rola parlamentoyê aktîv bikin û hevpeyman jî bi rêya demokrasiyê û herwiha ji ber petrol û jeopolîtîkê temaşeyê Kurdistanê dikin, lewma hikûmeta Amerîkayê serbazên xwe razî kir, ku pişta Kurd bigirin, çimku li Herêma Kurdistanê demokrasî heye.

 

Roja 05-02-2019 PDK û YNK civiyan û biryar dan ku piştî derbasbûna 3 mehan di ser sondxwarina yasayî ya parlamenterên gera pêncem re, parlamentoya Kurdistanê roja 18ê vê mehê bicive. Xelkê vê care bi hêviyeke mezin deng dane parlamentoya nû, lê belê nêzîk e ku bêhêvîtiyek çê dibe. Niha niyetên baş peyda bûne û biryar e roja 18-02-2019 parlamentoya Kurdistanê bicive, vê carê civîn ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê ye. Berî civîna 5ê mehê PDK û YNKê, PDK û Tevgera Goranê jî dûr ji çavê medyayan li ser heman mijarê civiyabûn.

 

Rikeberiya herdu baskên YNKê

 

Berbijêrê YNKê bo posta serokê parlamentoya Kurdistanê, hêj di navbera birêzan Bêgerd Talebanî û û Rêwas Fayiq de, ku herdu endamên serkirdatiya vê partiyê ne û endamên xûlên berê û niha yên parlamentoyê ne, yekalî nebûye. Herdu kes û herdu baskên YNKê ku piştevaniya wan dikin, bi tundî ji bo wergirtina posta yekem a parlamentoyê bo çar salên din, rikeberiyê li gel hev dikin, lê belê posta Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê %100 ji bo birêz Qubad Talebanî yekalî bûye, tevî ku hêj jî baskê din ê YNKê yê li hember mala Talebanî qebûl nekiriye.

 

Geek giring e ku YNK li ser kandîdê serokê parlamentoyê, bi xw û PDKê şermezar neke û bi berbijêrekê bikeve civîna parlamentoyê. PDK jî serederiyê li gel wî navî dike ku polîtboru û serkirdatiya YNKê weke berbijêrê xwe bo posta serokê parlamentoyê pêşkêş dike.

 

Gelo pêş 18-02-2019 posta serokê parlamentoyê di nava YNKê de tê yekalîkirin?! Gumanek heye ku ew rikeberiya han berdewam be û bibe egera paşxistina civîna parlamentoyê, lê belê min gumanek wisa nîne ku YNK civîna parlamentoyê paş bixe, çimku wan li gel PDKê bi hev re ew biryar dane û her bi xwe jî berpirsatiy her core biryareke berovajiyê vê biryarê hildigre.

 

PDK û Goran; Çar sal

 

PDK her zû li gel Tevgera Goranê gihîşte rêkevtinê. PDK li gel serkirdatiya Goranê li ser pêkve karkirina bo dema çar salan, ku di berjewendiya Kurdistanê de be û li dijî YNKê nebe, li hev kiriye. Lê belê ya rast, PDK û Goran û hemû xelkê Kurdistanê zêdetirî 3 mehan e ku li benda YNKê ne daku biryara xwe bide.

 

Roja 07-02-2019 Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, birêz Kosret Resûl Elî dûr ji çavê medyayan li gel birêz Serok Barzanî civiya, û li gor hevalên YNKyî, civîneke serkevtî bûye.

 

Roja 18ê Sibata 2019an ji bilî hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê, li bajarê Hewlêrê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî tê lidarxistin, armanca sereke ji vê civînê ev e ku daxwaz ji Bexdayê bê kirin ku Kerkûk ji bajarekî serbazî ve bo bajareke xwedî desthilateke sivîl bê guhertin, her weke ku Berdevkê YNKê jî di konferansa xwe ya rojnamevanî ya herî dawî de got.

 

Hewldanên bo çareseriya rewşa Kerkûkê li Bexdayê

 

YNK salek û çar mehan piştî bûyerên 16ê Cotmehê hewl da ku bi tenê li gel Bexdayê û bêyî PDKê dosyeya Kerkûkê li gel Bexdayê yekalî bike, lê belê nekarî. Bexda jî vê dosyeyê bêtir li gel PDKê çareser dike. Dosyeya Kerkûkê beşeke sereke bû di mijarên serdaan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê de. Ew kesê ku bi wê yekê tê naskirin ku hertim hişkegirêyan vedike. Nêçîrvan Barzanî di roja 07-02-2019 de li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya û ji sîmaya civînê û di axavtinên piştî civînê de jî ji me re eşkere bû, ku ber bi çareseriyê ve diçin.

 

Biryar e piştî civîna yekem a li Hewlêrê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li Pirdê yan jî bajarokekî din ê ser bi Kerkûkê ve bicive û Tirkmen û Ereb jî têde beşdar bibin. PDK rijd e li ser vê yekê ku posta parêzgar pişka Kurd e û naxwaze li ser vê postê li gel YNKê kêşeyan derxe, lê belê divê YNK jî wê yekê fêm bike ku divê kesekî bo wê postê diyar bike ku PDK li ser razî be.

 

Wergirtina posta parêzgar û Wezîrê Dadê li Bexdayê, xwestekên sereke yên YNKê bo beşdarbûna di civîna roja 18ê vê mehê ya parlamentoya Kurdistanê ne, lewma YNK dixwaze pêş vê demê PDKê razî bike ku herdu postan bide wan. Ew yek jî dê hevên û bingeha wê rêkevtina siyasî be ku YNK dixwaze bo çar salên din ên desthilatdariyê li gel PDKê îmze bike.

 

Barzanî biryar dide

 

YNK daxwaza şeş wezareta di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike, Tevgera Goranê daxwaza 4 wezaretan dike, eger li gor daxwazên YNK û Goranê be, ew herdu partî ji PDKê bêtir post digihe wan. YNK xwediyê 21 kursiyan e li parlamentoya Kurdistanê, Tevgera Goranê jî 12 kursî hene, lê belê PDK bi tenê xwediyê 45 kursiyan e. Wate hejmara kursiyên YNK û Goranê bi hev re, bi qasî 12 kursiyan ji yên PDKê kêmtir e. Eger bi cografiya be jî, her weke ku YNK bi xwe dibêje, tiştekî ne lojîkî ye ku pişka rêveberiya YNKê ji herdu parêzgehên Hewlêr û Duhokê zêdetir be.

 

Tişta ku zelal û eşkere ye, ev e ku heyama 27 salan PDKê qet di ti hikûmetê de daxwaz ji ti partiyekê nekiriye ku ji pişka xwe postekê bide PDKê û hertim partiyên din in, bi taybetî YNK li Hewlêr û Bexdayê ji bilî mafê xwe daxwaza postan ji PDKê dikin. PDK hertim camêr bûye post bexşî ne, ne ji bo ku bêjin PDK dibexşe, belku ji bo seqamgîriya rewşa siyasî, civakî û aboriya Kurdistanê bûye. Her çi qas ku vê carê li ser asta alîgiran, nerazîbûnek heye ku nabe serkirdatiya PDKê ji pişka xwe postan bide aliyên din, bi taybet jî YNKê, lê belê gotina dawî li ser dabeşkirina postan li cem cenabê serok Barzanî ye.

 

Çimku eger bi demokrasiyê be, weke wî efserê ku li ser gemiya Bush piştgiriya Kurdistanê kir, PDK û hevpeymanên wê dikarin bêyî YNKê hikûmet û parlamentoyê pêk bînin, lê belê hikûmetek bêyî YNKê asan nîne, heta ti kes li vê herêmê nikare bêhna xwe jî vede. Ev wêne li ser YNKê (baş nîne û gelek jî xirab e), lê belê pêwîst e hevalên YNKê hest bi wê yekê bikin ku PDK bêyî YNKê hikûmetê pêk nahîne, êdî baş nîne ku ew jî bi demê re bilîzin.

 

Ez dê weêneyekê nav parlamentoyê nîşanî we birêzan bidim. Weke fraksyonan, em bi berdewamî li gel hev dicivin, behsa pêkanîna hikûmetê dikin û em venaşêrin ku em ji paşketina pêkanîna hikûmetê dilgiran in. Bêguman ev yek li cem hevalên YNKê, Goran û partiyên din jî heye, em hemû kok in li ser wê yekê ku xûla çarem a parlamentoya Kurdistanê bi ti şêweyekê dubare nekin. Kêşe çend jî mezin bin, em di nava parlamentoyê de wan biçûk bikin.