Gelo yekîtiya neteweyî mimkin e?

17-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Hîwa Hacî

Em dikarin li ser du astan berê xwe bidin yekîtiya neteweyî ya kurdî. Asta yekem, yekîtiya neteweyî ye di navbera kesên ku xwe wek kurd dibînin li welatên ku Kurdistan perçe kirine.

Mebesta min ji vê yekîtiyê, cûrek ji hest û têgihiştina wekhev e di navbera kurdan de bi heman nasname û heman berjewendî û heman metirsiyan. Ev yekîtiya mirovên sade ye. Ev cûrê yekîtiyê, nexasim di sedsala bîstan de, bi awayekî ji awayan hertim di nav kurdan de hebû.

Asta duyem a yekîtiya neteweyî ya kurdî, yekîtiya partiyên siyasî yên sereke ye ku li her çar perçên Kurdistanê serkirdatiya tevgera nasyonalîzma kurdî dikin. Di vê astê de, yekîtiya neteweyî ya gelê kurd, ne tenê di navbera hêzên siyasî yên parçên cuda yên Kurdistanê de, lê di navbera hêzên siyasî yên eynî parçeyî de jî, berdewam di kirîzê de bû.

Dîroka pêncî salên borî ya tevgera kurdayetiyê şahidê çend “şerê birakujiyê” ye di navbera hêzên sereke yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, carekê di nav xwe de û çend caran jî di navbera hêzên siyasî yên Rojhilat û Bakur ligel hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê.

Bi vî rengî, em berdewam di navbera hewldana nêzîkbûna ji yekîtiya neteweyî û dubare veqetîn û dûrketina ji wê yekîtiyê de bûn. Gel li ser asta asayî, hest bi yekîtiyê kiriye. Lê li ser asta pêwendî û gotara siyasî ya hêzên siyasî, parçebûn û tew şerên bixwîn jî di navbera wan de qewimiye.

Piştî nîvçe ketina rêjîma Beşar Esed li Sûriyê û destpêka proseya çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê û êrişa DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê, careke din mijara yekîtiya neteweyî ya hêzên siyasî yên kurdî bi tîn û germiyeke mezin derket holê. Tew par hazirî hat kirin bo lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî li Hewlêrê, bi hêviya komkirina hêzên kurdî û pêrewkirina gotareke siyasî ya hevbeş li hember welatên ku Kurdistan parçe kirine.

Di tevahiya van şert û mercên nû de, metirsiya ketina Kobanî û Hewlêrê di havîna 2014 de bûn du sembolên yekîtiya neteweyî ya hêzên siyasî yên kurd. Di rewşa Kobanî de, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi roleke giring rabûn di bidestxistina piştevaniya dîplomatîk û leşkerî bo rizgarkirina Kobanî û tew hinartina hêzeke pêşmergeyên piştevaniyê ya biçûk jî bi riya Tirkiyê. Di rewşa Hewlêrê de jî, beşdariya çekdarî ya PKK û hêzên Rojhilatê Kurdistanê di parastina paytexta Herêma Kurdistanê de eşkere ye.

Lê tevî hevçeperiya ku di navbera hêzên siyasî de heye, çavkaniyên nakokî û dijraberiyê jî pir in. Li Herêma Kurdistanê, şerê sar di navbera PDK û YNKê de germtir bûye. Cudahî di têgihîştina PDK, PKK û PYDê de heye li ser şêweya îdarekirina wan kantonên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, nakokî di navbera hêzên siyasî de pir in. Gelo em dikarin di rewşeke wisa de, li yekîtiya neteweyî ya kurdî li ser asta hêzên siyasî yên her çar aliyên Kurdistanê bifkirin?

Bi baweriya min, bersiva vê pirsê girêdayî meseleyeke din e, ew jî ew e ka gelo em çi yekîtiyê dixwazin? Ta çi radeyekê em dixwazin bibin yek? Dibe ku wateyeke yekbûnê di vê qonaxê de tenê ew be ku em astengiyan ji hevdu re peyda nekin. Kurdên aliyên din ên Kurdistanê kêşe û arîşeyan ji kurdên Başûrê Kurdistanê re çênekin û kurdên Başûrê Kurdistanê jî kêşeyan ji kurdên aliyên din re çênekin. Ango her yek li mala xwe û kes destê xwe nexe karûbarê yê din. 

Hemû alî dikarin li ser vê yekîtiyê yekdeng bin. Li hêleke din jî, dikare yekîtiyek hebe bi wateya hebûna hêzeke leşkerî ya hevbeş û pêwendiyên dîplomatîk ên hevbeş. Dijminê her aliyekî dijminê hemû aliyan be û li ku pêwist bû hemû alî bi hev re şer bikin û li ku jî hat xwestin bi hev re aştiyê bikin. Ev jî rengekî yekîtiyê ye. Di navbera van herdu cemserên yekîtiya neteweyî de, çend rê û radeyên yekîtiya neteweyî dikarin hebin.

Pir zehmet e ji bo hêzên siyasî yên kurdî di qonaxa niha de, yekîtiyeke pir nêzîk di navbera wan de hebe. Wek mînak, dirustkirina hêzeke leşkerî ya hevbeş an hevahengiyeke leşkerî ya pir nêzîk jî, hevahengiya eşkere û pêwendiyên dîplomatîk ên hevbeş dibe ku ne erkên hêsan bin. Lê di eynî demê de jî xwe dûrgirtina ji hevdu jî li gor qonaxa niha ne di cihê xwe de ye. Ango her çawa be, divê di navbera yekîtiyeke neteweyî ya pir lawaz (mebesta me her kes li mala xwe) û yekîtiyeke neteweyî ya pir bihêz (kêşe û berjewendiyên her aliyekî, kêşe û berjewendiyên hemû aliyan bin) divê çareseriyeke navîn bê dîtin.

Di pêkhatina yekîtiya neteweyî ya hêzên siyasî de, divê du bingehên sereke li ber çav bên girtin. Binemaya yekem ew e ku ji hev nêzîkbûn û yekîtiya neteweyî nabe ku bibe sedemê astengkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, nexasim Îran û Tirkiyê.

Ev welat giring in ji bo geşbûna aborî û ewlekariya Herêma Kurdistanê. Rast e, niha piştevaniyeke berçav a navneteweyî li Herêma Kurdistanê tê kirin, lê dîsa jî pêwendiyên wê yên navçeyî giring dimînin.

Li hember vê yekê, Herêma Kurdistanê dikare ta radeyeke baş pêwendiyên xwe yên dîplomatîk di xizmeta parçên din ên Kurdistanê de bikar bîne.

Binemaya duyem ew e ku nabe yekîtiya neteweyî ya gelê kurd, bi dîtina rojava û hêzên navneteweyî yên din, herwiha bi dîtina welatên navçeyê jî, wek metirsî li ser aramiya Rojhilata Navîn bê ravekirin. Bi gotineke din, pêwist e yekîtiya neteweyî ya kurdî siruşteke sivîl werbigre.                                                                                                                                                                           

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst