Formûla Ciwan Haco û Malcolm X

Min dixwest bêjim “sala par” lê ne par bû, sal zû derbas dibin, di ser yekê re 28, di ser a din re tam 38 sal derbas bûne. Lê mirov çiqas mezin dibe, ewqas jî piçûk dibe, çiqas pîr dibe, ji zarokatiya xwe dûr dikeve, ewqas jî nêzîkî zarokatiya xwe dibe.

Wek kesekî ku êdî bi ser 50 salî ketî, eger ji min bixwazin ku wêneyê  sal û zeman derxim, lez û beza sal û temen, ezê bêjim:

1-10: kûsî (hêdî hêdî)

10-20: kulî (hildipeke)

20-30: hesp (dibeze)

30-40: seyare (bilez diçe)

40-50: teyare (difire)

50-60: veger (min ev formûl berî 50 nivîsîbû, divê biguherim)

60-70: trên (ne a bilez a bi komir)

70-80: Bêdengî!

...û jixwe hûn dizanin, a rast kes kes nizane piştî wê çi dibe lê em wek ku dizanin bihesibînin; mirin, tunebûn.

Ezê îro behsa du kesan û du formûlê wan bikim ku di her emrî de wek xwe ne, ciwan in. Yextiyarî jî li wan tê.

Tam 28 sal berê, bihara 1993yan min xwest hevpeyvînekê bi Ciwan Haco re bikim. Ji xeynî yên bi qaçaxî, “33 Gulle” û “Dûrî” bi awayekî legal belav bûbûn. Min pirsên xwe hazir kirin, ên ku bixwazin dikarin bibînin, ne tiştên siyasî bûn, tev li ser mûzîkê bûn. Hunermendek ku bi stranên xwe jiyana me tev pêçabû, bûbû efsane lê me derheqê wî de tiştek nedizanî. Ez edîtorê rûpela “kultûr-sanat” a Özgür Gündem bûm, pêwendiya min zêde ligel “Welat” nemabû.

Min pirsên xwe bi nivîskî amade kirin lê emê çawa bigihînin Ciwan Haco? Wî çaxî wek niha telefona destan, e-mail, internet filan nebû. Ciwan jî herro li welatekî bû. Her ku me xeberek digirt li filan welatî an bajarî ye, em diketin nav hewldanê, ka em çawa pirsên xwe bigihîninê? Wî çaxî li gelek deveran komeleyek hebû bi navê “Kurdistan Komîte”, faksa wan hebû, me bi faksê ji wan re dişand. Hertim dikete destê mesûlan, vêce were li vê dewranê... Ê ku telefon kir, ji me re propoganda dikir, ê ku bi kêf digo min avêt qotiya çopê, çi bû çi nebû. Dawî çawa bû lê bi awayekî bi riya hevalek me pirsên xwe gihandin Ciwan Haco.

Bi qasî ku tê bîra min Ciwan ji pirsan kêfxweş bûbû ku cara pêşî tiştek ser mûzîka wî jê tê pirsîn. Bersiv jî ne bi qasî pirsan jî bin, dîsa bi sed zehmetî gihîştin destê me û di “Welat” de çap bû. Dengekî baş da, me wergerande tirkî jî, çap bû û qiyametek name û telefon hatin. Telefona sor ku kir ez dawî li rojnamevaniya xwe bînim û dawiya trajîk a kesê ku telefon kirî bila vêga li vir bimîne, em bên ser mesela esasî ku bû sebeba vê nivîsê.

Gotin dirêj bû, divê hinekî dirêj bikim ku bibe nivîs, em bên ser mijarê. Wî çaxî herçiqas wek niha medya sosyal nebû jî lê dîsa hin kesan ser navê hin tiştan belasebeb mirov tengezar dikirin. Ciwan ji wan tiştan adiz bû û digot, jixwe 10-15 sal li pêşiya min hene, çi bikim ezê di van salan de bikim, wek bixwaze bêje, bihêlin em karê xwe bikin. Ev gotina Ciwan Haco ku bo me sembola ciwanî û xweşiya jiyanê bû, li ba min bûbû cihê xemgîniyê.

Sal zû derbas bûn, tam wek ku Ciwan digo, 10-15 sal di ser re çûn, Ciwan bo konserekê hate Stembolê. Gelek rojnamevanan dixwestin pê re hevpeyvîn bikin û wî bi yên tirkî re dixwest sohbeta wan bi kurdî be, nexasim ên naskirî û dijî kurdan... Li cafeya The Marmara, ji min xwest ku ez wergervaniya wî bikim û dest bi axaftinê kir. Pir xweş dipeyivî û ez jî wek prensîb çi bê gotin, ez dixwazim wekxwe wergerînim. Tam di wê navê de dîsa nebêje, “Jixwe 10-15 sal li pêş min hene, ez çî din bikim ancex di van salan de bikim.” Min xwe negirt, min jê re go; “Ciwan, te ev 15 salê berê gotibû, ma ne xilas?” Go; “erê, xem nake, min 15 salî din jî li ser zêde kir, dirêj kir.” Min go, ma dibe? Go; “erê, çima nabe? Ma ne di destê min de ye? Min dirêj kir û hew!” Û ji min re got ku ez jî eynî tiştî bikim. Wî çaxî hê ez nebûbûme 40. Ku bûme 40, min deh sal danîn ber xwe, pir baş bû lê derbas bûn, bûm 50, dîsa bi destûra Ciwan Haco min deh salên din dane ber xwe. Heta niha pir baş diçe. Ku bûm 60, Xwedê mezin e.

***

Demên dawî yên televizyona reşûspî bûn û di TRT de ku tekane kanal bû li Tirkiye, seriyalek hebû ku li Nisêbînê herkes wê saetê li ber kom dibû: “Kökler”. Vêga nizanim ji kû me ew tişt dixwendin lê li ser senarîstê wê me gelek tişt dizanî, siyahiyekî amrîkî bû û li ser jiyana reşik û spiyên Amerîka bû, helbet em tev li aliyê siyahiyan bûn, me hewldan û têkoşîna wan wek a xwe didît. Navê senarîst-nivîskarê seriyalê Alex Haley bû û min ev nav berî ê Martin Luther King û Muhammed Alî Clay bihîst, belkî jî ew bû sebeb ku ev nav bala min bikişînin. Dibe ku ji ber wê be, dema min li ser kitêbeke qerase navê wî dît, derhal min kirî û di demek kurt de xwend. Ji wan rojên ku hê ez 14-15 salî bûm, kesê ku min jiyana wî xwendî, heta îro di hemû jiyana min de ez mijûl kirim: Malcolm X! Kitêba min a bi cild ku min xêz kiribû mixabin ji zû de peyda nabe. Bo wê, bi qasî ku tê bîra min çend tiştan bêjim. Malcolm X tiştek namîne ku nake, ji badîgardî ta bi narkotîk, bazirganiya laş her çi tiştekî beredayî heye dike. Dawî rastî terîqetek ecayîb a misilman tê, digihê “hidayetê” û di nav wan de bilind dibe. Piştre diçe hecê, “îslama heqîqî” dinase û pirs di serê wî de şax didin. Tam di wê demê de Alex Haley pê dide qebûlkirin ku jê re behsa jiyana xwe bike û ew jî binivîse. Gelek caran hev dibînin, biyografiyek muezem jê derdikeve lê ev mesele dûdirêj e û min jî têra xwe dirêj kir, em bên ser mijara xwe.

Rojekê li cafeyekê rûniştine, li ser pêwendiya jin û mêr dipeyivin. Emrê îdeal ê jinê çi ye? Malcolm X li ser peçetê tiştekî dinivîse: 50 / 2: 25 + 7. Dibê, emrê îdeal ê jinê, helbet bi nerîna mêrekî, emrê mêr li didoyan belav bike, bike dido, 7an lê zêde bike.

Mesela mêr 20 e,

20 / 2: 10 + 7: 17

Mêr 20 be, jin 17.

30 / 2: 15 + 7: 22

Mêr 30 be, jin 22

40 / 2: 20 + 7: 27

Mêr 40 be, jin 27

50 / 2: 25 + 7: 32

Mêr 50 be, jin 32

60 / 2: 30 + 7: 37

Mêr 60 be, jin 37

70 / 2: 35 + 7: 42

Mêr 70 be, jin 42

80 / 2: 49 + 7: 47

Mêr 80 be, jin 47

Bila piştî 80yî nebe.

Ji van herdu formûlan yek jê dibe ku bi kêrî we were, a Malcolm X nizanim lê a Ciwan pir bi fêde ye, piştî emrekî nexasim ê lazim bibe lê binerin wek navê xwe tim ciwan e, qet yextiyar nabe. Hûn jî bixwazin ciwan bimînin hay ji van formûlan hebin, îro nebê jî hew we dît, sibe lazim bû.