Plana hilweşandina Herêma Kurdistanê ketiye dewrê

16-12-2020
Arif Zêrevan
Nîşan Herêma Kurdistanê Iraq Îran Tirkiye PKK
A+ A-

STOCKHOLM, 15/12 2020 — Hikimdariya miletê kurd li ser axa “Herêma Kurdistanê” ya federal li Iraqê di bin xetera hilweşandinê de ye. Ev xeter pir cidî ye û dewletên dijminên Kurdistanê rêxistina PKK-ê jî wekî “darikê hewdelê” ji bo pêxistina agirê fitneyê bi kar tînin.

Piştî diyalogeka piralî digel berpirsên hikûmî û siyasî yên Herêma Kurdistanê ji min re zelal bû ku Îranê û Iraqê li hev kirine ku bostek tenê jî ji axa Kurdistanê di bin hikimdariya kurdan de nemîne û kiyanekê siyasî bi navê “Herêma Kurdistanê” jî nemîne. Di pêkanîna vê planê de yên li ber çavan Îran û Iraq in lê belê ew vî karî bi wekaleta Tirkiyeyê jî dikin.

Heger hesabê wan biçe serî plan ew e ku di meha adara 2021-ê de, bi minasebeta 30-saliya serhildana xelkê Herêma Kurdistanê li hemberî rejîma Sedam Hisênî, ji bajarê Ranyayê destpê bikin û goya “serhildaneka gel” li hemberî desthilata kurdan organîze bikin û vê “serhildanê” bigehînin heta Zaxoyê û kaoseka sertaserî çêkin da hêzên Iraqê bên û kontrola hemî Herêma Kurdistanê bêxin bin destê xwe de.

Organîzatorên xaricî yên vê plana têkbirina Herêma Kurdistanê, dewleta Îran, Iraq û Tikriyeyê ne. Aktorên daxilî yên vê planê jî PKK û hinek baskên di nêv YNK-ê de ne. Di heman dema ku li Raniyeyê “serhildan” destpê bike, PKK-ya ku li Şingalê jî ketiye bin xizmeta dewleta Iraqê de, dê digel Heşda Şebî ji başûr ve êrişî devera Pêşxabûr û dergehê Brahîm Xelîl bike da hidûdê Iraqê û Tirkiyeyê digel hevdu bibin yek û Herêma Kurdistanê wekî asteng di wê nêvberê de nemîne.

Nehê çiriya-yekê (oktober), ji bo Şingalê peymanek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hat îmzakirin. Qewl ew bû ku hêzên nêzîkî PKK-ê ji Şingalê bên derxistin û bi hevkariya herdu aliyan du hezar û pêncsed kesên nû ji kurdên êzdî wekî hêzeka ewlekariya nêv bajarî bên tayînkirin û artêşa Iraqê û pêşmergeyê Kurdistanê jî ji bo parastina deverê piştgiriyê bidin wê hêzê.

Hikûmeta Iraqê ji pêkanîna wê peymanê poşman bû û bi serê xwe hêzeka eskerî rêkir Şingalê û goya hêzên nêzîkî PKK-ê ji nêv bajarî derxist û bi navekê din cardin ew paşde vegerand û li Şingalê bi cih kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nehê kanûna-yekê nerazîbûna xwe li hemberî vê helwêsta hikûmeta Iraqê nîşan da û got, hikûmeta Iraqê peymana Şingalê pêkneaniye, hêzên nêzîkî PKK-ê ji Şingalê derneketine û got, PKK-ê hinek çekdarên nû ji Rojavayê Kurdistanê neqlî Şingalê kirine.

Vêca li gor agahdariyên ku min wergirtine bi rizamendiya Fermandarê hêzên HSD-ê Mezlûm Ebdî, PKK-ê 500 çekdarên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê neqlî Şingalê kir û xist di bin kontrola Heşda Şebî û Iraqê de. Ji daxuyaniya Mezlûm Ebdî ya îro ku bi awayekê neheq rexneyan li PDK-ê digire û dibêje, bila PDK êrişî ”gerîlayên PKK-ê neke” em fêm dikin ku Mezlûm Ebdî jî bûye hevkarê vê plana Îran, Iraq û PKK-ê. Nexwe heger Îran û Iraq di meha adarê de bikarin wê “serhildana” ku plan kirine pêk bînin ew hêzên PKK-ê yên li Şingalê jî dê digel Heşda Şebî û hêzên Iraqê êrişî Herêma Kurdistanê bikin.

***

Amerîkayê ambargo danî ser sektora eskerî ya Tirkiyeyê û tesîreka wê ya yekser li ser Rûsyayê jî heye. Îran her ji berê ve di bin ambargoya Amerîkayê de ye. Rûsya, Îran û Tirkiye li hemberî Amerîkayê mitefiqên hevdu ne. Ev hersê dewlet ji bo têkbirina Rojavayê Kurdistanê û vegerandina hikmê rejîma Beşar Esed jî li hev dikin. Tirkiye dê gelek kêfxweş be ku kontrola hidûdê wê digel Iraqê di bin wê û Iraqê de be.

Astenga herî mezin li hemberî planên Îran, Iraq, Tirkiye û Rûsyayê piştgiriya Amerîkayê ye ji bo rojava û başûrê Kurdistanê. Heger ev dewlet hemî bi hev re firsetekê bibînin dê hem xwe ji rojavayê Kurdistanê û hem ji başûrê Kurdistanê xelas bikin û derbeyeka wisa li Kurdistanê bidin ku paşê serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden jî nekare ji nû ve kurdan rake ser piyan û xelas bike.

Nuqteya herî baş ji bo kurdan ew e ku Joe Biden kurdan baş nas dike û meha yekê dema ku dest bi kar bike pêwistiya wî bi lêfikirîneka zêde nîne û dikare zû biryarê bide ka bi çi rengî arîkariya Kurdistanê bike. Wezîrê bergiriyê yê nû general Lloyd Austin jî kurdan û Kurdistanê nas dike û dê bikare zû biryaran bide.

***

Ew demonstrasyonên ku li dorûbera wîlayeta Silêmaniyê çêdibin ku destê Îranê, Iraqê û PKK-ê tê de heye, ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşaneka xêrê bû û kurd pêhesiyan ka plan çi ye. Êrişên PKK-ê yên li ser pêşmergeyê Kurdistanê jî digel xusara çend şehîdan hikûmeta Kurdistanê li hemberî PKK-ê hişyartir û xurttir kir. Di qada nêvdewletî de jî hem Brîtanyayê hem Amerîkayê li hemberî PKK-ê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her çi dibe bila bibe dewletên xêrnexwazên Kurdistanê dest ji plana xwe ya pêkanîna ”serhildanê”, çêkirina ”kaosê” û ”dagîrkirina Kurdistanê” bernedane. Divêt kurd hişyar bin. PKK di propagandaya xwe de bi zanîn behsa ”hevkariyê” di nêvbera Tirkiyeyê û PDK-ê de dike lê belê ew ji binî de derew e. Ya ku li ser erdê di realîteyê de xizmeta Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê dike PKK bi xwe ye. Ji nêv kurdan dijmina herî mezin ya dewleta Kurdistanê û dijmina desthilata kurdan li ser axa Kurdistanê PKK ye.

Ev ramanên nivîskar bixwe ne û berpirsyariya nêrînên di nivîsê de nakeve ser Rûdawê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw

Beyrût dîsa dikele

Kurdên çarereş mîna lîstika Real Madrîd û Barselonayê di kuştina Heniyeyê de jî fitfit li wan ketiye, hinek şînê li ser wî girê didin û hinek jî serê govendê digerînin.