Biyabanbûn û bandorên wê li Rûsya û Herêma Kurdistanê

Berî gelek salan, sala 1897an nivîskarê Rûs Anton Çexov, di şanoya xwe ya navdar Apê Vanya de, dabaşa guherîna jîngehê kiriye û nivîsandiye, "Daristan tên ku nemînin, çem dimiçiqin, jiyana kovî tê jinvabirin, avhewa tê têkbirin û her roj erd hejartir û kirêttir dibe."

Guman tê de nîne ku guherîna seqayê yek ji mezintirîn arîşeyên vê dewrana me ye. Ev arîşe vêga ji dîbeyt û gengeşeyên akademîk derketiye û bûye pirsgirêkeke cîhanî. Krîza jîngehî ya cîhanê ku seba çalakiyên mirovan xirabtir bûye, niha bûye pirsgirêkeke cidî li ser geşbûna aborî, çandî û civakî ya hemû welatan.

Faktorên sereke ku cîhan di vê qeyranê de wer kirine ev in: Kêmbûna ava zelal, qirbûna ajel û cureyên riwekan, nebarîna baranê û avêtina zibil û gilêşa zêde bi rêyên ne kêrhatî.

Niha mijara parastina jîngehê xala herî li pêş a karên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku rûbirûbûna guherîna avhewayê ji bo refahê, aramiya siyasî, ewlehî û serkeftina aborî girîng e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek projeyên jîngehî bi cih anîne ku giraniyê didin ser paqijkirina hewayê, kêmkirina gilêşê û belavbûna gazên germker.

Ji bo rûbirûbûna van guherînan, desthilatdarên navxweyî bi awayekî çalak beşdarî gelek helkeft û civînên girîng dibin. Sala 2023, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî beşdarî konferansa COP28ê ya li Dubaiyê bûn.

Li wir çend raporên têrtije û berfireh li ser pirsgirêkên jîngehê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê hewldana xwe berdewam e. Şandeyek bi serokatiya rêzdar Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna di konferansa COP29ê de çû Bakuyê [paytexta Azerbaycanê].

Federasyona Rûsyayê jî bi awayekî çalak bi krîza jîngehê ya cîhanî re tevdigere. Di 26.10.2023yan de, Serokê Rûsyayê birêz Vladimir Putin li ser 'Prensîbên Federasyona Rûsyayê yên taybet bi Guherîna Seqayê' îmze kir. Rêgez, armanc û stratejiyên ku hikûmet li hember guherîna avhewayê û bandorên wê cîbicî dike, di 'Prensîbên Federasyona Rûsyayê yên taybet bi Guherîna Seqayê' de têne behskirin. Ev proje ji bo siyaseta Rûsyayê li hember guherîna avhewayê li Rûsyayê bingeheke xurt datîne.

Di heman demê de, projeya niştimanî ya 'jîngehnasiyê' ku sala 2018an derketiye, ji bo parastina jîngehê hatiye destpêkirin. Giraniya vê projeyê li ser parastina av û daristanan, kêmkirina belavbûna gazên germker, birêvebirina çêtir a avêtina gilêşê, ji nû ve bikaranîn [vezîvirandin], parastina cihêrengiya biyolojîk û misogerkirina waneya perwerdeya jîngehê ye.

Her wiha Rûsyayê du peymanên girîng ên taybet bi guherîna avhewayê îmze kirine: Peymana Sereke ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guhertina Avhewayê (UNFCCC) û Peymana Parîsê.

Rûsya ezmûn û pisporiya xwe ya jîngehê di forumên cihêreng ên navneteweyî de parve dike. Wekî endameke Komeleya BRICSê, di Tebaxa 2024an de foruma 'Ajendaya nû ya BRICSê ji bo Guhertina Avhewayê' li dar xist. Di vê forumê de, nûnerên hikûmî, sektora şirket, pispor û zanayên welatên endamên BRICSê gelek rêyên rûbirûbûna guhertina seqayê gotûbêj kir. Di forumê de, gelek çareseriyên pratîkî yên ji bo kêmkirina belavkirina karbonê hatin pevguhertin.

Pirsgirêka biyabanbûnê li Rûsyayê her ku diçe mezintir dibe. Li ser asta cîhanê, ev pirsgirêk dibe sedema werîna zeviyê û ziwabûna axa bi bereket ku ne ji bo çandiniyê ne jî ji bo niştecîbûnê bi kêr tê. Her wisa biyabanbûn dibe sedema jinavçûna pergala jîngehê, giya û zindîweran. Zana çalakiyên neberpirsiyar ên mirovan wekî sedem û encamên biyabanbûnê dibînin.

Biyabanbûn pirsgirêkek e ku bandorê li ser Rûsya û Herêma Kurdistanê pêk tîne. Li gorî hikûmeta Herêma Kurdistanê, di heyama van çend dehsalên borî de, bedewiya xwezayî ya Herêma Kurdistanê û dîmena wê ya kesk – ku ev rengê kesk di ala wê de jî heye – bi sedema çalakiyên mirovan tên ku ji nav herin. Ji bo vegerandina bedewiya kesk a Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê piştgiriya projeya çandina şitlan dike. Di şeş mehên borî de, çendîn deverên kesk û park li ser tevahiya rêyên lezgîn çêkir.

Îro, nêzîkî 100 milyon hektar ji erdên Rûsyayê tûşî biyabanbûnê bûne, di nav de jî herêmên Daxistan, Teteristan û Kalmykyayê hene. Her wisa çend parêzgehên wekî Saratov, Volgograd, Astraxan, Rostov û Stavropolê ku li başûrê beşa Ewropayê ya axa Rûsyayê cih digirin. Mînak, sehra û qûma Herêma Kalmykyayê her sal zêdetirî 60 hezar hektarî zêde dibe û girên qûmê nêzî navçeyên niştecîbûnê dibin.

Di demsala havînê de, bilindahiya bahozan digihîje 50 heta 70 metreyan û leza wan jî di demjimêrê de digihîje zêdetirî 100 kîlometreyan. Pêşbînî destnîşan dikin ku di heyama 200 heta 300 salên bê de, tevahiya Herêma Kalmykyayê dê bibe şorezar. Hikûmeta Rûsyayê ji bo pêşîgirtina li vê yekê hemû gavan diavêje.

Ji bo rûbirûbûna vê arîşeya cidî ya jîngehê, Akademiya Zanistî ya Rûsyayê navendeke lêkolînê ya taybet bi rûbirûbûna biyabanbûnê vekiriye. Lêkolînvanên vê navendê programeke bi navê phyto milieuration bi pêş dixin. Ev program ji çandina sênceke kesk ji bo ku pêşî li mezintirbûna biyabanê bigirin, pêk tê. Vê çavdêrî û lêkolînê sala 2022yan dest pê kir û tê de mifa ji wêneyên satelîtê û lêkolîna axê tê wergirtin.

Lêkolînvanan axa sênckirî nirxand û encamên baş jê dîtin. Armanca vê lêkolîn û hewldanê vegerandina sîstema jîngehê, pêşvebirina kalîteya xweliyê, rêgirtina li niştecîbûna axê û baştirkirina pirrengiya biyolojîk e. Armanc çandina giya, şitl, dar û hemî riwekên ku ji bo jîngehê guncaw in ji bo ku kalîteya axê çêtir bikin.

Rûbirûbûna biyabanbûnê mînakeke bilind a xebata berhemdar a zanayên jîngehê yên Rûsyayê ye. Ji ber ku krîza jîngehê pirsgirêkeke cîhanî ye, pevguhertina zanyariyan, hevahengî û hevkarî ji bo bidestxistina serkeftinê pir girîng in.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)