Gûza Mîrê Botan Çima Pûç e?

16-11-2015
İbrahim Halil Baran
A+ A-

Melayê Cizîrî li Xanşerefê Mîrê Botan digeriyaye. Ew li ber çemê Dîjlê di şevreşiyê de rûniştî dîtiye. Nihêriye ku Xan li avê temaşe dike û bi ser xwe de ponijiye. Bi dengekî xefîf jê pirsiye Mela: “Tu çi dikî ey Mîrê min?”. Xanşeref jî ji dil deng daye: “Stêrkên li rûyê avê dixînin ve dinihêrim ey Mela”. Mela careka din hewldaye û berî tilîka xwe bi jor ve kiriye û gotiye: “Mîrê min ma stûyê te şikestî ye? Serê xwe rake û li ezmên binihêre, stêrk e li wir in.” Rûyê Xan beşişiye û ji Melê re gotiye “Ka were rûnê siltanê min, ez ji derde xelkê xwe dîn bûme, tu jî ji destê xaliqê xwe”.


Dibêjin herdu rûniştine û guh dane hev. Behsa etîk û siyasetê kirine. Mîrê Botan xwedî îkram bûye. Wesandiye xulamê xwe û xulêm jî di tepsiya zêrîn de ji wan re gûz û kuncî anîne. Keniyaye Mîr û ji Mela pirsiye: “Ka bêje Mela, meriv ji gûzekê kêkil derxîne û qalikê gûzê bikokilîne, gelo wê çend kuncî bi kevin hindirê gûzekê?”. Mela jî keniyaye lê fêm kiriye ku Mîr dixwaze çi bibêje. Wî jî destê xwe biriye ser tepsiyê û gûzek rakiriye. Daniye ser kulêv û bi kefa destê xwe lêxistiye û şikênastiye. Perçeyên gûzê rakiriye û nîşanî Mîr daye. Gûza şikênastî pûç derketiye. Mela gotiye “Mesele ne hesabê kunciyên di hindirê gûzê de ne, mesele gûz bixwe ye.”


Ji gûzê qest, hebûna dinya û gerdûnê ye û îşaretî Xwedê dike. Meriv dikane bibêje mijareka etîk e. Lê qesta hesabê kunciyan, karûbarê dinyayê ye û mijûliya dinyewî ye. Meriv dikane bibêje va jî mijareka fizîk û matematîkê ye. Dîsa mesela biriqîna ku li rûyê avê dixîne û stêrkên rastî yên li ezmên jî vî tiştî ji me ra dibêje: li jor binêhêre, ne li jêr. Yanê nîqaşa estetîkê û ya astronomiyê ye. Ya rast herdu mesele jî me dibin şerê materyalîzm û îdealîzmê.  


Lêbelê dinyaya ku niha Kurd tê de ne wek xana talanê ye û Kurd bê dewlet û bê pergal mane. Ne Xanşerefê me heye ne jî em dikanin bibin Mela. Lingên me, birast ne li ser zemîn in; ji ber ku her dem canê me di devê mirina ji destên însanan de ye. Li gor hiyerarşiya pêdiviyan, ya ku Maslow dibêje, em Kurd hê di asta yekemîn de ne. Yanê ji ber ku em bê dewlet in û ewlehiya me tune, em tenê nefesê didin û distînin, nên dixwin, radizên û zarokan çêdikin. Em serê xwe dikin malan, lê estetîka me ya mîmarî nemaye. Çav li bajarokên Kurdan bigerînin ka hûnê çi bibînin. Em distirên lê mûzikeka dîwanberzî ji me dernayê. Lewra ji bo tiştên payebilind îmkana me tune ye. Ez di nîqaşa Mela û Mîr de wek Mela difikirim lê ka me mîrek tune ye. 

… 


Niha di rê de me. Li otobosa Diyarbekirê siwar bûme. Ji Entabê darim Rihayê. Yên li paş min rûniştînî behsa Sîlvanê dikin. Dibêjin Dewleta Tirko fermana Kurdan rakiriye. Şofêrê otobosê dengê mûzika ku lê guhdar bilind dike. Ciwan Haco stranekê dibêje: Ax û eman / Êş û derdê vê dinyayê / Çendî ez kuştim / Çendî ez kirime vê belayê / Çi dinyake pûç û vala / Ax eman, eman eman…


Ma va jî tesadûf e? 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst