Geşbûna aborî girêdayî azadî û demokrasiyê ye
Sê xelatgirên îsal ên Xelata Nobelê ya Aborî, di têgihiştina geşbûna aborî ya welatan de şoreşeke mezin pêk anîn.
Ew dibêjin ku geşekirina aborî ya welatan girêdayî hebûna sîstemeke demokratîk, sazî û azadiya takekesî û siyasî ye. Welatekî ku saziyên wî azadiya takekesan biparêzin û beşdarî wan bibin, ji hêla aborî ve bêtir geş dibe.
Xelata Nobelê ya Aborî ya îsal bi hevparî bi 3 aborînasan hat dayîn ku ev bûn: Daron Acemoglu, aborînasê bi eslê xwe Ermenî û xwediyê welatînameya Amerîkî-Tirkî, her wiha Simon Johnson û James Robinson, aborînasên Amerîkî-Brîtanî, ji bo lêkolînên wan ên li ser newekheviya samanê di navbera neteweyan de.
Wan aborînasan lêkolîn kiriye ka çima hin netewe têk diçin û hin bi ser dikevin.
Ew di lêkolînên xwe de gihîştine wê encamê ku ger welat xwedî sîstemeke demokratîk be û azadiya welatiyan hebe û vebijark li ber destê wan hebe ku pergala perwerde û kar û karsaziya xwe çêbikin di jîngehekê de ku rikberiya azad tê de hebe, aboriya wî welatî ber bi geşbûna zêdetir ve dihere û samana welêt jî wekhevtir li welatiyan tê belavkirin.
Lêkolîn, pirtûk û gotarên van her sê aborînasan girîng in, bi taybetî ji bo neteweya Kurd ku di vê serdemê de bi astengiyên mezin re rû bi rû maye.
Kurd li Başûrê Kurdistanê xwediyên herêmeke destûrî ne ku desthilatên wê di çarçoveya Îraqê de di çend salên borî de, ber bi qelsiyê ve diçin û li pêşberî hilbijartineke çarenivîssaz e ku çavê gelek welatên deverê, welatên Ewropa û Amerîkayê jî li ser e.
Daron Acemoglu ku xelkê Tirkiyeyê ye û ji neteweya ermen e, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu sala 2010, jê re pêşniyar kir ku nûnertiya Tirkiyeyê li Rêxistina Bipêşketin û Hevkariyên Aborî (OECD) bike ku ofîsa wê ya sereke li Parîsê ye lê Daron Acemoglu red kir û jê re got ku ew li ser mijarekê lêkolîn dike ku dikare Xelata Nobelê pê bistîne.
Daron Acemoglu dibêje, "Geşbûna aborî rasterast bi demokrasiyê ve girêdayî ye. Birêvebirina demokratîk ne hêsan e lê welatên xwedî sîstemeke demokratîk a bi îstîqrar, geşbûna wan a aborî zûtir û rasttir pêk tê. Aboriya wan welatan bi awayekî wekhevtir geş dibe."
Sê xelatgirên Nobelê yên îsal bi qasî ku dabaşa pergala demokratîk, azadî û hilbijartinê ji bo geşbûna aborî dikin, ew qasî behsa aboriyê bi xwe nakin.
Van aborînasan 30 salî lêkolîn û karên hevpar kirin û di encamê de nîşan didin çima di sîstemeke demokratîk de aborî bi pêş dikeve û berovajî vê jî sedema bipaşketina aborî ya hinek welatên nûpêgihiştî û hejar rave dikin.
James Robinson, wergirê din ê Xelata Nobelê ya Aboriyê ya îsal dibêje, "Nêrîna min ji cîhanê re ev e ku guherîn li cîhanê û ji holê rakirina newekheviya samanê bi rastî ne girêdayî aborîzanan e û ne jî girêdayî dîtina çareseriyên teknîkî ye. Mirovên li welatên xizan dizanin pirsgirêkên wan çi ne lê nizanin çawa li hev bikin. Divê ew bibin yek û bi hev re çarenivîsa xwe biguherin."
Daron Acemoglu û James Robinson di sala 2012an de di pirtûkeke xwe ya hevpar a bi navê “Çima Netewe Têk Diçin?” de diyar dikin, "Eger saziyên welatekî destûrê bidin welatiyan ku beşdarî çalakiyên aboriyê bibin, ew welat dê geş bibe."
Her wisa dibêjin “Berovajî vê, ger sazî bi rengekî bin ku welatiyan paşguh bixin û bibin sedem ku desthilat û saman di destê hejmareke kêm a berpirsan de be, wê demê encama wê ji bilî hejarî û kambaxî û têkçûna aborî dê ne tiştekî din be.“
Ji bo îsbatkirina gotin û teoriyên xwe, her sê aborînasên xwediyên Xelata Nobelê ya Aboriyê mînakan ji çend welatan tînin, wekî bipaşketina welatê Koreya Bakur û bipêşketina Koreya Başûr.
Bi rêya şîrovekirina dîrokê û lêkolînên berfireh ên li ser rewşa siyasî, aborî û dîrokî ya çend welatan, li dawiyê xelatgirên Nobelê digihin vê encamê ku, "Welat bi piranî seba şêweyê karê saziyên xwe di warê aborî de bi ser dikevin an jî têk diçin."
Ew tekez dikin, "Cihê cografî yan asta çandî ne sedema serkeftin an têkçûna aborî ya neteweyan e lê rol û pêgeha saziyan paşeroja welat û neteweyan diyar dike."
Simon Johnson, yekî din ji wan sê aborînasên ku îsal Xelata Nobelê ya Aboriyê wergirtiye, ew dibêje: "Dema tu rê didî ku dengên siyasî yên xelkê yên zêdetir hebin, dema şefafiyeta te ya bêtir hebe, dema tu mecalê ji rikberiyê re peyda dikî, tu di warê siyasî de encamên baş bi dest dixî û tu di warê aborî de kî pêş de diçî."
Her sê aborîzanan li ser bajarê Nogalesê lêkolîn kirin. Du bajarên Nogalesê hene, yek ji wan li eyaleta Arizonayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û ya din jî girêdayî eyaleta Sonorayê ya welatê Meksîkayê ye.
Ew her sê aborînas diyar dikin ku bi saya pergala demokratîk asta jiyanê û aboriyê li Nogalesa Amerîkayê gelekî çêtir e.
Wan eşkere kiriye ku ji ber ku derfetên guncav ji niştecihên bajarê Nogalesê yê Amerîkayê re hatine dabînkirin di warê perwerde û avakirina pîşeyên xwe de, her wisa ji ber ku di bin sîwana sîstema siyasî û aborî ya Amerîkayê de ne, di warê debar û rewşa jiyanê de ji Nogalesa Meksîkayê pir çêtir in.
Yek ji têgehên ku ji aliyê her sê aborînasên xelatgirên Nobelê ve hatine sazkirin, têgeha “korîdorên hestyar” e, merema wan jîngehek e ku tê de civak dikare hevsengiyê di navbera "kontrola dewletê" û "azadiyên civakî" de biparêze.
Li gorî vê têgehê, ger saziyên dewletê yan jî hikûmetê bi awayekî bin ku ewlehiya welatiyan biparêzin lê di heman demê de azadiya takekesan bin pê nekin, ev destkefteke girîng e.
Ger welatek xwedî saziyên xurt be û metirsiyê li ser azadiya takekesî çêbike, hevsengiya "korîdora hestyar" ji dest dide.
Berovajî vê yekê, ger sazî qels bin, ewlehiya giştî ya welatiyan dikeve metirsiyê.
Lêkolînên van aborînasan tekeziyê li ser wê yekê dikin ku divê hevsengiya "korîdora hestyar" li welatan neyê xerakirin ku ev yek jî bipêşketin û geşbûna aborî garantî dike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)