Li gorî zanyariyên Rûdawê, berpirsên Tirkiyeyê amade ne ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyê ji bo Bendera Ceyhanê heta du hefteyên din. Bersiva fermî ya berpirsên hikûmeta federal a Îraqê ji bo vê amadebûna Tirkiyê erênî bû.
Ev di demekê de ye ku zêdetirî 6 mehan e hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin. Bihayê petrola Brent 90 dolar derbas kiriye û bi baweriya gelek şîrovekaran dê heya dawiya vê salê bigihêje 100 dolarî. Tevî ku hikûmeta Îraqê 6 milyar dolar xisar kir jî wê ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê di çend mehên borî de ti niyeteke rastîn nîşan neda.
Di hevpeyvînekê li gel Tora Medyayî Rûdawê di destpêka meha hezîranê de, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî bi awayekî eşkere got ku rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê karê Îraqê hêsan kiriye ji bo ku pabendî peymana kêmkirina asta berhemanîna petrolê ji aliyê Hevpeymaniya OPEC Plusê ve be.
Hin aliyên siyasî yên Îraqê ger bi xwesteka wan be razî nabin bermîleke petrolê ya tenê jî li Herêma Kurdistanê were berhemanîn lê fişarên berdewam ên hikûmeta Amerîka û tew hin welatên Ewropayê jî di heyama şeş mehên borî de, Îraq neçar kir ku rê bide vekirina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê.
Giraniya zextên rayedarên Amerîkî li ser Îraqê di dema serdana Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ji bo New Yorkê bû ku xuya kir li gorî hin berpirsên Amerîkayê, ne civînek bû ku berpirsên Amerîkayê daxwaz ji Sûdanî nekiribin boriya hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve veke û bide xebitandin.
Serokwezîrê Îraqê li New Yorkê soza vekirina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê da û niha rêveberên hin kompanyayan li bendê ne ku bibînin ka dê li Bexdayê rê li ber nermbûna New Yorkê bê girtin an na.
Niyeta hikûmeta Îraqê li hemberî gelê Herêma Kurdistanê zelal û eşkere ye. Daxuyaniyên endamên Parlamentoya Îraqê yên di dema dengdana li ser pişka Herêma Kurdistanê di çarçoveya budceya Îraqê de û piştî pesendkirina budceyê jî cîbicînekirina qanûnê, niyeta rasteqîn a rayedarên siyasî yên Îraqê li hember Herêma Kurdistanê nîşan dide.
Gelek aliyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê sedema pirsgirêkên darayî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê ve girê didan ku neft rasterast tê firotin û li ser wê yekê rijd bûn ku divê petrola Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê bê kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê nefta xwe radest kir lê hikûmeta Îraqê heta niha wekî pişka Herêma Kurdistanê dolarekî tenê jî neşandiye. Pereyên ku şandine jî bi navê deyn şandine wekî ku ew pere dabin welatekî biyanî. Ha li vir xuya dibe bê meyîzandin û nêrîna hin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li hemberî Bexdayê çiqasî şaş û çewt e.
Berhemanîna petrolê û hinartina wê ji bo bazarên cîhanê di 10 salên borî de, ne tenê giraniyeke siyasî ji bo Herêma Kurdistanê çêkir û ew kir aktoreke navçeyî û navdewletî lê di heman demê de bû sedema geşepêdana berbiçav a aborî, zêdekirina tomeriya berhema navxweyî (GDP), peydakirina bi sedan derfetên bazirganiyê û derfetên kar ên rasterast û nerasterast.
Li gor rapirsiyeke Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, tevahiya berhema navxweyî (GDP) ya Herêma Kurdistanê di sala 2018an de, 25 milyar dolar bû û ji sedî 33,6ê wê rasterast girêdayî berhemanîna petrolê bû ku nêzîkî 8,4 milyar dolaran e.
Ne zehmet e em bînin bîra xwe ku di 15 salên borî de, bajarên Herêma Kurdistanê di warê geşbûn û pêşketina xuyang û bajarîbûnê de çawa bûn û niha çawa ne. Ev yek ne bi dilê berpirsên Îraqê ye. Serkirdeyên siyasî yên Îraqê bi eşkereyî pêşketina Herêma Kurdistanê dixin stûyê wê yekê ku xwedêgiravî bi pereyên petrola Besra û deverên din ên Îraqê ev şênbûn û avanî li Herêma Kurdistanê çêbûye. Ne zehmet e ku mirov bibîne hin kesayetî bi nêrîneke siyasî û nijadperestî dixwazin rê li pêşketina Herêma Kurdistanê bigirin.
Giringiya petrola Herêma Kurdistanê ji bo welatên Rojavayî
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên aborî yên Amerîkayê bilindiya rêjeya enflasyonê ye ku di du salên borî de baskê xwe veda ser siyaseta darayî û diravî û sûkên darayî yên wî welatî. Yek ji sedemên sereke yên bilindbûna enflasyonê li Amerîkayê bilindbûna bihayê petrolê ye. Loma rêveberiya Biden û Rêxistina OPECê bi berdewamî hevdû rexne dikin.
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê di van şert û mercan de ku qebareya nîşandana petrolê ji daxwaza cîhanî kêmtir e, dikare bibe sedema daketina çend dolaran ji bihayê vê berhema stratejîk. Ev ji bo rêveberiya niha ya Amerîkayê û ji bo berpirsên her du partiyên Demokrat û Komarî girîng e.
Petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê li hin welatên Ewropayê jî di dabînkirina enerjiya wan welatan de roleke erênî dilîst. Petrola astnavîn a Herêma Kurdistanê ku ji hêla kalîteyê ve fena nefteke heta radeyekê tirş tê hesibandin, ji bo parzûngehên Ewropayê nefteke kêrhatî ye. Di van deman de ku piştî şerê Ukraynayê kirîza sotemeniya enerjiyê li Ewropayê derketiye holê, hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Ewropayiyan ve tê pêşwazîkirin. Daxuyanî û piştgiriya nûnerên welatên Ewropayê yên li Îraqê jî li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê dîsa di vê çarçoveyê de ye.
Ji ber rewşa aloz a enerjiyê li cîhanê, Herêma Kurdistanê vêga ji her demê bêtir beşek ji ewlekariya enerjiya cîhanê ye. Ya ku ji hilweşandina rejîma Sedam Hisên û vir ve, li Herêma Kurdistanê di warê petrolê de hat kirin, çêkirin û bihêzkirina herêmeke bê nav di nexşeya enerjiya cîhanê de bû. Herêma Kurdistanê bû navçeyeke mifadar ji cîhanê re, ji ber ku bû çavkaniyeke nû ya dabînkirina enerjiyê ji bo navçe û hemî cîhanê. Ev jî encama ramana Nêçîrvan Barzanî bû. Tevî kelemên zêde ji hêla aliyên Îraqî ve û westandina wî ya zêde ji hêla aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ve.
Astengî
Yekem astengiya li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ew gilî û gazinkarî ye ku Îraq û Tirkiye li Amerîkayê pê daketine. Hikûmeta Îraqê li dadgeheke Amerîkayê daxwaz kiriye ku qerebûya 1,4 milyar dolar ku divê Tirkiyê li gorî biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî li Parîsê bide Îraqê, were bicihanîn.
Tirkiyê jî li hemberî vê yekê, gilînameyeke dijber tomar kiriye ku divê Îraq bi tibaba nêzîkî milyar dolarî Tirkiyeyê qerebû bike, ji ber ku li gorî peymana boriya Îraq-Tirkiyeyê, divê Îraq bi rêya boriya petrolê ji rêjeyeke diyarîkirî ya neftê kêmtir hinarde neke û Îraqê ew tibab neşandiye. Ger her du alî li ser vê mijarê nermiyê nîşan nedin û dozên xwe yên yasayî dijî hev bidomînin, egera lipaşketina hinartina petrolê dertê holê.
Astengiyeke din jî ew e ku hikûmeta Îraqê heta niha ne amade bû xerciya berhemanîna petrolê bide kompanyayên petrolê yên Herêma Kurdistanê da ku bikarin di berhemanîna petrolê de berdewam bin. Îraqê ragihandiye ku ew dê ji bo her bermîleke petrolê, 6 dolaran wekî mafên darayî bidin kompanyayan. Komeleya Kompanyayên Berhemhênerên Petrolê ya Herêma Kurdistanê venaşêre ku nikare berhemanîna petrolê bi vî awayî berdewam bike.
Îraq di pratîkê de ji sedî 20ê xerciyên hikûmetê ji bo dayîna mafên darayî yên kompanyayên petrolê vediqetîne. Ji dahata her bermîleke petrolê, ji sedî 10 ta ji sedî 15 bi kompanyayên berhemhêner tê dayîn. Ji ber vê yekê jî kompanyayên berhemhêner li Herêma Kurdistanê wekî neheqiyekê dibînin ku hikûmeta Îraqê ne amade ye bi heman awayê ku bi kompanyayên petrolê li başûrê Îraqê re tevdigere, bi wan re jî tevbigere.
Tevî ku hikûmeta Îraqê bi berdewamî girêbestên berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê ku ji cureya peymanên hevparkirina berhemê ne, rexne dike lê di gerên dawî yên girêbestên petrolê yên hikûmeta Îraqê de, gerên 5 û 6an ên hikûmeta Îraqê bi arasteya peymanên neftî yên Herêma Kurdistanê ve çû û tê de sermayeya seretayî ya şirketên petrolê bi rêjeya ta ji sedî 35 qerebû dike.
Di girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê li gel kompanyayan de jî, ji ber ku kompanyayan bi sermayeya xwe dest bi lêgerîn û berhemanîna petrolê kir, heya ji sedî 35ê dahata neftê bi wan şirketan tê dayîn.
Loma jî xerciya berhemanîna petrolê ji aliyê kompanyayan ve li Herêma Kurdistanê ji kompanyayên ku sermayeya xwe naxin metirsiyê û xizmetguzariyeke diyarîkirî ya tenê pêşkêş dikin, zêdetir e. Aliyên xurt di hikûmeta Îraqê de ne amade ne mafên darayî yên guncav bidin kompanyayên petrolê li Herêma Kurdistanê, ji ber ku di koka xwe de naxwazin ti petrol li Herêma Kurdistanê bê berhemanîn û ji Xwedê lava dikin ku ev kompanya ji Herêma Kurdistanê bar bikin.
Ji bilî van her du faktoran, kelemên din jî li pêşiya hinartina petrola Herêma Kurdistanê hene, wekî rêkeftina kêmkirina asta berhemanîna petrolê ji aliyê Hevpeymaniya OPEC Plusê ve. Dibe ku ev pirsgirêk ji aliyê Wezareta Petrolê ve û bi rêya hevsengkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriyan û bi rêya bendera Besrayê were çareserkirin.
Derfet
Eger di encama fişarên navneteweyî û ziyanên mezin ên ku Îraq vêga ji rawestandina hinartina petrolê dibîne, helwesta Îraqê li hemberî pîşesaziya petrolê li Herêma Kurdistanê hat guhertin û li dewsa ku astengiyan çêbike, asankariya berhemanîn û hinartina petrola Herêma Kurdistanê bike, hikûmeta Îraqê wê demê dikare rêjeya hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bilind bike û bigihîne zêdetirî 700 hezar bermîlî û di siberojê de jî rojane zêde bike û bike 1 milyon bermîl.
Hinartina petrolê ji Besrayê bi rêya aborî gelek caran ji ber rewşa hewayê û pirsgirêkên din ên lojîstîk zehmet e lê hinartina petrolê bi rêya boriyê ewletir e û li ser asta demdirêj jî xerciya wê kêmtir e.
Zêdebûna hinartina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê dê bibe sedema veberhênana bi sed milyon dolaran di sektora petrola Herêma Kurdistanê de. Dê egera hatina şirketên nû û pêşxistina blok û zeviyên din ên petrolê jî derkeve holê. Şirket ji niha û bi şûn de, piştrast in ku dê piştgiriya hikûmeta Îraqê jî li pişt wan hebe. Ev yek dê bibe sedema vejandineke nû ya pîşesaziya petrolê li Herêma Kurdistanê.
Bi hinartina nefta xam re, berdewamiya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê dikare bibe sedema geşbûna zêdetir a pîşesaziya rafîneriyê û sektora jêrîn a neftê (rafînerî û pîşesaziya petrokîmyayê). Krîza sotemeniyê li cîhanê û bihayên bilind ên benzîn û mazotê nîşan da ku hebûna pîşesaziyeke neftê ya alîgir çiqasî girîng e. Li Herêma Kurdistanê heta radeyeke mezin hatiye pêşxistin û dikare ji niha û bi şûn de zêdetir jî were pêşxistin.
Gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê
Herêma Kurdistanê xwediya rezerveke berbiçav a gaza xwezayî ye ku xwedî girîngiyeke taybet e û dikare giraniya siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de zêde bike, ji ber ku gaza xwezayî di dabînkirina ewlehiya enerjiya cîhanê de roleke girîng dilîze. Bê guman, ji bo ku gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê vegere ser rêya rast a veberhênanê, ji holê rakirina nakokiyên navxweyî yên li navbera her du partiyên desthilatdar ên Herêma Kurdistanê pir pêwîst e.
Çareserbûna kêşeyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser mijara berhemanîn û hinartina petrolê, dikare her du aliyan li ser gaza xwezayî nêzî hev bike. Di çend salên bê de, bi sedema projeyên geşepêdana gaza xwezayî, berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê dê heta radeyekê zêde bibe ku ji bilî pêwîstiyên navxwe, dikare li navçeyên din ên Îraqê jî ji bo berhemanîna elektrîkê mifa jê bê dîtin an tew ji bo welatên din ên cîhanê jî were şandin. Binesaziya hinartina gaza xwezayî bi rêya axa Tirkiyeyê amade ye û ji bo hinartina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê, tenê pêwîstî heye ku boriyek ji bo sînorê Tirkiyeyê were raxistin.
Meha borî, hikûmeta Îraqê ragihand ku projeyeke wê ya 17 milyar dolarî ji bo kişandina rêya trênê û boriya gazê ji bo Ewropa û çend welatên din bi rêya axa Tirkiyeyê heye lê bêyî girêdana çavkaniyên gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê, ti sûdeke aborî ya vê projeyê namîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse