Tenê li ser mijarekî kurd yekhelwest in!
Di welatekî de karesata herî mezin nemana ti armanceke hevbeş e ku xelk, komên civakî û siyasî li dorê bicivin. Di nav gel an jî neteweyî de rewş gihiştibe vê astê, êdî têgehiştin û wateyekî gihiştina pênaseya civakê namîne û divê mirov li benda hilweşandinê bibe.
Niha Kurdistanê di asta herî pirt û belav a civakî û siyasî de ye. Di nava vê koma ku jê re dibêjin “civaka kurd” xaleke hevbeş ê ron û berçav nemaye. Di navbera hêzên siyasî yên vî gelî de, li ser mijarên diyarkirî, gotar û nêrîneke hevbeş nîne.
Tenê ne di asta pirsgirêkên siyasî yên navxweyî de, belku di mijara çarenivîs û pêşeroja welat de jî di navbera bijardeyên serxwebûn û bindestiyê, bûyîna dewlet û dûvikê welatekî dagirker de, helwestekî eşkere û hevbeş ê kurdan nîne.
Lê eger em bi berfirehî şiroeyekî li ser helwestan bikin, em dikarin bibînin di pişta perdeyê de nêrîn, nêzîkatî û helwesta hêzên siyasî, bi awayekî eşkere jî nebe, li ser mijarekî tenê vekhev e. dibe ku ji bo xwendevanan ecêb be ku em bêjin tenê di mijarekî de hêzên siyasî hemhelwest in ku ew jî ev rewşa bêkarmayîna Parlamentoya Kurdistanê ye. Her pênc partiyên siyasî dixwazin di vê rewşê de parlamento çalak nebe.
Bila di gotarên medyayî û helwesta xwe de behsa serwerî û saziyên rewa yên hikûmetê bikin, bila ew partî alîgir, dengdêr û xelkê xwe yê dilsoz bi wê yekê bidin bawerkirin ku ew dixwazin parlamento hebe, çavdêriya karên hikûmetê bike. Lê di cewher de ti yek ji van partiyan naxwazin parlamento çalak bibe. Rewşa jihevketî ya parlamentoyê tenê weke amrazekî siyasî yê mûzayede û berovajîkirinê bikar tînin. Ev aliyê mijarê helwesta wan a rastîn e.
Vê helwesta partiyan hêliştiye ku ev rewş berdewam bike û Parlamentoya Kurdistanê nemîne. Bûyerên îsal jî derxist ku her pênc partî jî hemhelwest in ku Parlamentoya Kurdistanê çalak nebe.
Ev yek hê jî li ber çavê min ne zelal e ku çavkaniya hemhewlwestbûna PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû ya li ser naxwastina çalakbûna parlamentoyê çiye. Gelo ma niyeta rastîn a van partiyan di dema beşdarbûna hikûmeta bingehfireh de ev bû? Gelo di vê xulê de parlamento bo wan bûye sedema serêşiyê, berovajiyê armancên wan ên beşdarbûna hikûmetê bûye, yan pêwendiya vê yekê bi helwesta serkirdetiya partiyan a li ser yasayan û kursiya serokatiya herêmê ve û bi diyarkirina roja civînê ya 19ê Tabaxa 2015ê ve heye? Divê di pêşerojê de ev partî bixwe eşkere bikin ka ji ber çi pişta xwe dane parlamentoyê.
Mînakekî berawird ê pir zelal bêjim; eger YNK, Yekgirtû û Komel ji ber wê sedemê naçin parlamentoyê ku PDK rê li Serokê Parlamentoyê Yusif Mihemed girtiye, ji ber çi heman helwestî ji bo ji kardûrxistina Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir jî nastînînin?
Ez ji ber vê sedemê vê nimûneyê tînim ziman ku em li hember mezintirîn gefa herêmî, di nava şerekî mezin de ne. Di rewşeke wiha de hebûna Wezîrê Pêşmerge pêwîstir bû ji hebûna Serokê Parlamentoyê. Em dikarin vê yekê ji bo berwirdkirina her wezîrekî Goranê li hember serokatiya parlamentoyê jî weke mînak bînin. Lê her sê partiyan ji bo wezîrên din ti helwestek nestandin. Ji bo çi bo kesekî tenê şînê digrin? Eger mesele helwesta li dijî helwesta ne yasayî û matiqî ya PDKê be, wezîr jî û serokê parlamentoyê jî bi yek biryarî hatine şandin.
Ev yek aliyekê rastiyê nîşan dide ku ew bixwe ji parlamentoyê nerazî û nîgranbûn û ev rewş jî ji wan re bû hêncetek ji bo bêkarhiştina parlamentoyê. Ti tişt nekirine û derfet jî ketiye destê wan da ku vê rewşê bi mûzayede bifiroşin xelkê ku bandor li psîkolojiya xelkê jî kiriye, derfeta hizirînê ji bo xelkê nehiştine.
Ev yek tenê ne ji bo YNK, Yekgirtû û Komel, ji bo PDK û Goran jî wiha ye. PDK bi rêgirtina ji vegera serokê parlamentoyê re, xwedanê ji karxistina parlamentoyê ye, Goranê jî di destpêkê de pirsgirêk kire şexsî û xizmeta vê armancê kir ku parlamento bê kar bimîne. Eger ne, dizaniyan ku ev armanca PDKê ye û divêya hêcetê ji wan re nehêlin,bi lezgînî kesekî din peyda bikin û nehêlin parlamento ji kar bikeve.
Lê dema ev yek nekirin, ji bo ji karxistina parlamentoyê av kişandin aşê PDKê. Çimkî PDK ku hikûmet di destî de ye, naxwaze parlamentoyeke çalak li pey karên hikûmeta wî be û jê hesaba karên wî bipirse. Bi taybet dema parlamentoyê destê xwe dirêjî dosyayekî kir ku ev mijar ji bo PDKê xeta sor bû, nerazîbûn nîşan da. Ev mijar serokatiya herêmê bû ku PDK dixwaze ev erk ji bo wî bimîne. Ev hinde krîz û pirsgirêkên siyasî ku niha rastê Herêma Kurdistanê hatine, bêguman PDK naxwaze kesek hebe jê bipirse.
Her xwedevanek jî dikare ji aliyê xwe ve, bi zimanê hejmaran vê heqîqetê zêdetir eşkere bike. Eger tenê hejmara kursiyên herdu bereyan binerin, vê rastiyê diselmîne ku niyeta wan bi rastî ji bo çalakirina palaentoyê heba, dikariyan bi hejmara kursiyên xwe vê yekê bikin.
Hejmara 4 partiyên ku qaşo di parlamentoyê de hemhelwest bûn ji nîvê parlamentoyê zêdetir bû. Eger bixwastana parlamentoyê çalak bikin, dikariyan namzetê Goran biguherin û careke din parlamento kar bike. Yan jî di nava parlamentoyê de YNK û Goranê hinek kursî û erkên xwe bihev biguhertana, PDK û YNK weke xulên berî çareseriyek hevbeş peyda bikirana, bi her awayî ligel partiyeke îslamî lihev bikirana dîsa pirsgirêk nedihate vê astê. Bi hemû awayî rê û rêbaz pir bûn ku Herêma Kurdistanê ji bo çalakkirina parlamentoyê biceribîne.
Ti yek ji van pênc partiyan ne amade ye ku van rêyan biceribîne tenê rêyekê bikartînin. Ev yek jî belgeya rastiya vê yekê ye ku ev pênc partî jî parlamentoyê naxwazin.