Berû zimanekî yekbûyî ve: Tewanga jimarnavan

Berû zimanekî yekbûyî ve (3)

Tewanga jimarnavan

Peyva "jimarnav" peyveke lêkdayî û şûnguhestî ye, reseniya wê jî "navjimar" e, bi wateya "navên hejmaran". Ev şûnguhestin jî di zimanê me de heye û tê xebitandin, wek:

- Sorgul = gula sor

- Kalemêr = mêrê kal

Diyar e ku hevguherîn gihiştiye şûna peyvan.

Di kurmancî de jimarnav sê beş in:

1. Jimarnavên bingehîn:

Ev jimarnav navên hejmarên asayî (1, 2, 3 ...) destnîşan dikin, wek: yek, du, sê ...

Nîşandekên tewangê digihêjin berjimarên jimarnavên bingehîn ên ku li pey wan tên xebitandin, wek:

- Ez dengê keleşêrekî dibihîzim.

- Her şeş rojan ez diçim Amedê.

- Sê daran zembîlek sêv daye.

Berçav e ku nîşandekên tewangê "î, ê, an" li gora jimar û zayendên berjimaran gihiştine wan. Ev pergala tewangê, bê têvelî û ciyawazî, di nav hemû Kurmancîaxêvan de tê xebitandin.

2. Jimarnavên rêzîn:

Jimarnavên rêzîn ew jimarnav in ên ku hejmara peyapey (li pey hev) a berjimarên berî xwe destnîşan dikin, wek:

- Di vê rêzê de dara şeşê hişk bûye.

- Zîn di pola çarê de ye.

- Sînemaya Amûdê sala 1960ê şewitiye.

- Em di meha 8ê, sala 2024ê de ne.

Diyar e ku di her çar mînakên çûyî de jî nîşandeka tewanga navê mêzayê yekjimar "ê" gihiştiye hemû jimarnavên rêzîn. Ev jî li gora rêzik û rêzanê pêk hatiye.

Lê mixabin, piranîya nivîskar, rewşenbîr û bêjerên televizyonên bakur û rojavayê Kurdistanê wan jimarnavan bi nîşandeka komjimarê "an"ê ditewînin, dibêjin:

- Di vê rêzê de dara şeşan hişk bûye.

- Zîn di pola çaran de ye.

- Sînemaya Amûdê sala 1960an şewitiye.

- Em di meha 8an, sala 2024an de ne.

Ev şêwazê tewanga navan, vederî rêzik û rêzanên tewangê ye. Em dizanin ku nîşandekên tewanga navan ev in:

- Bo navê nêrzayê yekjimar "î" ye:

Ez vî kurî dinasim.

- Bo navê mêzayê yekjimar "ê" ye:

Ez vê keçê dinasim.

- Bo komjimara her du zayendan "an" e:

Ez van kuran dinasim.

Ez van keçan dinasim.

Di van mînakên çûyî de, ew berjimarên jimarnavan tev mêza û yekjimar in. Li gor pergala nîşandekên tewangê divê nîşandeka "ê"yê bigihêje wan berjimaran:

- dara 6ê, pola 4ê, sala 1960ê, meha 8ê, sala 2024ê

Li dûmahîya vê zelalkirinê, em ji wan kesên ku "an"ê li şûna "ê"yê dixebitînin dipirsin:

Bi çi behaneyê hûn nîşandeka tewanga navên komjimar bo tewanga navên mêzayên yekjimar dixebitînin!!?

Gelo kes heye bersiva pirsa me bide!?

3. Jimarnavên dehîn (dehdeh):

 Jimarnavên dehîn ew jimarnav in ên ku di bingeha xwe de ji "dehdehan" pêk tên, wek: 20, 30, 50, 80, 100, 1000 ...

Tewanga van jimarnavan bi dû şêweyan pêk tê:

1- Eger berjimarên wan diyar bin, hingê tewang digihêje berjimaran û wan bi nîşandeka "an"ê ditewîne, wek:

- Ez 20 hevalan dinasim.

- Pezê Temo ji 100 mîhan û 30 bizinan pêk tê.

2- Lê eger berjimar ne diyar bin, an ku jimarnav bê berjimar bin, hingê jimarnavên dehîn dê weku navên komel (pez, kerî, ref, col ...) bi "î"yê bêne tewandin, wek:

- Ji 100î 30î bide min 70yî ji xwe re bibe.

Amûdê – 25.08.2024

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)