Bi rastî Kurd mirîperest in?

Kurd zindîkujên mirîperest in. Tu devê kîjan Kurdî vekî, ev hevok tavilê jê dipengize lê gelo em bi rastî zindîkujên mirîperest in? Ne xêr, ne wisa ye.

Me ne bi saxîtî ne jî bi mirîtî guhê xwe nedaye dahênerên rastîn. Bi gotineke din, me kesê layiq li cihê layiqî wî nedaniye. Li welatê me ev yek tenê bi dev e û kêm caran dibe ketwar û pêk tê. Bi sedan mirovên me yên jêhatî û afirîner hebûn ku serê xwe di nav keder û xeman de danîn û ji nav me bar kirin. Wekî mînak, mamoste Mihemed Mewlûd Memê romannivîs ku yek ji nivîskarên Kurd ên qelemşor bû ne sax ne jî mirî wekî ku tê xwestin kesî guh nedayê û lê xwedî derneket.

Hunermendê stranbêj Fatih Merdoxyan heta sax bû, ne tenê hatibû paşguhkirin, tewra ji ber hejarî û nebûniyê li sûka bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê pêlavên xelkê boyax dikirin û paşê jî ji birçîna mir. Piştî ku mir jî bi tevahî hate jibîrkirin. Doktor Cemalê Zarokan piştî mirina xwe çawa tê bibîranîn? Salê carekê di malperekê de wêneyekî wî tê weşandin! Rêzgirtin ew e ku bi sedan doktor li ser şopa wî bimeşin û di rêka wî de herin.

Me Kurdan ne sax ne jî mirî rêz li kesayetên xwe yên baş û afirîner negirtiye. Tewra hin kesayetên siyasî jî tevî ku xizmên wan xwedî nifûz in, wek pêwîst awir li wan nayê vedan û guhdan bi wan nayê kirin. Bi qasî ku heye di salvgera van kesayetan de peykerokek ji wan re tête çêkirin û ji bo saetekê di salonekê de têne bibîranîn.

An jî wêneyên wan li ser Facebookê tên belavkirin û paşê dosyaya wan tê girtin, heta sala nû kes li wan nanihêre û nayên bîra ti kesî û di hişê ti kesî de namînin. Berovajî vê yekê, hin kesayetî heta sax in ji ber amadebûn û pêgeha wan girîngî bi wan tê dayîn û behsa wan tê kirin. Wekî din, piştî mirinê, salê carekê bibîranîneke kevneşopî ji wan re tê sazkirin ku bi baweriya min rengekî kuştinê yê din e.

Hin dahêner jî hene ku ne bi saxîtî ne jî bi mirîtî nayên bîra ti kesî. Yên ku li wan hatiye nihêrtin jî wek min li jor got, bibîranîneke bê ser û ber e û bi lez û bez du sê gotarok û du sê bîranînên wê kesayetê têne vegotin wesselam! Hinek jî ji bo wênegirtin û xwenîşandanê yan ji ber xatirê xatirdaran li wan bîranînan amade dibin.

Bo nimûne, berî çend rojan mamoste Şêrko Bêkes hat bibîranîn. Tiştê ku me dît du sê helbest, gotarokek û peykerek bû. Ma mirîperestî ev e? Bi rastî, navê vê yekê bibîrxistin û awirvedana li helbestvanekî ye ku ji hezaran zêdetir helbest nivîsandine? Loma ez wer dibînim ku Kurd ne bi saxîtî ne jî bi mirîtî rêza kesayetên xwe yên afirîner nagirin û sedemên sereke jî nehişyarî, nezanî, derdê nexwendin û xwekêmdîtinê ye.

Kurd dildarên vîla, nargîle û baxçeyan in. Kurdek amade ye her roj here kafeteryayê û 10-15 hezar dînaran bide nargîleyekê lê ne amade ye pênc hezaran bide pirtûkekê û bixwîne!

Bibîranîn û rêzgirtina afirîneran ew e ku lêkolînên cidî li ser berhemên wan bên kirin û bi baldarî bên xwendin, mifa ji şîretên wan bê wergirtin û ya herî girîng jî ew e ku rêya wan her tim ronî be û xelk bidin ser şopa wan.   

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)