‘Mîrê Kurdistanê’ Kakelo (Di çapemeniya Swêdî de)

Destpêk

Berî gelek salan di kovareke swêdî de ez rastî nûçeyeke bi wêne: Welîhatekî Sexte (En falsk kronprins) ya kurt hatim. Bi rastî min zêde giringîyek nedayê. Lê belê dîsa jî min kopîyake wê nûçeya kurt derxist û kire nav arşîva xwe. Di vê nûçeyê de dihate gotin ku “Ev demeke dirêj e ku mirovek li Berlînê dijî û dibêje ew kurê herî mezin yê mîrê Kurdistanê ye. Niha eşkere bûye ku ew terzîyekî misirî ye û ji bo gelek tawanan berê hatiye cezakirin û ji Elmanyayê jî hatiye dersînor kirin, qewitandin”.[1] Di sala 2006an de min ev nûçeya kire mijara nivîseke kurt di malperên kurdî de belav kir.[2] Piştî vê nivîsa min çend sal derbas bûn. Paşê min dît ku ne tenê li Swêd, Fînlandîya û Danîmarkayê, ev kesê sextekar li hemû cîhanê hatiye nasîn. Kakelo polêsên Fransa, Îngîltere, Almanya û Amerîkayê bi qasî deh salan mijûl kiriye, li pey xwe gerandiye. Wî, polêsên yûnanî, hollandî û îspanyolî jî mijûl kiriye. Kakelo diçe kîjan welatî ji ber sextekariya xwe tê girtin, di girtîgehê de dimîne û paşê ji wan welatan tê dersînorkirin. Paşê ez fêr bûm ku nivîskareke fînlandî li ser vî kesê sextekar wek em ê li jêr jî bibînin şanoyek nivîsîye, sextekariya wî derxistiye holê û jîyana vî kesî wek pirtûk weşandiye. Di sala 2014an de di kovarên Bîrnebûn[3] û Dîroka Kurd[4] de nivîseke min bi navê “Kakelo: Serpêhatiya Super-Sextekarekî” bi kurdî û tirkî hatin weşandin. Ji aliyê xwendevanan de wek nivîseke xweş û kêfdar hat hesibîn. Yekî nivîsîye ku  “Wisa hat fam kirin ku me ji vî sextekarî hez kir”. Hin xwendevanan qala kesên wek Kakelo kirine ku di jîyana rojane de derketine pêşberî wan. Hin kesan Kakelo bi rastî wek kurd hesibandine: Kurdê Misirê! Di sala 2022an li gorî çavkaniyên tirkî û di sala 2023an de jî Kakelo li gorî çapemeniya swêdî bû mijara du lêkolînên min yên tirkî[5] û kurdî[6].

Kakelo ne tenê bala min, berî sed salan bala kesên din jî kişandiye. Wek mînak xwendevanekî îspanyolî bi kronolojîk ji sala 1920an heta sala 1928an hemû fêlbazî û sextekariyên Kakelo yek bi yek rêz dike. Ev nivîsa balkêş ku di sala 1928an de ji aliyê kesekî bi zanava N.H. de hatiye amadekirin û li ser internetê bi wergera tirkî belavbûye (2014). Vî kesî lîsteyeke bi dehan jinên ku Kakelo ji rê derxistine û xapandine jî amade kiriye. Ev jin ji her komên civatê tên. Vî kesî pêşneyar kiriye wekî peykerekî Kakelo li Îspanyayê bê çêkirin! Bi saya vê nivîsê em ji serpêhatiyên Kakelo yên wek li Hollanda û Îspanyayê jî agahdar dibin. Mirov dikare bi rehetî bêje ku berî me jî Kakelo bala nivîskar û lêkoleran kişandiye, jîyana wî kirine mijarên nivîsên xwe.

Navên Kakelo yên din

Di nîvê pêşîn yê sedsala 20an de mijarên wek dîplomatê kurd Şerîf Paşa, balerîn û hunermenda dansê Leyla Bedirxan û Zaro Axayê Bîtlisî ku li cîhanê mirovê herî kal hatibû nasîn li welatên Ewrûpayê û Amerîkayê gelek hatine nasîn, çapemeniya cîhanê cîhekî fireh daye van hersê kurdan. Belkî jî Kakelo serpêhatiyên van kesan, jîyan û karîzmaya wan ji xwe re wek mînak hilbijartiye, daye li pey rêça wan. Kakelo carekê xwe ji malbata Şerif Paşa hesibandiye. Di nûçeyeke din de Kakelo vê carê navê Bedirxan li navê xwe zêde kiriye. Rojnameyek ku cîh dide girtina vî sextekarî radighîne ku wî xwe wek kurdekî ji Kermanşahê daye nasîn, navî wî wiha ye: “Zerdecheno Bader-Khan Mohammed Said Kakelo”. Çawa li vir jî xuya dibe navê wî vê carê ji pênc peyvan pêk hatiye. Navê Kakelo carina bi forma “Cacelo” jî hatiye nivîsîn. Çawa tê zanîn Leyla Bedirxanê jî naznavên “Mîrê kurd” û “Kurê mîrê kurd” ji bo bavê xwe Ebdurrezak Bedirxan bikaranîye. Rojnameyan bavê Leyla Bedirxanê wek hukimdar (kejsare) bi nav kirine. Kakilo mimkun ev navnîşana Ebdurrezak Bedirxan ”deyn” kiriye. Lê belê çavkaniyên kurdî yên kevn qet qala vî terzîyê super-sextekar nekirine, di çavkaniyên kurdî de navê wî jî qet derbas nabe. Ev yeka ji bo mijara Leyla Bedirxan û Zaro Axa jî derbas dibe. Wek tê zanîn ev salan li Kurdistanê salên serhildanan tên hesibîn. Zilm û zordestiya li dijî kurdan mezin e. Ji ber vê rewşê mimkûn e van mijaran bala kurdan zêde nekişandiye yan jî ji ber çavan reviye. Em dikarin lîsteyeke navên ku Kakelo di nav van deh salan de li xwe kirine jî bidin: Jacques Baylackville, I.A. Bonson, Kakelo, Mohamed Said, Prinsen av Kurdistan, Prins Mohamed al Raschhd, Prins Zerdecheno Kakelo, Said Kakelo, Said Mohamed Kakelo, Zerdecheno Mohamed Said Kakelo, Zerdecheno Bader Khan. Ji ber dirêjahiya navê Zerdecheno di çapemeniya amerîkayî de hin caran forma “Zerdie” jî hatiye bikaranîn û nîşanên ecêb li ser fesê wî hene. Vî terzîyê misirî navnîşa xwe kiriye mîr (prins) û ji ber vê jî hertim “Mîrê Kurdistanê” yan jî “Kurê Mîrê Kurdistanê” xwe daye nasandin. Lê belê ji bo ku xwe nede dest gelek caran navên nû li xwe kirine. Di çavkaniyan de zêdetir bi forma Mîr Zerdeşeno (Prins Zerdecheno) hatiye nasîn. Bona ku ez bal û hişê xwendevanan zêde tevlihev nekim min li jêr tenê forma Kakelo bi kar anîye. Navê wî di dîroka Îngîltereyê ya krîmînal jî de derbas dibe. Mirovekî tarî bûye û gelek caran bi karên qulopilo mijûl bûye.

 

 Kakelo di çapemeniya swêdê de

Di çapemeniya swêdî de nêzîkî 20 nûçeyên cihê di derbarê vî sextekar û fêlbazê navdar Kakelo de hatine weşandin. Çapemeniya swêdî di nav van deh salan de giringiyeke mezin daye nûçeyên di derbarê Kakelo nûçeya pêşîn di sala 1923an hatiye weşandin. Vê nûçeyê  jîyana wî şibandiye romanekê. Serpêhatiya wî wek “romana maceraperestekî modern” bi nav kiriye û sernivîsa nûçeyê jî bi heman îfadeyê hatiye pêşkêşkirin. Rojnameyê xwestiye nîşan bide ku wî jîyana xwe di nav van deh salan de avitiye nav telûkê û rîskeke mezin![7] Li gorî nûçeyekê Kakilo di sala 1921an de dest bi karê sexterkariyê kiriye, vî karî ji 10 salan zêdetir domandiye.[8]  Di çapemeniya swêdî di derbarê koka Kakelo û welatê wî de gelek dîtin hene. Du welatên ku derdikevin pêş Tirkiye û Misir in. Li gorî hin agahiyan ew ji Îzmir û Stembolê ye, çend rojname dinivîsin ku ew ji Misirê bûye. Rojnameyek radighîne ku Kakelo Kurdistan tenê di xeyalê xwe de dîtiye.[9] Wî carekê gotiye ku ew xwedîyê qesrekê ye ku qasî 1000 ode tê de hene. Carekê jî di şîvekê de dîyar kiriye ku ew xwedîyê 30 hezar hêştir (deve) e. Gelek jinan bi heyranî çîrokên wî guhdar kirine. Bi pêşkêşiya van beyanên Kakelo dîyar dike ku ew di warê vir û derew de xwedîyê “kabîlîyet” û “cûretekî mezin” bûye.

Zilamê salonan

Rojnameyan serfiraziyên Kakelo bi çend faktoran ve girêdane. Berî her tiştî kanîn û kabîlîyeta wî ya axaftinê gelek bala mirovan kişandiye. Rojnamek dinivîse ku ew yek ji wan sextekarên herî zîrektirîn e ku hemû zimanên Ewrûpayê zane.[10] Kakelo xwestiye zêde di nav sosyetê de xuya bike, mirovê salonan bûye. Di maseya lîstikan de jî jêhatî bûye. Kinc, rabûn û rûniştina Kakelo statûya wî hertim derxistiye pêş. Tîp, dirûv û xuyabûna wî (apparition) ya rohilatî hertim çîrokên hezar û yek şevan aniye bîra mirovên dereke. Di her civatê de bi navnîşanên xwe yên qiraliyetê û padîşahiyê wek ”Prins av Kurdistan” tevgeriyaye. Vê yekê şewq û şemala kesayetiya wî hin jî zêde kiriye. Bi vegotina serpêhatî û çîrokên ku di xortaniyê de li serê wî re derbas bûne bi taybetî bala jinan gelek kişandiye. Jinên amerîkayî û jinên ji welatên din çîrok û serpêhatiyên ku Kakelo ji wan re gotine bi baldariyeke mezin guhdar kirine. Rojnameyek vê baldariyê wiha tîne zimîn: “Wek çîlekên (tûerd) teze ku zivistanê bên xwarin!”.[11] Demekê wek mînak nûçeyek belav dibe wekî Kakelo prensesekê digere. Jin ketine lecê û canê xwe dane bona Kakelo bibînin. Vê heyraniyê di pêkhatina efsaneya Kakelo de roleke mezin lîstiye. Bi giştî Kakelo li ser kesên ku ew nas nekirine cara pêşîn întiba û bandoreke xurt hîştiye. Ji ber vê yekê jî gelek kesan baweriya xwe pê aniye.

Mîrê kurd li Îzmirê

Di rojnameya swêdî Aftonbladet de bi sernavê ”Terzîyekî Îzmîrî wek Mîrê Kurdistanê” nivîseke dirêj tê weşandin. Nivîsa ku di sala 1925an hatiye nivîsîn û qala vegera Kakelo ya berbi Îngîltereyê dike. Lê belê rojname xwendevanan dibe salên berê dema ku Kakelo cara pêşîn derketiye holê û navê xwe daye bîhistin. Em ji vê nivîsê fêr dibin ku Kakelo çend salan li Îzmirê maye û bi karê terzîtîyê mijûl bûye. Rojnameyek din ku di sala 1927an de derketiye dîyar dike ku welatê ku Kakilo lê hatiye dinê Stembol e, koka wî dighêje malbataeke tirk-ermenî.  [12] Bi pereyên ku dane hev rojekê ji jina xwe ya bedew re xizemeke pozan bi kevirê herî giranbiha bi almas distîne. Jina wî ya bi navê Fatime bi vê dîyarîyê gelek dilşa dibe, xwe qure dike û jinên cînar bi vê almasê diqehirîne. Carekê sîrkvanekî fransî bi navê M. Albert di sala 1919 an de diçe Anatoliyê bona ji sîrk û cambazxaneya xwe re tiştên balkêş peyda bike. Rêya wî carekê li Îzmirê dikeve. Rojekê bona şalê xwe bide terzîyekî, diçe terzîxaneyekê. Ev dikan cîhê karê Kakelo bûye. Tiştê ku cara pêşîn bala wî dikşîne ew xizemên pozê Fatimeyê ne, ew dibîne ku xizemên bi almas di odeya nîv-tarî de dibiriqin. Tavilê tiştek tê hişê M. Albert. Ev xanima tam tîpeke baş e bona sîrka wî. Dema terzî şalê wî çêdike, ew ji xwe re hinekî dipeyivîn û plana xwe ji wan re eşkere dike. Ew ê ligel wî herin Ewrûpayê, Fatimeyê bi kincên xweşik bibe prenses û terzî jî dê bibe Mîrê Kurdistanê. Terzî û jina wî vê pêşneyarê bi kêfxweşî qebûl dikin. Di nav demeke kurt de hemû malbat ligel alîkarê M. Albert xwe diçin Fransayê. Ev karê sîrkê bi serfirazîyên mezin berdewam dike. Lê belê demek tê êdî teşamevanên fransî hêdî hêdî ji plakat û afîşên ”Fatima bi poz-almas” aciz dibin. Di dawiyê de ew ji vî karî tên derxistin. Terzî û jina wî li meydanê dimînin, nizanin çi bikin. Wê demê êdî Kakelo dest bi serpêhatiya xwe ya nedîtî dike: ”Jina min prensesa Kurdistanê bû, ez jî prens. Temam, di jîyana rojane de jî em ew in”. Lê belê ew nikarin li Fransayê zêde fêlbaziyê bikin bona ku ew li wir êdî hatine eşkerekirin.

 

Li Fransayê

Li gorî nûçeyên sala 1923 Kakelo li Fransayê jî kêfa xwe dinêre. Kakelo koka xwe vê carê gîhandiye Mihemmed Pêxember. Wî li wir gotiye ku dema ew hatiye salên xortaniyê Qiraliyeta Kurdistanê gelek îmkan û mecal jê re peyda kirine. Lê belê di dawiyê de Kakelo li Parîsê tê girtin.[13] Piştî sextekariya wî derketiye rûyê rojê, ew hatiye mehkemekirin û 6 meh ceza werdigre.[14] Di derbarê macerayên Kakilo de li Fransayê nûçeyek wî wiha dide nasîn: “Terzî-Mîrê Rivieranê”.[15] Di nivîsê de qala serpêhatiyên Kakelo yên ku li Nizzayê (Nice) hatine serê wî rêz dike. Vê carê jinebîyeke yunanî Zarie Opoulos nas dike ku gelek dewlemend bûye. Wê demê nûçeyek belav dibe wekî Kakilo ji xwe re mîrxatûnekê digere! Piştî vê nûçeyê gelek jin dîsa dilezînin bona xwe bighînin Kakelo.[16] Keseke bi navê Ester Walters ji Fransayê nameyekê dişîne Fînlandyayê ku qala gera Kakelo ya Nice dike. Name di rojnameke bi zimanê swêdî de ku li Fînlandîyayê derketîye, hatiye weşandin. Jinan bawer kirine ku mêrê herî îdeal ji bo wan Kakelo ye, wek prensên çîrokan (sagoprins) hesibandine.[17]

Li Îngîltereyê

Nivîseke dirêj ku di derbarê Kakelo de hatiye weşandin dîyar dike ku Kakelo di destpêkê de fikiriye bibe Mîrê Afganîstanê. Carekê dema li Îngîltereyê bûye rojnameyekê dixwîne wekî Qiralê Afganîstanê di demeke nêzîk de wê seredana Îngîltereyê bike. Dema vê yekê fêr dibe bi lez dev ji vê plana Afganîstanê berdide, lê belê gelek dewletên piçûk ên Rohilatê hene ku di derbarê wan de xwedîyê agahiyên hindik in. Li nexşeyan mêze dike, vê carê welatekî lê digere, dibîne. Welatê ku keşif dike Kurdistan e! Kincên fermî, nîşan û medalyayên ji hev xweşiktir peyda dike û di dawiyê de xwe wek Mîrê Kurdistanê dide nasîn.[18] Dema vê yekê têrê nekiriye, dîroka koka xwe dirêj kiriye. Kakelo wek mînak carekê dema li Îngîltereyê di dadgehê de hatiye tawankirin, koka xwe heta fravunên Misirê û hukimdarên Babîlê dirêj kiriye. Lê belê kingê Kakelo zêde çûye, serekê dadgehê gotinên wî birîne û jê tika kiriye ku tenê ”besa bûyerên piştî sala 1923an bike”. Kakelo vê carê gotiye ku wî bi sekreterê Lord Curzon re di derbarê ji nû ve pêkanîna Qiralîyetê li Kurdistanê axifiye. Dema parêzer jê pirsiye ew ê mesrefên parêzeriyê 56 panûtan wê çawa bide, wî gotiye: “...ew pereyên ku hewcedariya min pê heye Prensesa Kurdistanê dê ji min re bişîne”. Kakelo paşê wiha gotiye: ”56 panut çi ne, 56 milyonên min hene”. Dema li Îngîltereyê tê girtin, ji bo xudanê otelê bixapîne gotiye ku di kontoyeke New Yorkê de “wek gîha” pereyên wî hene û hewl dide ku bi alîkariya parêzerê xwe wan peran derbasî li ser hesabê xwe yê Londonê bike.[19] Kakelo tu car pereyên otelên xweş li London, Paris û Newyorkê ku lê maye, nedaye. Rojnameyek bi sernavê xwe bala xwendevanan dikşîne ser xaleke giring: “Êvaran prens e û rojê solan boyax dike”.[20] Rojnameyekê jî bi sernavê “Welîhatê ku şalan ûtî dike” ew daya nasandin.[21]

Kakelo li Amerîkayê

Kakelo çend caran berê xwe daye Amerîkayê. Ew li wir gelek bi dilgermî tê pêşwazîkirin û hatina wî bala amerîkaniyan dikşîne, gelek rojname bi nivîs û wêneyên wî tên xemilandin. Bi taybetî jî jina wî: “Prensesa poz bi elmas” Gelek banke û dezgeh baweriya xwe bi wî tînin. Hejmara kesên ku deyn dane wî zêdetir dibin. Lê belê balona Kakelo divê rojekê biteqiya. Ji vir şunda kontroleke mezin dest pê dike. Jina terzî mecbûr dibe xizema pozê xwe derdixe firotanê bona deynê xwe bidin. Dema ew cezayê xwe temam dike venagere Îzmirê. Vê carê berê xwe dide Îngîltereyê. Bi jina xwe li keştiyekê sîyar dibe berbi Liverpolê bi rê dikeve. Lê belê berî ku ew xwe bighîne Îngîltereyê polêsên Amerikayê hevkarên xwe, polêsê Îngîltereyê agahdar dikin. Dema ev tên Îngîltereyê ji aliyê polês de bi germî tên pêşwazîkirin.[22] Rojnameke din dinivîse ku polêsê Îngîltereyê dê Kakelo şunda bişîne Amerîkayê. Rojname vê serpêhatiyê wek jîyaneke ecêb dinirxîne. Dema Kakelo tê Fransa û Îngîltereyê, polêsê van welatan hertim careke din wî şunda dişîne Amerîkayê, ew jî xwe vê yekê dixwaze. Di dawiya nivîsê de tê gotin ku Kakelo dê li ser Behra Atlanîkê re wiha her bê û here. Heta mirinê, çawa hebe her mesref ji kîsê dewleta ku wî şunda dişînin welatekî din, derdikeve.[23] Li gorî rojnameya Dagens Nyheter, Kakelo di destpêka sala 1920an de hatiye Amerîkayê û di şîrketeke kincan de xebitiye. Li wir hinek pere dane hev û ziman fêr bûye. Ji rola Mîrê Kurdistanê bilîze kincên here biha ji xwe re peyda kirine. Rojname dinivîse ku Kakelo li cîhekî Rohilatê hatiye dinê û Kurdîstan tenê di xeyalê xwe de dîtiye.[24] Lê belê bi xeyalî be jî wî xwe wek Mîrê Kurdistanê dîtiye û daye nasandin:Tiştekî min yê veşartî tune. Hemû dinê zane ku ez Mîrê Kurdistanê me”.[25] 

Kakelo carekê dema diçe Amerîkayê di vapûrê de jinekê dibîne aqil û hiş di serê wî de namîne, wisa bedew bûye. Ev xanima, hunermenda navdar Irene Rich bûye. Dema Irene Rich gelek pirsan di derbarê Kurdistanê û kurdan de jê dipirse Kakilo bona xwe nede dest dikeve dilqê nexweşn û dibêje “behrê min girtiye”. Paşê ji wir dûr dikeve. [26] Carekê jî di dêreke New Yorkê de nîşanîyek çêdibe. Wê demê du dedektîv jî dikevine hundir û zavê hildidin dibin, bûk jî ji xwe ve diçe, dikeve erdê. Zava Kakelo ye. Di qereqola polês de Kakelo navê xwe wek Jaques Gudrun pêşkêş dike. Ev rojnameya ku di sala 1934an de derketiye dîyar dike ku Kakelo di îfadeya xwe de gotiye ku ev cara 26an e ew tê girtin.[27]

Wek dîplomatê Kurdîstanê seredana Yunanîstanê dike

Li gorî nûçegîhanê Atînayê yê rojnameyeke fransî Kakelo çûye Yunanîstanê û xwestiye li gel berpirsên welêt li ser dostaniya Kurdistan û Yunanîstanê bipeyîve. Diçe seredana Wezareta Karên Derveyî û xwe wek Mîrê Kurdistanê dide nasîn. Armanca hatina xwe wiha ji Georgios Roussos re diyar dike: ”Ez bi navê gelê xwe hatime û dixwazim ligel Yunanîstanê peymaneke yekitiyê girê bidim”. Ew dixwaze wezîr bibîne û vê yekê ligel wî  bişêwire. Du saet şunda ev hevdudîtin pêk tê. Diçe eniya wezîr paç dike û armanca hatina xwe dubare dike. Wezîrê karên derveyî soz dide Kakelo ku wî bi serokwezîr Alexandros Papanastasioure bide nasîn û li ser hûraliyên vê dostaniyê bipeyîvin. Rojtira din Kakelo li odeya payînê de amade dibe û bi hêviya Papanastasioure bibîne li wir disekine. Berdestî (xizmetkar) xwe li ber Kakelo, vî mêvanê ezîz serê xwe kûr ditewînin. Tavilê du kes dikevine hundir û dibêjine Kakelo ”Tu hatî girtin!”. Paşê Kakelo li Atînayê dibin daîreya polês. Li wir şopên tiliya wî hildidin. Paşê xuya dibe ku ev şopa tiliya wî bi şopa tiliya sextekarekî ku Înterpol lê digere, li hev tê. Kakelo mecbûr dimîne qebûl bike ku bi rastî ev herdu kes yek in.[28] Rojnameyek van çalakiyên Kakelo li Yunanîstanê wek bikaranîna sexte ya desthilatiyê (köpenickiad) pêşkêşî xwendevanên xwe dike.[29] Çawa xuya dibe Kakelo wek ”bavê kurdan”, ”xwedîyê kurdan” û ”berdevkê kurdan” di çend rolan de lîstîye. Bi taybetî rola ”dîplomatê kurd” bi serfirazî meşandiye. Di cîhekî gotiye ku ev kurê mîrê Kurdistanê ye, navê bavê wî Mîr Abdullah e ku berî salan wefat kiriye. Abdullahê ku Kekelo li vir qala wî kiriye dikare Şêx Ubeydulah be bona ku Şêx Ubeydulah di gelek çavkaniyên kevin de wek ”Abdullah“ derbas dibe.[30] Dema Serhildana Şêx Seîd, Kakelo xwestiye alîkariya 18 mîlyon kurd bike ku serî hildane. Carekê jî wî gotiye ku ew kesê hûn lê digerin ne ez im, hûn min û bi yekî din ve tevlihev dikin. Ji berîka xwe madalyake mîna stêrkeke zîv derxistiye û gotiye: ”Ev stêrka Kurdistanê ye”. Di nivîseke din de em dixwînin ku Kakelo vê carê li Belgradê hatiye girtin.[31] Kakelo ne tenê rola hukimdarê Kurdistanê hildaye ser milê xwe, wî carekê jî dîyar kiriye ku ew bona yekitiya Misilmanan û Îslamê kar dike. Rojnameyek vê hewldayîna Kakelo wek “Hêviya nû ya Îslamê” pêşkêş dike.[32] Çawa xuya dibe ku ev kesê exantrîk (ecêb) ketiye gelek dilqan û di rolên cihê de dilîze.

Kakelo li Almanyayê

Mîrê kurd dixwaze jîyana wî bibe fîlm

Kakelo dema ku li Berlînê dimîne, li wir rastî gelek kesan tê û dixwaze wan jî bixapîne. Di nav van kesan de rejîsorê danîmarkî Holger Matsen (1878-1943) jî heye ku ji bo kişandina çend fîlman çûye Berlînê. Dema ew ji Berlînê vedigere Danîmarkayê rojnamevan di derbarê gera wî de çend mijaran jê dipirsên. Holger Matsen dest pê dike qala hevdudîtina xwe ligel Kakelo dike. Rojekê di salona otela Esplantes li Berlînê kesek bi kincên gelek xweşik nêzîkî wî dibe û nasiya xwe didê. Ew dixwaze ku Holger Matsen jîyana wî bike mijara fîlmekî. Rojtira din vê carê tê cîhê karê Holger Matsen û qala jîyana xwe dike. Holger Matsen dibêje ku ji bo fîlmekî divê gelek pereyên mirovan hebin. Kakelo: ”Pêkanîna vî karî gelek hêsa ye. Ez li cîhanê dewlemendê herî mezin im”. Paşê ew çekên bankeyan, vîza xwe ya Koşka Spî û hin dokumentên din nîşanî Holger Matsen dide ku bona ew baweriya xwe pê bîne. Kakelo carekê dixwaze dîsa Holger Matsen bibîne. Ew biryar digrin ku di loqinteyeke ku li ser Augustburgerstrasse dimîne hev bibînin. Holger Matsen ji Kakelo tika dike ku dema ew tê loqinteyê ne bi kincên fermî, bi kincên sade bê bona ku bala mêvanan zêde nekşîne. Lê belê Holger Matsen mêze dike ku Kakelo dîsa bi kincên fermî hatiye. Ew ji ber vê aciz dibe, lê belê tiştekî bike jî tune ye. Holger Matsen vê yekê wiha tîne zimîn: ”Orkîdeyeke di nav besta gulên kanîzer de”. Dema vegerê ew di rê de ji Holger Matsen dipirsa gelo ew dikarin dest pê bikin, sibê serpêhatiya wî binivîsin. Lê belê Holger Matsen jê re careke din diyar dike ku heta pere neyên kontoya wî ew nikare dest bi vê projeyê bike. Rojtira din fêr dibe ku Kakelo bi çekên sexte xwestiye ji Deutsche Bank peran bikşîne, lê hatiye girtin. Paşê derdikeve holê ku ew terzîyekî ji Îzmirê ye, ev çend sal in ketiye dilqê “Mîrê Kurdistanê” û vê rolê baş dilîze. Li gorî rojnameyê ew niha di hucreya polês de jîyana xwe derbas dike. Di dawiya nivîsê de tê gotin ku dûrî aqilan nîne ku pêşerojê carekê fîlmek tevî hertiştî ligel Mîrê Kurdistanê bi rola lehengê yekem bê lîstin, mirov tucar nikare bizanibe! Nivîs bi van gotinan deriyan ji serpêhatiya Kakelo re nîvvekirî dihêle.[33] Kovareke swêdî diyar dike ku ev terzîyê misirî paşê ji Almanyayê hatiye dersînor kirin.[34]

Kakelo wisa xuya dibe giringiya sînema û fîlman di demeke gelek zû de fam kiriye.[35] Li gorî agahiyên rojnameyekê Kakelo dema li Berlînê bûye ligel hin kesan ketiye têkiliyan bona sefereke fîlmkişandinê li Kurdistanê.[36] Belkî  Kakelo serpêhatiya Wilhelm Voigt bihistiye ku di sala 1906an de li Berlînê qewimiye û paşê gelek navdar bûye. Di destpêka sedsala 20an de soldirîkî (solbend) alman bi navê Wilhelm Voigt di sala 1906an de kincên fermî ên serbazan xwe dike û komek leşker dixapîne hildide bal xwe û diçe Şaredariya Köpenickê (taxeke Berlîna îro) kaseya pereyên wan hildide direve û paşê şopa xwe winda dike. Bûyer wisa deng vedide ku paşê ji bikaranîna sextekariya bi vî tehrî re “köpenickiad” hatiye gotin û ev peyva heta niha jî tê bi kar anîn.[37] Dema rojnameyên van salan qala Kakelo kirine, wan Kakilo şibandine vî sextekarê alman. Çawa em dibînin “Voigtê li Köpenick” û “Kakeloyê li Berlîne” wek hevalcêwiyan di çapemeniya van salan de hatine nasandin.[38]

Kakelo bala fînlandiyan jî dikşîne

Mijara Kakelo heta Welatên Bakûrê yên din jî hatiye. Ji der Swêd û Danîmarkayê, ev sextekarê bi navê Kakelo wisa navdar bûye ku ji nivîskar û lêkoleran re gelek kar jî derxistiye. Serpêhatî û çîroka vî kesê misirî yê bi navê Kakelo bûye mijara berhemeke edebî jî. Nivîskara fînlandî Maria Jotuni (1880-1943) di berhemeke xwe de cîh dide jîyana vî kesê sextekar. Maria Jotuni bi navê “Mîrê kurd” (Kurdin Prinssi) şanoyekê di sala 1932an de dinivîse.[39] Maria Jotuni bi nivîsandina berhema “Mîrê kurd” serpêhatiya Kakelo kiriye perçeyekî dîroka edebîyat û şanogeriya fînlandî. Ev berhema ku ji 254 rûpelan pêkhatî wek şano çend caran li Fînlandîyayê hatiye lîstin.[40] Nivîskar xuya dike ku têkiliyên di navbera mirovan de gelek caran dikevin zikê hev û wan ji rê derdixin. Charles (Kakelo) di cîhekî gotiye ku “Em di dewra pêşketinê de dijîn. Ez plan dikim ku welatê xwe li gorî Ewrûpayê pêşta bibim. Jin dê serê xwe vekin, mêr dê rûdanên xwe yên dirêj bibirin, jêkin. Mirov şuna bikaranîna hêştiran dê li keştiyên ezmanî sîyar bibin”. Dema Emma hatiye Fînlandiyayê ji Charles re gotiye qet besa “kurdbûna xwe” neke. Lê belê di dawiya şanoyê de kesnameya rastîn a Charles derdikeve holê. Dema carekê Amî rojnameyekê dixwîne, ew li wir rastî nûçeyekê tê ku qala mîrekî kurd dike ku li hemû Ewrûpayê bi sextekariya xwe hatiye nasîn! Dema mîr vê yekê dibihîse dikeve rewşeke gelek xirab. Piştî vê yekê êdî “Mîrê Kurd” Charles mecbûr dimîne navê xwe eşkere dike: “Seid Mohammed Kakelo”.[41] Çawa em dibînin Mîrê kurd yê ezrarengîz ku ligel Hua-Lilang tê Fînlandîyayê bûye mijara şanoyekê.  Di vê şanoyê de statûya jinan, têkiliyên wan yên cuda tên niqaş kirin.

Dawî

Mirovek çawa dikare jîyana xwe di nav deh salan de wiha tenê li ser vir-derewan ava bike? Ez bawer dikim ku em bi alîkariya hin gotinên pêşiyan serpêhatiya Kakelo baştir dikarin nas bikin: “Kesekî ku derewekê bike dikare deh derewan jî bike!” Kakelo çûye kîjan welatî, kîjan dîyarî navê xwe guhartiye û ketiye dilqekî din. Bi kurtî wî jîyana xwe li ser vir-derewan înşa û boyax kiriye. Rolên xwe gelek baş lîstiye. Lê belê pêşiyên me dîsa rast gotine: “Mûmê derewkaran heta derengiya şevê vêdikeve!” yan jî “Derew rojekê derdikevin rûyê rojê!”. Çawa li jor jî xuya dibe piraniya nûçe û nivîsên di derbarê Kakelo de di navbera salên 1923-1934an de li Swêdê derketine, ew qasî 10 salan di rojeva çapemeniya swêdî de maye. Nûçeya  dawîn di sala 1934an de derketiye. Ev rojname ku dîyar dike ku Kakelo di îfadeya xwe de gotiye ku ev cara 26an e ew tê girtin.[42] Piştî 1934an de êdî em şopa Kakelo di çapemeniya swêdî de winda dikin.

 

Jêrenot:

[1] En falsk kronprins, Vecko Journalen, nr 32-1925, rûp.14.
 
[2] Rohat Alakom, Nûçeya salê-Sextekarê mezin ”Kurê Mîrê Kurdistanê!” eşkere bû (Malpera Nefel, 25-12-2006).
 
[3] Rohat Alakom, Kakelo: Serpêhatiya Super-Sextekarekî, Birnebûn, nr 60-2014.
 
[4] Rohat Alakom, Kürdistan Miri Kakelo: Bir Süper Sahtekârın Öyküsü, Kürt Tarihi, nr 14-2014.
 
[5] Rohat Alakom, Sahte 'Kürdistan Prensi' Kakelo (Türkçe kaynaklarda), Gazete Duvar, 16-2- 2022. Ev nivîs paşê di Kovara Bîr de jî derket (2023).
 
[6] Rohat Alakom: ‘Mîrê Kurdistanê’ Kakelo (Di çapemeniya swêdî de), Rûdaw, 16-7-2024.
 
[7] En modern äventyrares roman, Jämtlandsposten, 20-4-1923.
 
[8] Kronprinsen som pressade byxor, Söderhamns Tidning, 17-12-1927.
 
[9] Prins Zendecheno Kakelo, Emir av Kurdistan, åter illa ute, Dagens Nyheter, 30-7 1924. Navê Zerdecheno carina di rojnameyên swêdî de cuda hatiye nivîsîn, wek Zendecheno, Zeredecheno…
 
[10] Den hemlighetsfulle negerprinsen, Jämtlandsposten, 12-9-1924.
 
[11] Den senaste köpenickiaden-En skräddare som orientalisk suverän, Åbo Underrättelser, 24-1-1927.
 
[12] Rivierans skräddare-emir. En rad nya pikanta detaljer från “furstens” liv, Falu Länstidning, 1-2-1927.
 
[13] Prins av Kurdistan. Ättling av Muhammed häktad i Paris, Dagens Nyheter,  3-1-1923.
 
[14] Prinsen av Kurdistan får sex månaders fängelse, Dagens Nyheter, 18-4-1923.
 
[15] Rivierans skräddare-emir. En rad nya pikanta detaljer från “furstens” liv, Falu Länstidning, 1-2-1927.
 
[16] Emiren av Kurdistans äventyr, Trelleborgstidningen, 7-6-1927.
 
[17] Ester Walters, Prins Zérechendo (Resebrev från Nizza), Wiborgs Nyheter, 27-2-1927.
 
[18] Emiren av Kurdistans äventyr, Trelleborgstidningen, 7-6-1927.
 
[19] Prinsen av Kurdistan åter i farten, Dagens Nyheter, 5-4-1923.
 
[20] Prins om natten-skoputsare om dagen, Norrskensflamman, 13-9-1924.
 
[21] “Kronprinsen” som pressade byxor, Söderhamns Tidning, 17-12-1927.
 
[22] Skräddaren från Smyrna som emir av Kurdistan, Aftonbladet, 5-4-1925.
 
[23] En egendomlig varelse, Aftonbladet, 30-3 1925.
 
[24] Prins Zendecheno Kakelo, Emir av Kurdistan, åter illa ute, Dagens Nyheter, 30-7-1924.
 
[25] Prinsen av Kurdistan får sex månaders fängelse, Dagens Nyheter, 18-4-1923.
 
[26] Emiren av Kurdistans äventyr, Trelleborgstidningen, 7-6-1927.
 
[27] Svindlare eller fin karl, Norrskensflamman, 9-11-1934.
 
[28] Den falske storemiren, Aftonbladet, 17-6-1924.
 
[29] En djärv köpenickiad, Aftonbladet,  9-4-1924.
 
[30] Prins av Kurdistan, Dagens Nyheter, 6-4-1925.
 
[31] “Kronprinsen” som pressade byxor, Söderhamns Tidning, 17-12-1927.
 
[32] Islams nya hopp, Vasablad, 5-1-1923.
 
[33] …ville filmas, Svenska Dagbladet, 9-8-1925.
 
[34] En falsk kronprins, Vecko Journalen, nr 32-1925.
 
[35] Kronprinsen som pressade byxor, Söderhamns Tidning, 17-12-1927.
 
[36] Fint främmande i Berlin, Svenska Pressen, 25-7-1925.
 
[37] Per Landin, Wagners mörka punkt, 2001 (Skomakaren som bytte kläder, rûp.9-30). Gunnar Wahl, Tidernas största bedrägerier, 2005 (Köpenick-skomakaren som intog rådhus), rûp.123-133.
 
[38] Den senaste köpenickiaden-En skräddare som orientalisk suverän, Åbo Underrättelser, 24-1-1927.
 
[39] Maria Jotuni, Kurdin Prinssi, 1932.
 
[40] Gelek spas ji bo Peppinayê (Xanima xweyê Weşanxaneya Apecê Elî Çîfçî) ku ev pirûka bi zimanê fînlandî xwend û di derbarê naveroka wê de kurtenivîseke swêdî ji bo me amade kir.
 
[41] Maria Jotuni, Kurdin Prinssi, 1932, rûp.202.
 
[42] Svindlare eller fin karl, Norrskensflamman, 9-11-1934.