Bergê Pirtûka Pîrê Pîran Ebul Wefa El Kurdî û Şaristaniya Îrfanê ya Anadolê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hin diyarde hene ku karakterê her civakekê diyar dikin û hişmendiya neteweyî, nasname û kesayetiyê didin civakê. Di nav van faktoran de ya sereke şert û mercên erdnîgarî yên ku civak, gel û netewe tê de dijîn, zimanê ku xwe pê îfade dikin, çanda wê û ya herî girîng jî sîstema wê ya baweriyê tê. Di rastiyê de tiştên ku miletekî dike milet ev faktor in.
Her ku şaristanî û teknolojî bi pêş dikevin mirov bêtir berê xwe didin nirxên hevpar. Mîna ku piraniya mirovan bi olên gerdûnî yên bi nivîsên pîroz ên herî dawî bawer dikin û di cîhana îroyîn de zimanekî teknolojiyê yê hevpar bi kar tînin.
Di dîrokê de ti milet û neteweyekî ku ne xwediyê sîstemeke baweriyê be tune. Di encamê de di Quranê de jî tê gotin ku ji her miletî re pêxember hatiye şandin.
Baş e berî Îslamê û heta berî Zerdeştiyê baweriya miletê Kurd ku yek ji miletên herî kevin ên cîhanê ye çi bû? Ji vê baweriya kevnar çiqas şop û rêûresmên wê veguhestine sîstema baweriya xwe ya nû? Gelo di cîhana îro de berdewamiya baweriyên kevnar ên Kurdan heye?
Çawa ku Mehrdad R. Izzady di lêkolînên zanistî yên vê dawiyê yên li Rojhilat û Ewropayê de aniye ziman, baweriya kevnar a neteweyî ya kurdan Êzdayetî (Yezdanîtî) ye ku Êzidîtî, Elewîtî, Yaresanî, Ahîîzma Anatoliyê û Şaristaniya Hikmetê di nav xwe de dihewîne.
Mixabin ji ber ku gelê Kurd bi xwe dîroka xwe nenivîsandiye yên ku hebûna Kurdan înkar dikin an jî hewl didin wan asîmîle bikin, li gorî dilê xwe wekî ku dilê wan dixwest nivîsandine û hewl daye ku bi vî awayî nîşanî cîhanê jî bidin lê lêkolînerên Rûs û Rojavayî pişt re rastiyên dîroka Kurdan eşkere kirin.
Di encamê de jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hêzên emperyalîst yên Rojhilata Navîn, erdnîgariya Îslamê û bi taybetî jî Kurdistan parçe kirin û parve kirin. Wan hewl da Êzdiyatiyê wekî diyardeyeke ne-Kurd nîşan bidin û hinek Ereb hîn jî di vê çarçoveyê de hewl didin wiha nîşan bidin.
Çawa ku bi salan li Komara Tirkîyeyê stratejiya kart-kurt têrê nekir, her çi ji destê wan hat, kirin da ku Kurdên Zaza yên ku bi zimanê herî qedîm ê Kurdan dipeyivin û yên xwedî bawerîya Elewîtiyê Kurd qebûl nekin.
Di serdemên destpêkê de dema civak, gel û miletên ne-Ereb Îslamiyet qebûl dikir ji Cihûtî, Xristiyanî, Sebîî, Zerdeştî, Tengriyî, Şamanîzm û Brahmanîzmê zêdetir em dikarin bandor û şopên Yezdanîtiyê (Êzdayetî) bibînin.
Çawa ku em van şopan di nav eşîr û mîrektiyên Kurdan de dibînin em dikarin di Mazdek, Babek, Xuremî, Karmatî, Xelacê Mensûr, Suhrewerdî, Elewîtîya Anadolê, Yesewîtî, Yaresanî, Nûseyrîtî, Bektaşîtî, Wefaîtî, Mewlewîtî, Ahîtî û di kevneşopiyên dergah û terîqeta Sufîzmê yên Anadol û Mezopotamya de bibînin.
Di veguherîna rûyê şaristaniyeke Îslamê de ya ku ji vê çanda ji tevlihevbûnê pêk hatibû di Elewîtiyê de herî zêde bandora Ebûl Wefa el Kurdî, di baweriya Ehlî Heq de bandora Baba Tahirê Hemedanî ku wekî yekemîn helbestvanê Kurd tê qebûlkirin hebû. Êzdayetî jî di kesayetiya Misafir bin Adî de kom bûye.
Ji ber ku baweriyeke kevnar e Yezdanîtî (Êzdayetî) ji Zerdeştiyê hîn kevintir e. Di rastiyê de çawa dibe binge ku gelek rêûresmên Zerdeştiyê ji Êzdayetiyê hatibin:
-Heft ferîşteyên baş ên cîhanê bi rê ve dibin û heft ferîşteyên xirab
-Hebûna çîneke rûhanî ya bi navê Magî ku ji bav derbasî kur dibe
Nîşaneya wê yekê ne ku taybetiyên hevpar ên her du baweriyan hene.
Çîna rûhanî ya Magî ya bi bingeh Medî ye, di serdema Ahamenîşan de berî serdema Darius 25 salan Pers bi rê ve birin. Seyîdî, Pîrîtî û Şêxîtî ya ku di cîhana îroyîn de di nav Kurdên Sunî, Elewî û Êzidî de ji bav derbasî kur dibin, dibe ku encameke vê diyardeya dîrokî be.
Diyardeyên dîrokî: Eşîrên Kurd ên Med ku Zerdeştê dawî yê xwediyê pirtûka Avestayê ya pîroz a Zerdeştiyê ji nav wan derketiye, Kurdên di nava Împaratoriya Pers de dijîn, Kurdên ser bi Împaratoriya Partî ya Îranê û Kurdên girêdayî Romayê bi temamî Zerdeştî qebûl nekiriye. Ger qebûl bikira dê di nav wan de hinek perestgehên agir hebûna.
Êzdayetî û Îslam
Cihên ku Kurd lê dijiyan, heta serdema Îslamê di bin hikumraniya gelek dewlet û şaristaniyên wekî Med, Pers, Roma, Selewkos (B.Z. 312-129), Partî/Aşkanî (B.Z. 247-P.Z. 224) û Sasaniyan (224-651) de bûn.
Lê belê Kurdên ku bi giştî ji desthilatdariya navendî bêpar, nîvxweser, li geliyên mezin, çiyayî û asê jiyaneke nîvkoçerî û koçerî dijiyan, baweriyên xwe yên kevneşopî jiyane û bi devkî veguhastine. Her çiqasî koçeriya wan ji bo tevgera azad sûd dabe wan jî vê yekê nehiştiye ku avahiyên perestgehên mayînde ava bikin û berhemên nivîskî binivîsînin.
Di dema Ahamenîşan de Zerdeştî, di dema Selevkos û Partan de ola Yunanî an jî di desthilatdariya Romayê de wekî Ermeniyan Xiristiyanî qebûl nekirine. Kesên qebûl kiribin hebin jî kêm bûne.
Eger hejmara kesên Xiristiyanî qebûl kiriye gelek bûya dê weke Suryanî, Ermenî, Nestûrî û Keldaniyan avahiyeke sazûmanî ya Dêra Kurdan ango perestgeheke agir a taybet a Kurdan hebûya.
Gelê Kurd ê di dîrokê de ol û çandên ku bi ser de hatine ferzkirin red kirine, qonax bi qonax Îslam qebûl kiriye. Piştî qebûlkirina Îslamê baweriyên kevneşopî yên Kurdan bi temamî ji holê ranebûne.
Tevî ku bûbûn Misilman jî hinek Kurdan bi sentezkirina baweriyên xwe yên nû û kevin û baweriyên din ên li erdnîgariyê baweriyên weke Êzdayetî, Ehlî Heq û Elewîtiyê derxistine holê.
Izady jî li ser vê mijarê dibêje, “Ji çaxên kevnar tenê sê şaxên Êzdayetiyê gihiştine îro. Ev jî Êzidîtî, Elewîtî û Yaresanîtî (wekî Alîulahî an jî Ehlî Heq jî tê zanîn) ne. Elewîtî di heman demê de Nûseyrîtiyê jî di nav xwe de dihewîne, ku ji aliyê beşeke biçûk a Erebên li Sûriyeyê û piraniya Erebên li Tirkiyê tê qebûlkirin.”
Êzdanîtî û Êzidîtî
Êzdayetiya ku baskekî baweriya kevnar a Yezdanîtiyê ye bi gelemperî bi Yezdanîtiyê re tê tevlihevkirin. Li gorî baskên din ên Yezdanîtiyê bêhtir orjînal e û rêûresmên wê yên olî bi bêhtir nêzîkî Yezdanîtiyê ne.
Ziman û bingeha wê ya çandî bêhtir Kurdî ye. Îbadet, dia û rêûresmên wê yên olî yên din hemû bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî ne.
Di serdema destpêkê ya Îslamiyetê de kevneşopiya ku şopên Yezdanîtiyê dihewandin bandora wê heta astekê wekî diyardeyên mezhebî diyar dibû.
Şerefxanê Bedlîsî beriya sala 1600î di pirtûka dîroka Kurdan Şerefnameyê de dema dibêje piraniya Kurdan Sunî ne lê di heman demê de dibêje beşeke wan jî Êzidî ne lê dema ku behsa Eşîr û Mîrektiyên Kurdan dike, tê fêmkirin ku mebest Yezdanîtî ye, ne ku koma Êzidî ya ku weki “Şeytanperest” tê zanîn, an jî gelek kes wekî mezhebekî jirêderketî yê Îslamê dinirxînin.
Wekî mînak:
• Di Pêşgotina Serefnameyê de:
Hemû Kurd ji mezheba Şafiî ne, ew pir girîngiyê didin prensîbên Îslamê, Sineta Hz. Heyru'l-Enam (selat û slav lê bin), kiryarên Xelîfeyên Îzamê, nimêj, zekat, çûna hecê û girtina rojiyê.
Beşeke ji Kurdên li Mûsil û Şamê dijîn, bo nimûne Tasinî, Xalidî û Bisyanî û beşeke Bohtî, Mehmûdî û Dunbuliyan ji mezheba Êzîdiyan e.
Ev mirîdên Şêx Adî bin Misafîr in ên tabiê xelîfeyên Merwaniyan. Xwe bi wî ve girê dane. Li gorî baweriya xwe ya nerast (xurafe) wiha dibêjin: Şêx Adî rojî û nimêjên me wergirtine stûye xwe. Roja qiyametê bêyî lêpirsîn û ceza dê me bixe bihuştê.
• Şerefxan dema behsa Mîrektiya Hekariyê dike:
“Ji aliyê din ve dema ku Hesen Begê Akkoyuniyan li Îranê hikumdariya xwe xurt kir, ji ber dijminatî û hêrsa xwe ya mezin a li dijî hikumdarên Kurdistanê, Sofî Xelîl û Erebşahê ku fermandarên mezin ên Tirkmenên Akkoyunî bûn, ji bo êrîşa ser Kurdistanê û dagirkirina parêzgeha Hekariyê erkdar kirin.
Sofî Xelîl demekê xwe da benda derfetekê. Dema ku derfet dît êrişî Hekariyê kir. Êrişê rojeke çarşemê dest pê kir.
Tevî ku nobedarên sînor derbarê êrişa li ser welêt Êzdîn Şêr (Îzedîn Şêr) agahdar kir jî, wî got, ‘Îro Çarşem e, roja Çarşemê ne roja şer e û eger em îro bi dijmin re şer bikin dê bêyomiyê bi xwe re bîne.’
Şîretên şêwirmendan jî bê sûd bûn û ew ji bo amadehiya li dijî dijmin razî nebû. Di encamê de dijminê di bin fermandariya Sofî Xelîl û Erebşah de dest bi êrişê kir. Her du fermanderan Êzdîn Şêr girt û ew kuşt. Bi vî awayî parêzgeha Colemêrgê careke tenê ji dest van hikûmdaran derket û ket destê biyaniyan.
Piştî vê yekê Tirkmenan ev der bi rê ve bir. Karê asayîş û rêxistinê dane eşîra Dunbuliyan. Vê êşîrê demeke dirêj Hekarî li sernavê Akkoyuniyan bi rê ve bir.”
Wekî ku tê zanîn, li gel Cihûyan roja şemiyê, li gel Xirîstiyanan roja yekşemê û li gel Misilmanan roja în’w pîroz in, li gel Êzîdiyên Yezdanî jî roja çarşemê pîroz e.
• Bedlîsî, di beşa Mîrekên Cizîrê de dibêje:
Li gorî ku dîroknasên pêbawer dibêjin û encamên lêkolînan, binemala mîrên Cizîrê digihêje Xalid Bin Welîd ku yek ji xelîfên Emewiyan bû. Di nav bav û kalên wan de yekem kesê ku li Cizîrê hikumdarî kiriye, kesekî bi navê Silêman bin Xalid bûye. Vê xanedanê pêştir têgihiştina bêyom a Êzidîtiyê qebûl dikir. Piştre Xwedê rêya rast nîşanî wan da. Wan dev ji bîdatê berda, rêya Îslamê ji xwe re kir rêber û beşdarî civaka Ehlî Sunet û Cemaetê bûn. Mizgeft û medrese ava kirin û ji wan re gundên baş û erdên bibereket terxan kirin.”
Ma Xalid Bin Welid ne eshabe û fermandarê Îslamê yê serketî bû? Kevneşopiya Êzidiyan ji kû tê? Dîroka Xalid ku Bedlîsî di pêşgotinê de behs kiriye, ne bi eşîra Kurdên Xalidî yên Yezdanî ve eleqeder be? Diyardeya ku li vir tê fêmkirin ne Êzidîtî ye, Yezdanîtî ye.
• Bedlîsî, di berdewamiya beşa Mîrên Cizîrê de dibêje: Bajarokê Gurgîlê (Niha bi navê Dêrgul e), li Çiyayê Cûdiyê ye. Dibêjin keştiya Nûh (Slava Xwedê lê be) li vî çiyayî daketiye. Eşîra li vî bajarokî ji heft beran pêk tê. Çar ji wan Huseynî ne: Şehriyorî, Şehriyî, Gurgil, Îstorî.
Her sêyên din jî Êzidî ne: Nivîdkavun, Şoreş, Heyvdil
• Bedlîsî li ser malbata navdar a Durzî Canpolat ku hinek ji wan bûne Sunnî û hinek jî li Lubnanê mane ya Hikumdariya Mîrektiya Kilîsê û heta Antakyayê û ji wir jî heta sermîrektiya Trablusê kirine wiha dibêje:
Tê gotin ku li gorî rîwayetên pêbawer ew pismamên mîrên Hekarî û Îmadiyê ne. Ev sê bira bûn û navên wan Şemsedîn, Bahadîn û Menteşa bû.
Hikîmdarên Hekaryayê ji nifşa Şemsedîn bûn û Kurd ji wan re dibêjin Şemo. Ji hikûmdarên Îmadiyê re ku ji nifşê Bahadîn bûn digotin Batîn û ji hikumdarên Kilîsê re jî ji ber ku ji nifşa Menteşa bûn digotin Mend.
Bi her awayî Mend di destpêkê de dikaribû eşîreke Kurdan li dora xwe bicivîne û bi wan re çû Şam û Misirê û ket xizmeta hikûmdarên Eyubiyan. Eyubiyan jî li nêzîk parêzgeha Antakyayê bajarokê Quseyrê da wî. Mend û zilamên xwe zivistanê li vê derê bi cih bûn. Civateke Kurdên Êzidî ku berê li wê axê dijiyan li dora Mend kom bûn. Bi vî awayî jî roj bi roj navûdeng û bandora wî zêde bû. Kurd ji her derê hatin ba wî, herwiha Kurdên li nêzî Com û Kilîsê jî tevlî wî bûn.
• Bedlîsî di beşa ku behsa Mîrektiya Suleymaniyan a li derdora Amed û Pasûr (Qulp) desthilatdarî dikir de dibêje: Gelek eşîrên Kurd ên girêdayî vê mîrektiyê Êzidî (di rastî de Yezdanî) bûn:
Li gorî zanyariyên ku ji berhemên kesên behsa malbata Suleymaniyan dikin hatine veguhastin, dema ku Ebbasiyan, Merwanî ji holê rakirin, sê zarokên Eşek Merwan tevî komeke mezin ji zilamên xwe, dikaribûn ji Filistînê derkevin û xwe bispêrin parêzgeha Pasûrê û li wir li Geliyê Xoxê yê li navçeya Xezaliyê bi cih bûn.
Di nav demê de ber û eşîrên wî alî ku ya herî diyar û bi hêz jî eşîra Banûkî bû, li dora van kesên nûhatî kom bûn. Bi vê yekê navdar bûn û pişta wan xurt bû. Piştre bi saya piştgirî û cîhada van ber û eşîran kelehên Pasûr, Cîska, Tas, Hesolî, Meyaferqînê û heta peravên çemê Diyarbekirê û erdên ser bi van cihan û herwiha kelehên Bediyan, Karûkan, Dilkêlokiya, Ribat, Cirîs, Îdnik, Selîk û Genc, ji destên kafirên Gurcî û Ermenî derxistin û wan li van deran hikûmdariyeke serbixwe kir.
Li ser vê yekê, piraniya Merwaniyên ku li Misir û Şamê ji hev belav bûbûn hatin vê derê û li cem wan kom bûn. Civat di dawiyê de bû 8 komên sereke: Banûkî, Hevîdî, Dilhiran, Bocîyan, Zîlan, Bisyan, Zikziyan û Berazî. Hinek ji van eşîran Ehlî Sunet in û peyrewên Îmam Şafiî (r.a.) ne. Yên din jî xeletî kir û wan rêya Êzidîtiyê şopandin.
• Bedlîsî dibêje ku Hikumdariya Sohranê dane Husên Begê Desinî, ku yek ji zarokên mîrên eşîrên Êzidî ye.
• Ji bo Hesen Begê bîn Îvaz Beg bîn Mîr Hemît ku yek ji beytên mîrektiya Mahmûdiyan jî dibêje:
“Ew kesê ku ji nav eşîra Mehmûdiyan bîdatên Êzidîtiyê ji holê rakirin, rojî, nimêj, hec û zekat belav kirin, zarokên xwe ji bo xwendina Kelama Kevin û fêrbûna ferz û sunetan teşwîq kirin û medrese û mizgeft ava kirin.”
*Mehmet Hanîfî Alir ev nivîs ji pirtûka xwe ya bi navê “Pîrê Pîran Ebul Wefa El Kurdî û Şaristaniya Îrfanê ya Anadolê / Pirler Piri Ebul Vefa El Kurdî ve Anadolu İrfan Medeniyeti” ya çapnebûyî wergirtiye û cara ewil li vê derê belav dibe.
**Mehmet Hanîfî Alir sala 1959an li navçeya Panosê ya Agiriyê hatiye dinê, lêkoler û nivîskar e. Di navbera salên 2007 û 2011an de parlamenterê Agiriyê bû. Bi Kurdî, Îngilîzî, Erebî, Farisî û Tirkî dizane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse