Yasaya antîsemîstî, dij Cihû ya Iraqa Federal

16-06-2022
Newaf Mîro
Nîşan Iraq Herêma Kurdistanê Îsraîl
A+ A-

Parlementoya Iraqe federal di rûniştina xwe ya 26.05.2022ê de, danûstandina bi kesên Îsraîlî re qedexe kir, û kesên peywendiyên bi hemwelatiyên Îsraîlê re asayî dikin, dê bi hukmê hetahetayê girtin û sêdarê re bêne darizandin û cezakirin. Yasa bi dengên 275 ji 329 parlementeran hat erêkirin. Ev tê wê wateyê gelek parlementerên Kurd jî dengê xwe dane vê yasayê.

Min bala xwe dayê, ev yasa weke tiştekî asayî be, bêyî li raya giştî bê axaftin û bibe mijar dît. Tevî tu aliyê vê yasayê yê rewa di yasa û peymanên navneteweyî de heye yan nîne bête vegotin.

Tevî ew welat di rêza gendelî û bi arîşeyên cûr be cûr yên navxweyî de vedigevize û li ser damezrandina hikûmetek û serokekî nû li hev nakin, û nikarin arîşeyên xwe çareser bikin, lê ji bo biryareke wisa sosret lihev dikin.

Ev yasa ne tenê ji bo hemwelatiyên Iraqê, ji bo kesên ne Iraqî jî derbas dibe.

De başe, ka ev yasa bi kêrî çi tê û çi nayê? Xelk û dinya dizane, ku gelek ji xelkên ku îro Îsraîlî ne, pêşiyên wan ji Iraqê û li Kurdistanê ne. Her Îsraîlî yan cihûyek xwedî çîrokeke revê û exodûsê ye.

Êdî Îsraîlî yan cihû nikarin weke mêvan, an geştyar bêne wî welatî. Hatina wan ne di xisara wî welatî û niştecihên wî welatî ye. Bi xwe re dê dirava bînin û rewşa darayî dê baştir bibe.

Ya duyem ew mirovên dixwazin war û welatê pêşiyên xwe bi çavê xwe bibînin, nikarin û gelek mirov bi wê êşê mirin.

Yên qala dagerkirina Îsraîl a bajarên Erebên Filistînê dikin, çima qala dagerkirina mal û milkê Cihûyên Ereb û yên mal û milkê wan bi darê zorê ji wan hatin stendin û ji nav serweriya xwe avêtin nakin?

Jixwe ji dema serweriya Iraqê ketiye destê Erebên Şîa, Xiristiyan, Êzîdî û olên din bi tunebûnê re rû bi rû ne. Êzidî nema dikarin vegerin ser mal û milkên xwe. Bêyî yên di kampan de li Kurdistanê, gelek jê hatin Ewropa û li dinyayê belav bûn. Xiristiyan jî wisa. Bi afirandina DAIŞên hov re, hêza sunnî ya ji bo berjewendiyên Îranê metirsî bû, berteref kirin.

Gava mirov li encamên şerê DAIŞê dinere, yên Sedam jî dinêre yê herî zêde jê sûd girtiye meleyên Îranê û tayfeya Şîe ye. Îranê bi rengekî eşkere îro li Iraqê serwer e. Roj bi roj dewleta bi navê Iraqê dibe Îran.

Baş e çi berjewendiya Kurdistana Iraqê di vê yekê de heye? Çima parlementerên Kurd ev yasa erêkirin?

Min ev yek hê jî fêm nekiriye. Cihû yan Îsraîl ne dijminê Kurda ne, û armanca xwe ya dagerkirina Kurdistanê nîne. Hebe jî ev tişt ne mimkûn e.

Ger armanc; ne armancên dijminatî û neyartiya xelkên Cihû be.

Dinya neyartiya Ereban a xwe bi xwe re û bi olên din re dizane, lê çima Kurd dibin mînak û maşeya wan?

Em bi çîrok û efsaneyên Nebî Mûsa mezin bûn, û hîn jî di civatê me herî zêde qala Nebî Mûsa tê kirin, lê ciyê ol û miletê Nebî Mûsa di nav vê civakê de tune ye; çima?

Çima mirov hê jî, ji ber tiştên xwe yên Xwedayî û xwezayî tên; kuştin, teriqandin û tunekirin.

Mirov ne bi ol û netewa xwe mirov e. Heta ev têgeha zordar desthelatdar be, dê dawiya şer, kuştin û fermana neyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst