Yekîtiya Ewropa û pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê

Rêzegotarek li ser siyaset û tevgera YE li hember pirsa mezin a kurdan li çar parçeyên Kurdistanê.

Beşa çaran: YE û Pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê

Stratejiya YE derbarê Îranê

Her wek di beşên borî de hat behskirin, stratejî û siyaseteke Yekîtiya Ewropayê (YE) ya taybet bo doza mezin a kurdan nîne. Lê di çarçoveya têkiliyên xwe bi her çar dewletan re bi Pirsa Kurd re tevdigere. An ku giring e em di serî de nerîna YE li Îranê bizanin. YE wek welatekî bandorker û xwedî desthilat li Îranê dinere. Her wiha Îran ku welatekî tijî xelk e, di aliyê aborî de wek bazareke mezin bo şirketên ewropî tê mêzekirin, di demekê de ku Îran jî welatekî zengîn e bi çavkaniyên xwezayî wek petrola xav û gaza xwezayî ku hewcedariya Ewropayê bi wan heye. Van hemî tiştan kir ku YE hergav hewl bide têkiliyên wê yên baş û cihgirtî bi dewleta Îranê re hebin. Zêdebarî wan hemî rexne û têbîniyên ku li ba Ewropayê hene li ser rewşa mafên mirov li Îranê û her wiha geşkirina bernameya atomî ya Îranê.

Piştî peymana atomî ya sala 2015an, di nava du salan de alûgora ticarî di navbera Îran û YE di sala 2017an de gihişte nêzîkî 21 milyar euroyan ku şensê wê hebû çend caran bilindtir bibe û Îranê bike yek ji hevbeşên bazirganî yên sereke yên Ewropayê.

Lê serneketina peymanê wiha kir ku dîsa Îran bikeve jêr dorpêça aborî ya sert ji hêla Ewropa û welatên rojava ku bi vê jî têkiliya Ewropa û Îranê vegeriya nêzîkî xala sifrê.

Pirsa Kurd li Rojhilat bi dîtina YE

YE bi fermî û li pişt perdeyê jî siyaseteke wê ya taybet li hember Pirsa Kurd li Rojhilat nîne û têkiliyên fermî û nefermî jî bi kurdên Rojhilat re ava nekirine.

Sê hokarên vê yekê hene. Yekem: Rastiyek heye ku Pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, li gor Pirsa Kurd li her sê parçeyên din, bi başî li derve nehatiye nasîn.

Ev yek ji wan hokaran e ku wiha kiriye nerîneke taybet a YE bo Pirsa Kurd li Rojhilat nebe. Hokara duyem têkildarî wê rastiyê ye ku YE zêdebarî ku têbînî û rexneyên wê li ser mafên mirov li Îranê hene, wiha dibîne giringiyeke ceostratejî ya mezin a Îranê heye û karakterek e bo ragirtina aramiyê li Rojhilata Navîn, lewma jî stratejiyeke Ewropayê ji bo guherîna rejîma Îranê nebû û nîne.

Hokara sêyem girêdayî kurdên Rojhilat e ku nikarîbûn bereyeke hevgirtî pêk bînin û wek karakterekî bihêz, bo niha û siberoja Îranê, bala civaka navdewletî bikişînin ser xwe.

YE û Pirsa Kurd li Rojhilat niha û di siberojê de

Ji wan 15 biryarên ku Parlamentoya Ewropayê di 10 salên borî de li ser Îranê derxistine, di hinekan ji wan de behsa binpêkariyên rejîma Îranê li hember kurdan hatiye kirin.

Ofîsa siyaseta derve ya YE jî di hin deman de daxuyaniyên nerazîbûnê belav kirine (wek piştî cezayê îdamkirina Şayan Seîdpûrê 17 salî di 2020an de). Lê ev hemî di konteksta berfireh a “mafên mirov li Îranê” de behsa wan hatiye kirin, lê ne di çarçoveya “Pirsa Kurd” de.

Niha YE ji bilî guvaşa dîplomatîk û alîkarîkirina hinek çalakvanên Îranê, kertên wê yên siyasî yên din li hember Îranê nîn in.

Nerîneke berbelav ku kurdan jî hêviya xwe li ser hûnandiye, ew e ku ligel berdewamiya cezayan û bêhtir tenê hiştina Îranê, rejîma îslamî ji hafa hilweşînê nêzîktir dibe. Tevî vê yekê jî ne kurdan amadekarî ji bo wê senaryoyê kiriye û ne jî YE mêldara guherandina rejîma Îranê ye.

Di her rewşekê de, pêwîst e kurdên rojhilat hebûna xwe bêhtir teqez bikin. Pêşgaviyeke kurdên rojhilat a mişt şanazî di rêkxistina lobiyê bihêz Ewropayê heye ku li ser destê rehmetiyê Dr. Ebdilrehman Qasimlo di salên 70 û 80 yên sedsala borî de derket holê û kurdên başûr jî sûd ji hin ji wan têkiliyan wergirtin. Lê kurdên rojhilat ne serkeftî bûn di dirêjahîdana hebûna lobiyekî xurt û bikaranîna revenda kurdistanî bi awayekî bi bandortir bo bidestxistina armancên xwe yên konevanî.

Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ne tenê bereyeke hevgirtî pêk neanîne, lê xeleka têkiliyên xwe jî biçûk kirine bo têkiliyên bi partiyên sosyal/democrat ên Ewropayê re.

Ev di demekê de derfeta wan heye hebûn û çalakiyên wan li paytextên welatên Ewropayê hebin, xasma li Brûkselê ku paytexta siyasî ya YE ye. An ku ji bo kişandina bala welatên Ewropayê, giring û pêwîst e partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê li hevgirtina rabêja xwe ya derekî bifikirin û çembera çalakiyên xwe yên dîplomatîk û lobiya xwe berfirehtir bikin. Tenê bi vî rengî kurdên Rojhilatê Kurdistanê dikarin xwe bixin nav "tabloya mezin" nola karakterekî xurt li Îranê. Her wiha bala welatên Ewropayê û desthilata YE jî bikişînin.