Pêwîstiya me bi zêdetirî berçavkekê heye

Gelek pirs hene ku bersivdana wan ji bo nifşên berî me hêsantir bû, tew di serdema Şerê Sar de jî bersiva gelo "bloka komunîst an cîhana lîberal çêtir e?" ji ya ku em di serdema şoreşa zanyariyê de tê de wer bûne, hêsantir dihat dayîn.

Wek mînak, di van salên dawiyê de, seba hişyarkirina civakê ji guhertinên jîngehê, xwenîşandan û çalakiyên cîhanî li welatên rojavayî hatin û tên lidarxistin.

Kes nîne Greta Thunberg û tevgera wê nas neke. Lê ecêb nemînin, wek mînak, di hilbijartina çaverêkirî ya di hefteyên bê de ji bo Parlamentoya Ewropayê, li ba dengderên Alman dosyeya koçberan ji guhertinên jîngehê giringtir be.

Herwisa şaş nemînin ku tevî ku li gor 5 salan berî niha, pirsgirêkên Amerîka bi cîhana îslamî re kêmtir bûn hîn jî lê dijayetî û hizira neyînî li hemberî wî welatî (Amerîka), di nav welatên misilman de niha ji her demê zêdetir e.

Ji bo fêmkirina cîhana nû ya ku em di nav de ne, ne tenê ji bo me rojnamevanan, lê ji bo her welatiyekî vê cîhanê jî ji berçavkekê zêdetir pêwîst e.

Van rojan rapora salane ya Hevpeymaniya Demokrasiyan a sala 2024an weşiya. Ev sazî navendeke ramanê ya Danîmarkî ye ku ji hêla sekreterê berê yê NATO Anders Fogh Rasmussen ve hatiye damezrandin û ji bo nirxandina rewşa demokrasiyê li cîhanê xwedî navdariyeke qenc e.

Başiya vê rapora salane ew e ku nîşanî me dide ku demokrasî li welatên rojavayî ne di wê rewşa îdeal a xeyalî de ye ku şêniyên welatên din ji dûr ve hest pê dikin.

Wek mînak, li welatekî fena Almanyayê jî hejmareke mezin a welatiyan wer hîs dikin ku hikûmeta wan ne di xizmeta hemû welatiyan de ye û ji hêla komên biçûk ve tê bikaranîn.

Ji mehekê kêmtir maye ku hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê bên kirin. Ji bo min, ku min gelek lehiyên mezin û karesatên xwezayî yên trajîk li Almanya û Ewropayê rûmal kiriye, min çaverê dikir ku ji bo dengderên Ewropayê pir giring be ku bizanin hikûmetên wan ji bo kêmkirina bandorên guhertinên jîngehê çi dikin.

Min dixwest bizanim dîmenên ku me nîşan didan û di wan de malwêraniya welatiyan û belengaziya wan ji ber lehiyan xuya dikirin, çawa wer dikin ku dengder daxwaz bikin ku ev li ser asta Ewropayê gelek kar li ser bê kirin û were kontrolkirin.

Lê wekî ku di rapora saziya Rasmussen de tê xuyakirin, ji sedî 44ê dengderên Almanyayê tundkirina siyaseta koçberiyê ji guhertinên jîngehê girîngtir dibînin (ji sedî 24). A ku ji Kurdistanê re jî balkêş e, behskirina sedemên sereke yên ziyangihîştina demokrasiyê û dûrketina jê di raporê de ye.

Kesên ji 53 welatên cîhanê (ji sedî 75ê şêniyên cîhanê) beşdarî rapirsiyên raporê bûne û dibêjin ku nedadmendiya aborî (ango cudahiya di navbera hejar û zengînan de) sedema yekem a kêmbûna demokrasiyê ye (ji sedî 68 wisa difikirin). Piştî vê jî gendelî tê (ji sedî 67 vê wekî sedema duyem dibînin). Paşê bandora şirketên mezin ên wekî şirketên petrolê jî li ser kêmbûna demokrasiyê heye (ji sedî 60 ji wisa dibînin).

Mixabin ev her sê xal jî li Kurdistanê hene û bandora wan li ser demokrasiya me heye; demokrasiya ku me heyamekê pir bi şanazî li navçeyê nîşanî dost û dijminên xwe dida, lê vêga gelek rexne li "ezmûna ma ya pitik" tê kirin û wer naxuye ku li ba me girîng be.