Xwişk û birayê ku xwestin Bexdayê bihejînin

(Fewzîye Leyla Qasima Badînanê bû)

Çîrok û serpêhatîyên trajedî yên nifşê berî serhildanê (1991), hêj li benda vegotinê ne. Axir heya niha li her taxekê li her bajarekî Başûrê Kurdistanê, gelek ji wan çîrokên negotî hîn jî veşartî û nepen mane. Bi derbasbûna demê re, ev çîrok û serpêhatî tev li toza jibîrçûn û bertelefbûnê dibin.

Serpêhatîyên xebatkarên ku bûne mûm ji bo veçirandina şevtarîya dagirkarîyê, divabû bibûna ders û li dibistanan bihatana xwendin ji bo ku herdem di bîrewerîya me de bihatana parastin, ji bo ku nifşên me yên siberojê bizanin dagirker çi aniye serê ax, welat û bav û bapîrên wan.

Devera Behdînanê bi giştî û bajarê Dihokê bi taybetî, gelek mijar û çîrok di nav xwe de hilgirtine ku dema mirov wan dibihîze hinek caran ji guhên xwe bawer nake. Mirov wisa dihizire ku li kêleka agirdanekê rûniştîye û dapîr bi serxurandinê ra qal û behsa efsaneyekê jê ra dike.

Fewzîye jineke Kurdistanê ye ku bi sedema jana pişta xwe her dinale. Zûtirkê qal û behsa wan birxûyên (badekên) ku movikên pişta wê bi hev ve girêdane dike. Behsa serdemeke rûmetdarîyê dike ku çawa wek jinekê di temenê ciwanîyê de dixwaze bibe parçeyek agir û paytexta dewleta dagirker a Iraqê bihejîne.



Hêj gelek di ser têkçûna Şoreşa Îlonê ra derbas nebûbû, birayê mezin ê Fewzîyeyê, Ebdilrehman Hemdî wê dikişîne nav rêxistinên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), lê vê carê naxwazin çalakîyekê bikin ku tenê gundên Kurdistanê di encamê da bişewitin, lêbelê çavê wan li Bexda û Mûsilê ye.

Xwişk û bira li hev dikin ku veguhastina teqemenî û demançeyan ji Kurdistanê bo Bexdayê bi Fewzîyeyê were spartin. Axir çunke ew jin e û bi cilên xwe yên kurdî û ebeya xwe çavê dijmin kêmtir li ser wê dibe, teqandin û cezakirina peyayên Beisê jî bi birayê mezin tê spartin.

Karwanê veguhastina çek û teqemenîyan çend caran ji Dihokê bo Bexdayê berdewam dibe, çend çalakîyên şoreşgerî encam didin, bi şêweyekê Bexdayê dihejînin ku aqilê peyayên Beisê naçe ser wê yekê ku xwişk û birayekî kurd li taxekê ji taxên hejarnişîn tên ku Bexdayê bihejînin.

Sala 1977an e. Lewra xeyala peyayên Beisê diçe ser rêxistineke biyanî. Rêxistineke wek (Mossad)a îsraîlî yan Îran, tew digihe wê astê ku Tariq Ezîz daxuyanîyê dide û Mossadê bi teqînên Bexdayê tawanbar bike. Lewma peyayên Beisê her çavekî xwe dikin deh çav.

Rojekê Fewzîye ji bo kirîna pêdivîyên rojane berê xwe dide sûkên bi xirecir ên Bexdayê. Ebdilrehman jî di odeya xwe ya hejar de amadekarîya çalakîyeke nû dike, lê hayê wî jê tune ye ku çarmedora mala ku tê de ye bi peyayên ewlekarî û sîxurên Iraqê dorpêçkirî ye. Wexta ku pêjn dike çarmedora wî hatiye dorpêçkirin û êdî dem dereng e tiştekî bike, Ebdilrehman ji bo ku bi saxîtî nekeve nav destê peyayên Beisê, çend teqemenîyan bi xwe de diteqîne û xwe şehîd dike.

Lewma peyayên Beisê ziravqetandî dibin û bi mêrxasîya wî kurdê berxwedêr şaşwaz dibin. Hemî kolanê jî dixin bin çavdêrîyeke hûr. Fewzîye ku nizane birayê wê şehîd bûye û peyayên Beisê kolana wan dorpêç kirine, vedigere malê. Lewma bi gihiştina wê re, peyayên Beisê davêjin ser û wê direvînin ewlekarîya giştî ya Bexdayê.



Dema sê rojan wê dixin bin îşkenceyeke giran. Lê nikarin agahîyeke biçûk jî ji wê werbirgirin. Bêgav laşê parçe parçebûyî yê birayê wê nîşanî wê didin, lê laşê wî wiha têk çûye ku bi kotekî bi saya nîşanekê wî nas dike. Lê biryarek e û daye, yan divê wek birayê xwe şehîd bibe yan divê hemî nehênîyan nehênî bihêle.

Piştî ku ji wê bêhêvî dibin û ji ber ku hêj temenê wê nebûbû 18 sal, piştî çend mehan ji îşkenceyê, cezayê bidarvekirina wê dikin zindana heta hetayî. Bêyî ku tiştek kifş kiribe yan ti belgeyek di destê wan de hebe.

Dema çend mehan haya xizm û nasan ji Fewzîyeyê namîne. Heta dawîya dawî bi rêya çar jinên kurd ku ew jî bi sedemên sîyasî hatibûn mehkûmkirin, nameyek ji mala wê re tê nivîsîn û eşkere dibe ku Fewzîyeyê li zindanekê ji zindanan girtî ye.

Wexta ku sala 1979an, Sedam Hisên dibe serokkomar, Fewzîye û bi dehan girtîyên sîyasî yên din dikevin ber lêborîna wî ya giştî û tên azadkirin. Li zindana jinan, tenê ew 5 jinên kurd bi sûcê karê sîyasî hatine girtin. Hemî jinên din li ser karên din hatine girtin.

Ew dizanin ku Fewzîye ji ber çi hatiye girtin, lewra bi merema kêmkirin û biçûkxistina wê navê wê dikin "dayike bombe". Gava tê azadkirin jî, jin nerazîbûna xwe nîşan didin ku çawa çêdibe "dayike bombe" were azadkirin. Piştî azadbûnê jî, Fewzîye dîsa dirêjahîyê dide karê xwe yê rêxistinê.

Sala 1984an birayê wê yê tekane ku pêşmerge bû, di şerê dagirkeran de şehîd dikeve. Êdî Fewzîye û xwişka xwe cihê birayên xwe digirin û soz didin ku karên nîvcomayî yên birayê xwe temam bikin û dirêjahîyê bidin xebat û têkoşîna xwe di nav rêzên Partîya Demokrat a Kurdistanê de.

Fewzîyeya ku em dikarin navê ˈLeyla Qasima Badînanˈê lê bikin, vêga bi zarok û hevjînê xwe re li Dihokê dijî. Wexta ku min jê pirsî: Gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê seba xebat û westîna we tiştek ji we re kir?

Di çavên wê de, hinek hesta hêrsbûna ji vê pirsa ku min jê kir xuya bû û got: Ma qey me seba xelatan xebat kir! Ma qey bihayê azadîya ku me niha bi dest xistiye, bi hemî pereyên dinyayê tê kirîn?