Li Kurdistanê Kolana Nadir Nadirov

16-01-2014
SALİHÊ KEVİRBİRÎ
A+ A-

 

Du sal beriya niha dema ku min cara yekem serdana Alma Ataya Kazakistanê kir, ji min re gotin ku 80 saliya wî ye. Li saloneke mezin a bajêr, ji bo 80 saliya wî merasîmeke mezin lidarxistibûn. Ji rayedar û payeberzên dewletê, akademisyen, profesor, hunermend û nivîskarên navdar li rêwresma wî amade bibûn. Ez gellekî bi siûd im! Ji ber ku min di saxiya wî de, yek ji qehremanekî xwe dîtibû û li civata wî qesidîbûm. Paşê çend carên din li Alma Atayê bûm mêvanê wî. Çend roj berê xatir ji 82 saliya xwe xwest û kete 83 saliya xwe. Belê, wekî ji sernavê jî diyar e, ez behsa akademîsyenê mezin, profesor Nadir Nadirov dikim.

 

Çima behsa wî dikim?

Ji ber ku zanista dinyayê, cihana petrol-gaz û kîmyayê, Sovyetistana kevin û nû, Frensaya Ewropayê û Kazakistana Asyaya Navîn bi serê vî camêrê Kurd sond dixwin. Lê haya me jê tine ye. Tevî ku derfet û mecalên me zêde ne, em qîmeteke wefadariyê nîşanî wî nadin.

 

Bala xwe bidin van hevokan û bibinin em behsa kê dikin.

Nadir Nadirov ango Nadirê Kerem li seranserê dinyayê yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov serokê rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazakistanê ye. Ji sala 1993yê ve endamê herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazakistanê ye.

 

Nadirov heta niha layîqî van xelatên neteweyî û navneteweyî hatiye dîtin:

Pêşengê Perwerdehiya Gel a Sovyeta Sosyalîst (1967), Xelata Dewletê ya Kazakistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1980), Xelata Kedkarê Emekdar a Kazakistana Komarên Sovyeta Sosyalîst (1982), Xelata Kaşifê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1985), Petrolkarê Fexrî yê Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst (1991), Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20an (2000), Endezyarê Fexrî yê Kazakistanê (2001).

Nadir Nadirov di sala 1981ê de layiqî ‘Madalyaya Kedê ya Ala Sor’ a Sovyetê; di sala 1999ê de layiqî madalyaya ‘Kurmet’ a Kazakistanê û di sala 2006ê de jî layiqî madalyaya ‘Dostik’ hatiye dîtin. Di sala 2003yê de li Frensayê ji hêla Yekîtiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve bi ‘Madalyaya Zêrîn’ hatiye xelatkirin. Heman dezgehê di sala 2004ê de tevî ‘Madalyaya Napoleon’, nasnavê ‘Mereşalê Zanyariyê’ jî daye Nadîrov.

 

Hêj maye!

Ev ewladê hêja yê gelê Kurd heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandiye. Xwediyê 250 patentên zanyarî ye. 35 kitêbên wî hatine weşandin, 2 ji wan li ser jiyana wî û jiyana Kurdên Kazakistanê ne. Nadirov ji sala 1996ê ve serredaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ dike ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

We xwend ne wisa? 250 patentên zanyarî! Yanî camêr li ser enerjiya bayê, enerjiya rojê, enerjiya avê, petrol, neft û gazê xwediyê 250 patentan e ku zanyariya dinyayê wekî çavkanî nişan dide.

Nadirov hem ji bo serokkomarê berê Dinmuhammed Ahmedovîç Kunayev, hem jî ji bo serokkomarê niha Nûrsultan Nazarbayev ‘delalekî ber dilan’ e. Herdu serok jî qedir û qîmeteke mezin didan ked û zanyariya wî. Apê Nadir herdem bûye endamekî ji malbata Kunayev. Herçî Nazarbayev e, di civatekê de jê re gotiye: ‘Sen menim atamsan’ ango ‘Tu bavê min î.’

Bila bibexşînin! Lê gazincên min li rêveber û berpirsên Hikûmeta Kurdistana Federal hene. Jixwe sedema nivîsandina min a vê gotarê ev e. Xwezî me jî ji sedî yekê vî qedrî bexşî zanyarê xwe bikira! Ew dilşikestiyekî dildarê Kurdistanê ye. Dile wî ji bo Kurdistanê lêdixe, lê ew jî wekî min bi gilî û gazinc e. Dibêje; “Kurdistan li ser deryaya petrole ye, lê sûd ji min wernagire!’

Gazincên min ji gazincên wî cudatir in. Kurdistana Federal çima xelateke manewî bexşî wî nake? Mesele çima li Hewlêrê, li Silêmaniyê, li Dihokê navê meydan, kuçe û kolanekê ne wiha be? ‘Kolana Nadir Nadirov.’ Wisa jî dibe: ‘Şeqamî Nadir Nadirov.’

Gazincek jî bila herê rêveberên me yên herêmî yên li Bakur. Li dora 100 şaredarî di destên BDPê de ne. De bila şaredariyek rabe û navê Nadirov li salonek û meydaneke bajêr bike. Bila dengê min herê Osman Baydemîr (Amed), Abdullah Demîrbaş (Sûr), Selîm Sadak (Sêrt) û Bekir Kaya (Wan)

Ez dizanim guh nadin min, lê bi destûra wan ezê bangekê jî li serokê Kurdistana Federal rêzdar Mesûd Mistefa Barzanî û wezîrê samanên sirûştî hêja Aştî Hewramî bikim. Cenabê serok cara dawî Xelata Barzaniyê Nemir pêşkêşî sosyologê navdar Îsmaîl Beşîkçî kir. Xwezî xelateke wiha pêşkêşî Nadirov jî bikira. Wezîrê neft û gaza Kurdistanê Aştî Hewramî jî dikare navê Nadirov li kolana wezaretê bike. Gelo pirr zor e? Nexêr!

Herwiha çima lobiyeke me tine ye ku ew lobî navê Nadirov ji bo Akademiya Nobelê pêşniyar bike? Gelo ew kesên ku Xelata Kimyayê Ya Nobelê distînin ji Nadirovê me zanyartir, hêjatir û pisportir in?

Ji bîr nekin!

Me Nadirovek heye! Ew 82 salî ye û 82 salên din najî…


 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst