Hewlêr û Enqere dost bin an dijmin?

Roja 28ê Mijdara 2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana komara Tirkiyê kir. Wek hemû serdanên berê yên serkirdeyên siyasî yên herêmê, vê serdanê jî gelek gotin û axavtin li pey xwe anîn. Beşeke mezin ji wan gotin û nirxandinan, rexne li serdanê bûn. Dema mirov li siyaseta dewleta Tirkiyê ya li hember hevwelatiyên me yên li Bakurê Kurdistanê û êrîşa wî welatî bo ser Rojavayê Kurdistanê temaşe dike, dema dibînî Demirtaş bi awayekî nerewa li zîndanê hatiye girtin û komara Tirkiyê roj li pey rojê êrîşên esmanî dike ser gundên Herêma Kurdistanê, rûyekî rewa yên wan rexneyan tên dîtin ku derbarê serdana serokwezîr de tên kirin. Li gel wê yekê, rûyekî din ên sikeyê heye ku komek rastiyên din nîşanî mirov dide, ku eger em herdu aliyan temaşe nekin, em dê vî şansê ji dest bidin ku tevahiya rastiyê bibînin.

Dewleta Tirkiyê ji yekem roja damezrandinê ve heta îro, siyaseta fermî ya wê serkotkirina Kurdan li navxwe û li derveyî sînorê xwe bûye. Ev dewlet ku li ser bingeha netewperestiya Tirkî hatiye damezrandin, Kurdan wek metirsiyekê bo ser dewletê dibîne û li dijî hemû hewlan derketiye ku Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe dane. Hevdem rûbirûyê hemû statuyên Kurdî jî bûye ku li navçeyê hatibin damezrandin, yan ber bi bihêzbûnê ve çûbin. Serkotkirina şoreşên Pîran, Zîlan û Dêrsimê di destpêka sedsala derasbûyî de li nav sînorên Tirkiyê, hewlên Tirkiyê bi dirêjiya salên 90î yên serdsala 20an heta salên 2007 û 2008 bo lêdan û biçûkkirina Herêma Kurdistanê û êrîşên li pey hev ên wî welatî bo ser Rojavayê Kurdistanê di çend salên bihorî de û helwesta Enqerê di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de, hemû tevde mînakên siyaseta Tirkiyê ya li dijî Kurdan nîşan didin, ev rastiyeke tal e. Siyaseta hikûmeta niha ya Tirkiyê jî li hember Kurdan, bi qasî ku lê bifikirî metirsîdar e. Lê belê rastiyeke din heye, ew jî giringiya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê ye. Hewlêr herdu rastiyan dizane, lewma jî hewl dide hevsengiyekê di vê navberê de çê bike.

Herêma Kurdistanê ji destpêka damezrandinê ve hewl daye siyaseteke jîrane (bi aqilane) bermaber siyaseta fermî ya dewleta Tirkiyê ya li dijî Kurdan bikar bîne. Serok Mam Celal ev siyaset bi baskirina bîranînên jiyana xwe ve girê dida û digot, pêşmergeyekî hevalê wî jê re gotiye: “Mam, li ser pişta me şerê hemû wan dewletan neke”. Aqilbûn di wê yekê de ye, dema ku tu ji çar aliyan ve bi dewletên wisa ve hatibî dorpêçkirin ku siyaseta fermî ya hemûyan dijatîkirina te ye, tu hewl bidî her nebe helwesta yek ji wan dewletan ji dijatiyê ve veguherî dostatiyê, yan her nebe dest ji dijatiya te berde. Bingeha vê siyasetê ji sala 1992ê ve û ji aliyê Mam Celal û Mesûr Barzanî ve hat danîn. Helwesta erênî ya Torgut Ozal di wê demê de û paşê bêhêzbûna Tirkiyê ji ber qeyranên siyasî û aborî yên navxweyî bûne sedem ku Tirkiye gelek neçe ser siyaseta dijatîkirina Herêma Kurdistanê, lê belê her metirsî li ser statuya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çê dikir.

Dema di salên 2005 û 2006 de careke din Tirkiyê xwe berhev kir û bihêz bû, bi fermî dest bi dijatiya Herêma Kurdistanê kir. Di wê demê de Mam Celal ku Serokomarê Iraqê bû, destpêşxeriyek kir bo pêkanîna ji hev têgihîştinekê di navbera Hewlêr û Enqerê de. Qubad Talebanî di behskirina civîneke taybet a navbera Mam Cela û serkirdeyên Tirkiyê de, maje bi vê rastiyê dike.

Piştre Nêçîrvan Barzanî ev erk xiste ser milê xwe. Di encama wê siyaseta bi aqilane de, Herêma Kurdistanê karî siyaseta dewletekê li hember xwe ji dijatiyê ve biguhere bo dostatiyê. Bi wateyeke din, rewşek çê kirk u xwe ji şerê dijminekê biparêze. Ev yek di dîplomasiyê de wek serkevtin tê hesibandin. Bi gotina Mam Celal, şerê wan hemû dewletan di yek demê de nayê kirin.

Sûda vê peywendiya erênî ya navbera Hewlêr û Enqerê ji bo Herêma Kurdistanê ev bû ku Tirkiye ji wê rewşê derket ku bibe metirsî bo ser me. Ji bo Kurd bi giştî jî sûda wê ev bû ku gelek caran Herêma Kurdistanê destpêşxeriyan bike bo alîkariya Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî. Rola Herêma Kurdistanê di proseya aştî ya Bakurê Kurdistanê de û çûna Hêzên Pêşmerge bo parastina Kobanî, du mînakên wan destpêşxeriyên Herêma Kurdistanê ne, ku eger peywendiyên Hewlêr û Enqerê erênî naban, rûdana wan destpêşxeriyan mehal (ne mumkin) bû.

Her weke Herêma Kurdistanê, kantonên Rojavayê Kurdistanê jî her ji destpêkê ve  hewla damezrandina corek ji dostatiyê li gel Enqerê dan. Hatin û çûnên Salih Muslim bo Tirkiyê şahidên wan hewldan in, lê belê rewşa navxwe yê Sûriyê û bihêzî û bê baldariya Erdogan di desthilatdariyê de û hebûna Artêşa Sûriyeya Azad di hevkêşeyê de, bûne sedem ku ew hewldan serkevtî nebin. Di encamê de me dît, bi sedema çênebûna vê ji hev têgihîştinê, Tirkiye bûye metirsiyeke mezin bo ser Rojava.

Niha jî ku Mesrûr Barzanî weke serokwezîrê nû serdana Tirkiyê dike, berdewamî dide vê siyaseta ku bingeha wê ji aliyê Mam Celal û Kek Mesûd bi xwe ve hatiye danîn û Nêçîrvan Barzanî di serdema serokwezîriya xwe de birêve dibir. Eger cudahiyek hebe, ev e ku Mesrûr Barzanî dikare destê wî vekirîtir û bihêztir be ji bo veguhertina wan pêwnediyên erênî di berjewendiya zêdetir a Herêma Kurdistanê û Kurdan bi giştî. Hemû Kurd wê yekê li Mesrûr Barzanî dixwazin û bi tenê ew pêngav jî dibe sedema nemana rexneyê ku li serdanê tê girtin.