Mala Kerîm Zend: Kewara bîranînan

15-09-2024
Kawe Emîn
A+ A-

Melkendî wekî taxa herî kevn a bajarê Silêmaniyê tê nasîn. Dibêjin kevirê bingehîn ê bajêr li wê taxê hatiye danîn. Vêga bêhn û hilma bajarê kevn bi tenê ji taxa Melkendiyê û beşekê ji Sabûnkeran û Kanî Asikanê tê.

Ji bo min taxa Melkendiyê taybetiya xwe heye. Axir, gava ez sinêle bûm, dibe ku min bi sedan erebaneyên zebeşan li wê taxê û derdora Pîrmesûrê firotibin, çend caran jî min wêneyên şehîd û general bi stûn, dar û dîwarên wê navê ve daleqandine.

Yek ji malên kevn ku hîn jî li Melkendiyê û li nik mizgefta Hecî Han koka xwe kûr berdaye wê xakê, mala mamoste Kerîm Zend e. Kerîm Zendê gerok, mamoste, nivîskar, wergêr, cografyavan.

Her tiştê baş, bedew û qenc di kesayetiya wî mêrikî de kom bûbû. Loma wekî xemxurê bajêr bû. Ez bawer nakim dilê kesî ji mamoste Kerîm Zend mabe yan jê nefret kiribe, xwediyên bîr û baweriyên DAIŞê ne di nav de ku kîn û nefreta wan ne tenê mamoste Kerîm Zend lê her kesî li xwe digire!

Ez gelek caran li mala wî, di hizûra mamoste Zend de rûniştim. Xebînet, ez bi derengî pê re gihîştim ku xelekeke tenê ya programa Pencemorê bi wî re tomar bikim. Êdî dereng bû, roja mamoste ber bi avabûnê diçû, li dawiyê oxira xwe xêr kir.

Mamoste maleke tijî pirtûk, destnivîs û wêneyên bêhempa li dû xwe hiştine. Mala wî bi serê xwe muzexaneyek e. Ya herî xweş jî mamoste jina xwe Amexan li pey xwe hiştiye ku wekî ku ew bi xwe dibêje kêm zarokên şîrxmij ên Melkendiyê hene ku heyamekê şîrê wê venexwaribin. Jineke xanûman, hişyar, peyvxweş û mêvanperwer e.

Piştî koça dawî ya mamoste, min serî didan wê û li hal û rewşa wê dipirsî. Sala borî min jê xwest ku beşdarî programa Pencemorê bibe û wê jî bi kêfxweşî qebûl kir.

Gava min jê pirsî, kîjan nivîskarên Kurd ên mezin serdana mamoste Kerîm Zend dikir û dostanî di navbera wan de hebû? Di bersiva xwe de got, ma dostanî di navbera mamoste û kê de nebû? Kîjan nivîskar nehatiye vê malê û bi mamoste Kerîm Zend re bi dengekî bikind û carinan jî bi pistepist qala Kurdayetiyê nekiriye? Ji mamoste Qani bigire heta digihe Goran, Kakey Felah û Mihemedê Mela Kerîm, ez hîn navê kê û kê ji te re bibêjim? Îcar kî nebûye dostê me!

Dema Amexan dabaşa mamoste Hêmin Mukriyanî dike, rûyê wê geş dibe. Behsa wê şevê dike ku li mala wan bûye mêvan û bi cixareya xwe di xew ve diçe, bêhna kizirînê di nav malê de belav dibe, axir cixareya wî betaniya wî dişewitîne.

Amexan dibêje, mamoste Hêmin helbesteke xweş li ser min nivîsandibû. Li ser kasetekê bi dengê xwe ji min re tomar kiribû lê xebînet kaset di dema koçberiya milyonî de winda bû, li ba min ji hemû mala min bi qîmettir bû.

Heyamekê mala mamoste wek baregeha şoreşgerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû. Her çiqasî Amexan gazinan dike ku yên ku bîranînên xwe nivîsandine ji bilî Kerîmê Hîsamî kesî dabaşa mala wan nekiriye, lê weke ku wê bi xwe digot, ez vêga jî bi dostanî û alîkariyên ku me pêşkêşî wan têkoşeran kiriye, kêfxweş im.

Amexan dibêje, mamoste Kerîm Zend heta mir jî dilsozê General Barzanî û bîranînên wî bû, bi berdewamî jî wêneyekî General Barzanî li odeya xwe dadileqand. Her roj dema ku mamoste Zend ji xew radibû, silav li wêneyê Barzanî dikir û carinan jî wêne bi lewendiyên xwe paqij dikir!

Vêga Amexan bi tena serê xwe di maleke mezin de dijî, maleke ku bi bîranînên nivîskarên mezin, kesayetên siyasî û rewşenbîrên Kurd mişt e. Bê guman çîrok û serpêhatiyên ku di hundirê wê malê de qewimîne, dikarin bibin dramayeke televîzyonî ya herî xweş. Axir, dîroka bajarekî çi bigire welatekî di wê malê de veşartî ye.

Gava me xatirê xwe ji Amexanê dixwest, wêneyekî mamoste Kerîm Zend li ser dîwêr bala min kişand, loma min jê pirsî: Nizanim min di bernameyê de ev pirs ji te kir an na, erê çima mamoste Kerîm havîn û zivistanê her tim ew kulav li serê xwe dikir?

Amexan keniya û got, wey li te dema ku tu bigihîjî temenê me! Ma min çend caran ji te re negot ku ew bîranîna Pêşewa Qazî Mihemed bû ku ji hêla mamosteyî ve hatibû parastin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mustafa Ozçelîk

Ez li peravê behrê Alan im, li Cizîra Botan Cemîle me, li Amedê Narîn im

Tesadufeke mezin e ku, Alan Kurdî yê 3 salî yê ku cenazeyê wî li ber perava behrê hatibû dîtin jî Cemîleya Cizîra Botanê ya 10 salî ya ku piştî hatibû kuştin cenazeyê wê 11 rojan di sarincokê de hatibû veşartin jî wekî Narîna 8 salî di meha îlonê de ji nav me koç kiribûn