Çi li pişt gengeşeyên li ser daxuyaniyên Qasim Şeşo heye?

Çend roj di ser wê gengeşeyê re derbas dibin ku li ser gotinên Qasim Şeşo wek yek ji serkirdeyên leşkerî yên civaka Êzidî yên li ser ola Îslamê, çêbûbû.

Tevî ku alozî niha kêm bûne jî lê em dikarin bibêjin ku ev ne tenê mijara nakokiyeke olî-civakî ye û hêleke wê ya kûrtir heye ku pêkan e têkildarî derizîneke mezintir a hêlên hevrikiyê di jeopolîtîka navxweyî ya Îraq û Herêma Kurdistanê de be.

DAIŞê Tebaxa 2014an Şingal girt û Şeşo yek ji fermandarên Pêşmergeyan bû ku heta kêliya rizgarkirina Şingalê di 13ê mijdara 2015an de, li Çiyayê Şingalê ma û şer kir. Nîsana 2017an, ez ji bo lêkolînekê çûm Şingalê û min Şeşo li Mezargeha Şerfedînê dît. Di wan deman de, meriv şanaziya Pêşmergeyekî leheng di rûyê wî de didît ku dixwest bibêje min berevanî kiriye û ez di dema DAIŞê de jî li vir mam.

Armanc ne Îslam lê DAIŞ bû!

Vêga Qasim Şeşo nola kesekî dijî Îslamê ku hesta gelek bawerdarên Kurdên Misilman birîndar kiriye, hatiye sêwirandin. Bi rastî, di demên ku min ew dîtibû de, mîna ku gotinên xwe bijmêre diaxivî, ji bo ku perspektîfa wî ya li dijî DAIŞê wek tiştekî li dijî Îslamê neyê nîşandan.

Min li vîdyoya ku bûye sedema heyteholê jî nihêrt. Vîdyo 3yê Tebaxa îsal di roja bîranîna karesata Şingalê de hatiye tomarkirin. Bi gelemperî dabaşa metirsiya berdana endamên DAŞIê li ser Êzidiyan dike û bang li xelkê dike ku ji xwe re çekên giran bikirin, ji ber ku bi gotina wî, îhtîmala "ferman" û bêtarên din hê jî heye.

Ger hemû gotinên wî bi hev re bên meyzandin û ev yek jî bê zanîn ku zimanê Kurdî li Şingalê bi rengekî seretayî maye û wek Kurdiyê li navçeyên din ên Kurdistanê bi pêş neketiye ku awayê îfadekirinên wî zelaltir be, wê demê dibe ku karvedan bi rengekî din bûna û ev heytehol ranekirina. Helbet dariştina bêberpirsyarî ya hin saziyên medyayê jî bi roleke girîng di vî warî de rabû.

Berdana çekdarên DAIŞê Êzidî tirsandine

Pir ji mêj ve Êzidî hest bi metirsiya mayînê dikin û reh û kokên vê yekê di bûyerên îroyîn û dîrokî de jî hene. Tenê îsal (2024), Bexdayê nêzî 9535 kesan ji xizmên çekdarên DAIŞê yên Îraqî yên li Kampa Holê vegerand ku pêşî wan dibin kampeke veguhastinê li gundê Cedeya Geyareyê.

Tevî ku ev der zêdetirî 140 kîlometreyan ji Şingalê dûr e jî, lê ev proseya vegerandinê ku dibe ku ji bo nêzî 18 hezar Îraqiyên din ên li Kampa Holê jî berdewam bike, tirsek di nav Êzidiyan de çêkiriye. Yasaya efûya giştî ku daxwaza Suniyan e tevî berdana nêzî 200 şerkerên DAIŞê li Sûriyeyê di van demên dawî de ev tirs li ba wan hîn zêdetir kiriye.

Di civaka Êzidî de, tirsa jinavçûnê xwedî paşxaneyeke dîrokî ya dûr û dirêj e. Piraniya fermanên li ser Êzîdiyan bi destên Ereb, Tirk û Kurdên Sunî hatine qewimandin. Wekî Lazarev tîne ser zimên, tenê di serdema Osmaniyan de nêzî 20 êrîşên dagirkeriyê li ser Şingalê hatine kirin.

Ev rewş di bîra kolektîf a Êzîdiyan de hêj maye û bi bûyeran re ji nû ve tê berhemanîn. Lewra, peyva Kurd li ba hin Êzîdiyan firehiya danasîna nasnameya wan a kolektîf bi hevnijadên wan ên Misilman re li xwe nagire ku bi heman zimanî diaxivin û ji hev fêm dikin.

Ne Ereb ne Kurd, tenê Êzidî!

Ew bawer dikin ku hevzimanên wan ên Misilman, ew kes in ku destê wan di gelek fermanan de hebû û tewra alîkariya Tirk û Erebên Sunî kirine û Êzidî kuştine û qira wan anîne! Vê yekê qelş û derzeke mezin di nasnameya wan a olî û etnîkî de afirandiye ku bi rêya tekezkirina wan a li ser nasnameya wan a olî zelaltir xuya dike. Hûn gelek caran dibihîzin ku hin ji wan dibêjin em ne Ereb û ne jî Kurd in lê em Êzidî ne û çavkaniya vê yekê jî di wê paşxaneya behskirî bi xwe de ye.

Bê şik, hilkirina nasnameya etnîkî ya Êzidiyan û beloqkirina nasnameya wan a olî ne tenê têkildarî tirsa wan a mayînê ne, lê mijarek e ku bi kêrî hevrikiyên siyasî yên navxweyî yên Kurdistan û Îraqê jî hatiye. Li ser asta navxweyî ya Kurdî, bi awayekî sereke hêlên PKK û PDKyê û bi rêjeyeke kêmtir YNKyê li ser nasnameya Êzidiyan hev dibirin û dijberî hev dibin.

PDK bi rêya beloqkirina koka etnîkî ya Êzidiyan dixwaze kartêkirinên xwe li Şingalê biparêze. Ji bo Herêma Kurdistanê, Şingal qorziya jorîn a kevaneyeke erdnîgarî ye ku dikare ji milê bakurê rojavayê ve li hemberî her pêleke berfirehîxwaz a li dijî Kurdan kêrhatî be.

Ji aliyekî din ve, PKK jî di arasteyeke berovajî de, bêtir ji nîşandana Êzidiyan wek hindikahiyeke olî ya cuda hez dike, ji ber ku pêdiviya wê pê heye ku gotara wê li dijî gotara PDKyê be ji bo ku derfeta bicihkirina xwe di nav civaka Êzidiyan de bi dest bixe. Di warê jeostratejîk de, Şingal ji bo PKKyê korîdora gihîştina Rojavayê ye. Li aliyê din jî Tirkiye bêtir ji hêla ewlekariyê ve wekî gefa "Qendîla duyem" li Şingalê dinêre.

Ji bo Îraqê, Şingal keleheke leşkerî ye ji bo kontrolkirina trafîka sînorî di navbera xwe û Sûriyeyê de, DAIŞ û ewlekariya Projeya Rêya Geşedanê. Şingal dikeve beşa bakurê rojavayê Herêma Kurdistanê û navçeyeke erdnîgarî ya girîng di navbera her du çemên Dîcle û Firatê de ye. Li milê bakur parêzgehên Mûsil û Hesekê bi hev ve girêdide û ji başûrê rojavayê ve bi navçeya Suniyên Îraqê û ji başûrê rojhilêt ve jî digihîje Teleferê.

Şingal nêzî 120 kîlometreyî dûrî Mûsilê ye û deşta wê ya pir bi xêr û bêr ji bo çandinî û xwedîkirina sewal û dewaran li nêzî ava Dîcleyê heye. Beloqkirina nasnameya olî ya Êzidiyan li şûna nijada wan a etnîkî derfeteke nedîtî dide Bexdayê ku di demeke dirêj de keleheke girîng li herêmeke tijî Sunî û herêmeke jeostratejîk a welêt ava bike.

Şingal ji hêla erdnîgariyê ve jî pir girîng e!

Deverên hêla bakurê Çiyayê Şingalê (Şîmal) ango Nahiyeya Sinûnê û komelgeh û gundên li derdora wê li gel navçeyên hêla başûr (Qibletê) ku Şingal û komelgeh û gundên li derdora wê li gel Nahiyeya Gir Izêrê (Qehtaniye) li Beacê bi piranî Kurdên Êzidî ne. Hebûna nifûseke cuda wek Kurdên Êzidî li Parêzgeha Mûsilê ji bo Bexdayê xwedî girîngiyeke herî mezin e û dibe ku yek ji motîvên sereke yên vê girîngîdana niha ya hikûmetê bi mijara Êzidiyan jî ev bi xwe be.

Ji bo komên "Eniya Berxwedanê" jî Çiyayê Şingalê bingeheke leşkerî ya girîng e ji bo kontrolkirina korîdor, dron û şerên hîpotetîk ên siberojê. Deştên hêla başûrê Şingalê (Qibletê), heta çav dibire dirêj dibin û Çiyayê Şingalê jî bi bilindahiya derdora 1400 metreyan, dîmena topografîk a vê deverê ji derdora wê veqetandiye û bi ser şorezarên Îraq û Sûriyeyê de serdest e. Ev çiya bi dirêjahiya 75 kîlometreyan ber bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve hildikişe û di kûrahiyên wê de cih digire.

Pehniya ser çiyê li hin cihan digihe nêzî 17 kîlometreyan û bi vê yekê jî navçeyeke dûz li ser çiyê pêk tîne ku şêniyên wê deverê bi xwe navê "serdeşt"ê lê tînin. Ev taybetmendî ji hêla leşkerî ve ji bo avêtin û kontrolkirina dronan û berdana mûşekan, di warê stratejiya parastin û êrişê de, ji bo aktorên cuda xwedî girîngiyeke mezin e.

Wek mînak ger roket an dron ji cihekî wek Şingalê li Îsraîlê bê girtin, hema hema bi dûrahiya 700-800 kîlometreyan bi nîvê wê demê digihe ku ji cihekî mîna Îran an Yemenê bê berdan. Ha ji ber vê yekê ye ku çarenivîsa Şingalê ne tenê ji bo aktorên navxweyî, li şûnê, ji bo gelek aktorên navçeyî û navdewletî jî girîng e.

Vê yekê bi xwe jî wer kir ku rêkeftina sala 2020î ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ji bo birêvebirina wê navçeyê hîn jî li ser kaxezê bimîne û neyê cîbicîkirin. Ger em tiştên ku hatin behskirin jî li ber çav bigirin, zelal dibe ku zêdebûna nakokiyên di navbera Kurdên Misilman û Kurdên Êzîdî de dikare bi kêrî nakokî û hevrikiyeke mezintir a jeopolîtîk li vê herêmê jî were.