Bila Marine Tondelier bibe serokwezîra bê ya Fransayê!

Nezend Begîxanî

Ji duh ve, piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Fransayê pirsa ka kî dê bibe serokwezîrê/a bê ya Fransayê bênavber tê dubarekirin.

Hemû kes û alî li hev dikin ku divê serokê/a hikûmetê yek ji partî û aliyên darîçav ên Eniya Gel a Nû be ku di gera duyem a hilbijartinên duh de bi ser ket û di rêza yekem de cih girt.

Ev eniya cemawerî ya nû ji hemû aliyên çep bi bizavên wan ên cihê cihê pêk tê ku di demeke kurt de nola pêdiviyeke bilez seba parastina berjewendiya giştî ya neteweyî û niştimanî, li gorî bernameyeke hevpar hat ragihandin.

Di dema kampanyayên du hefteyên borî de, jinekê di wê eniyê de xwe wekî serkirdeyeke leheng, wêrek, zelal û ronakbîr îspat kir: Ew jin xanima hêja Marine Tondeliera 38 salî ye û sekretera giştî ya Partiya Keskan e (Europe Ecology). Pispor di wê baweriyê de ne ku ev jin ango xanima hêja Marine Tondelier ji bo serokatîkirina hikûmeta bê ya Fransayê kesayeta herî baş e.

Ev demek e ku xanima Tondelier di qada siyasî de tê nasîn û ne li ser bingeha lêdana kesên din ava bûye. Li şûnê, bi saya ked, hewldan û jêhatîbûna xwe gihîştiye pozîsyoneke siyasî ya guncav, nûjen û jîngehparêz. Di heyama du hefteyên borî de, ev xatûn fena kesayeteke wêrek, zana û tije enerjî û karîn hefsarê kampanyayên hilbijartinê li dijî eniya tundrew a alîgirên Le Penê girte dest.

Di civînên giştî de, bi xelkê re, di kanalên medyayê û hevdîtinên xwe de bi bedewî û zelalî û li ser hîmê belge û rastiyan ramanên xwe li ber çavan radixist û qala gefên tundrewî û alîgirên Le Penê dikir. Loma jî zûzûka bala her kesî kişand ser xwe û îro jî rêzeke pir mezin lê tê girtin. Pispor û medyakar jî eşkere û bi dizî dibêjin ku xanima Tondelierê ne tenê yek ji kesên herî guncav e, lê di heman demê de kesayeta herî jêhatî ye ku bibe serokwezîra bê ya Fransayê.

Çi rê li ber Marine Tondelierê digire ku bibe serokwezîr?

1. Nakokiya di navbera aliyên çep û tundrewiya serokê koma çep a radîkal Jeal-Luc Melencho de. Digel ku çepan di demeke pir kin de karîbûn eniyeke hevgirtî ya cemawerî û çalak pêk bînin û li hember tundrewan bibin hêza yekem, lê nakokî di navbera wan de heye.

Di naverokê de nakokî ne ewqas îdeolojîk in bi qasî ku girêdayî nêrîn, şêwaza gotar û helwesta wan a li hemberî hin mijarên neteweyî û navneteweyî yên wek mijara Xezeyê wek mînak. Melencho di vî warî de ji hêla piraniya aliyên eniyê ve nayê pejirandin û gelek hene ku dibêjin nikarin hevkariyê bi wî re (Melencho) bikin. Di vê rewşê de, pispor pêşniyar dikin ku ji bo pêvajoya desthilatdariyê qut nebe, divê di demeke kurt de nakokiyên xwe bidin aliyekî û li ser bernameyeke stratejîk a hevpar û kesayetekê li hev bikin.

2. Sedema duyem girêdayî Yekîtiya Ewropayê (YE), nirxên bazarê û siyaseta aborî ye. Ev xal a herî girîng e û bêtir ji hêla aborînas û bazarnasên Ewropayê ve tê behskirin. Tevî ku Ewropa û piraniya endamên YEyê (ji bilî Macaristan û Îtalyayê) kêfxweş in ku alîgirên Le Penê yên tundrew winda kirin, lê bi nêrîna wan, eniya çepan ne dostên bazarê ne, xwe di nav nirxên bazara Ewropayê de nabînin û rexnegirên serhişk ên Serok Macron bûn ku wî wekî kapîtalîst û neolîberal didin nasîn, ji ber ku ji dadmendiya civakî zêdetir girîngî daye siyaseta bazarê. Îhtîmal e ku ev aliyên Ewropayê fişarê li Fransayê bikin û çepgiran neçar bikin ku hikûmeteke hevpeyman bi alîgirên Macron re pêk bînin. Herwisa Macron jî neçar bikin ku dev ji hin reformên xwe yên aborî berde.

3. Sedema sêyem girêdayî jinbûna Tondelierê ye. Em hemî wisa dihizirin ku Fransayê sînorên mêrsalariyê derbas kiriye û wekhevîxwaz e. Ev heya radeyekê rast e û di demboriyê de du serokwezîrên jin hebûn (Edith Cresson û Elizabeth Bourne). Lê heta niha jî xasma di dema çalakbûna bîr û baweriyên tundrew û kevneperest de, vegerek ber bi paş ve heye û jin wekî pêwîst û bi heman pîvana mêran li ber çavan nayên girtin û karîn, enerjî û karên wan bilind nayên nirxandin.

Marine Tondeliera birêz îro li radyoya France Interê û piraniya kanalên din jî dabaşa sê xalên zaf girîng kir: Dermankirin, parastin û dilhêsakirin. Ji bo vê yekê jî got divê em komker bin, bi hev re kar bikin, ne tenê li kêleka hev an li hember û dijî hev, lê li ser bingeha nirxên siyasî yên hevpar û dadmend, wekhevîxwaz û jîngehparêz, li berjewendiya hemûyan, ne tenê ya çîneke pir dewlemend û ferzkirî.

Enerjî û şiyana vê xatûnê heye ku aliyan bîne cem hev. Rexneyan dike lê ne tundrew e, zelal û zana ye. Rewşa dijwar a piştî hilbijartinan li Fransayê ku di çend hefteyên borî de ji ber xurtbûna bizava tundrew û nijadperest a alîgirên Le Penê tijî nakokî, alozî û dubendî bû, divê elîta siyasî ya Franseyê li ser qemûşkgirtina birînên xelkê di encama wan nakokî, alozî û dubendiyan de, bixebite.

Duyem jî, welatî û berjewendiyên giştî biparêze. Ev yek tenê bi siyaseta bazar û sermayedariyê pêk nayê, lê pêdiviya wê bi dadmendiya civakî, peydakirina derfetên kar û xwendinê û beşdariya siyasî ya hindikahî û jinan heye. Ji bo ku welatî jî bên dilhêsakirin, divê elîta ku desthilatdariyê bike li gorî hêvî û bendewariyên xelkê be.

Bi dîtina min, Marine Tondelier xwediya van hemî taybetmendiyan e û dikare hefsarê siyaseteke wiha bigire dest û rûbirûyî hemû kelemên ku derdikevin ser rêya wê jî bibe. Lê ew bi tena serê xwe nikare: Divê mêr li mezinatî, jîrî û jêhatîbûna wê mikur werin, ne tenê pêşî lê negirin, li şûnê, cih jê re vala bikin da ku serkirdatiya wan bike. Gelo mêr dê vê yekê bikin?