Ne hemû qaz spî ne

Di cîhana kevn de, bi gelemperî wer dihat bawerkirin ku qaz tev spî ne û qaza reş tune lê gava wekî bûyereke kêmpeyda û neçaverêkirî qazeke reş li rojavayê Awistralyayê hat dîtin, derket holê ku ev baweriya hevpar a berê arîşedar e û ne rast û li cih e.

Ji têgihîştina berbelav ku qaz hemî spî ne û qazên reş li holê nînin, zanyarê Lubnanî-Amerîkî Nassim Nicholas îlhama teoriya qaza reş (Black Swan Theory) peyda dike û li sala 2007an di lêkolîneke bi navê (Qaza Reş - Encamên Bûyerên Neçaverêkirî) de, naveroka bîrdoziya xwe dinivîse û diweşîne.

Teorî tekez dike ku di jiyana mirovan, gelan, dewlet û saziyan de herdem tiştên wer diqewimin ku qet nayên hizir û xeyalan û nayên pêşbînîkirin û rêçika jiyana wan diguherînin. Nassimê zana navê vê yekê dike “derketina qaza reş” û bi baweriya wî bûyera kêmpeyda ya xuyabûna qaza reş bi hin xisletan tê nasîn xasma bûyereke kêmpeyda û nepêşbînîkirî ye û bandoreke herî mezin çêdike.

Ji vir derdikeve holê ku bûyerên nepêşbînîkirî bi gelemperî ew bûyer in ku çarenivîsa kes, şirket, gel, netewe û dewletan cardin serobinî hev dikin.

Zanayê navborî tekez dike ku jiyan bêtir ji nezelalbûn û tiştên nepêşbînîkirî pêk tê. Li gorî wî, jiyan ne zelal e û ne li gorî plan û pêşbîniyên hûrbîn dimeşe. Bûyerên normal û rojane ne zêde kartêker in. Hewce nake hûn xwe bi wan tiştan mijûl bikin. Di şûna wê de, xwe ji bo bûyerên ji nişka û tiştên nepêşbînîkirî ango "hatina qaza reş" amade bikin û paşê bifikirin ka hûn ê çawa pê re tevbigerin.

Ew qala bûyera 11ê îlona 2001ê dike. Balê dibe ser wê yekê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hemû zanist, teknolojî û pêşveçûna xwe, nikarîbû ji bo pêşîgirtina li bûyera derketina qaza reş tiştekî wer darîçav bike. Hatina qaza reş a 11ê îlonê kêmpeyda û nepêşbînîkirî bû, werçerxîneke mezin li cîhanê afirand. Ji bo hin kes, alî, dewlet, gel, netewe, şirket û saziyan bû derfeteke zêrîn û ji bo hinekên dîtir jî bû sedema têkçûn û mirineke reş.

Bi vî rengî derketin û hatina qaza reş kêmpeyda ye, lê hatineke dîrokguhêr e. Dema ku em Kurd di sedsala bîstan de nexasim di dawiya salên 1980an de di nava rewşa têkçûneke din a siyasî de bûn û rejîma Beisê li Îraqê di lûtkeya xurtî û hêza xwe de bû, kê xeyal dikir ku Îraq here Kuwêtê dagir bike û qaza reş a vê bûyerê bibe sedema derketina şerê duyem ê Kendavê, di heman demê de qaza reş a hilweşîna Yekîtiya Sovyetê xwe têxe mala pergala cîhanê? Di encamê de, derfet ji gelê Kurdistanê re peyda bibe û bibe xwediyê qewareya xwe ya siyasî û destûrî?!

Ango derketin û xuyabûna qaza reş pirseke ketwarî ye û divê baweriya me pê hebe lê ne hertim derketineke erênî ye, helbet ne hertim neyînî ye jî. Qaza reş a Şerê Cîhanê yê Yekem ji kurdan re kambaxiyek bû lê qazên reş ên şerê duyem ê Kendavê (1991) û şerê rûxandina rejîma Baasê (2003) berevajî vê yekê ji kurdan re bûne xêr û bereket û pêkanîna gelek destkeftan.

Dema ku sala 2019an qaza reş a vîrûsa koronayê xwe avêt ser mala mirovatiyê, mirov di warê bijîjkî û zanista tenduristiyê de gavên mezin avêtibû, bi hezaran lêkolîn û afirandin di vî warî de kiribû, lê gava COVID-19 û webaya koronayê belav bû, tûşî şokê bû: Qaza reş a koronayê ne çaverêkirî bû û herwisa kêmpeyda û çarenivîsguhêr bû jî.

Mînakeke din a zindî ya hatina qaza reş hilbijartina serokkomarê Îranê birêz Mesûd Pizîşkiyan e.

Pizîşkiyan xwe du carên din ji bo vê postê berbijêr kiribû lê bi ser neketibû. Zanyarî dabaşa wê yekê dikin ku êdî niyeta navborî nemabû ku xwe cardin berbijêr bike. Lê belê, ji nişka ve û bêyî ku hatibe pêşbînîkirin di qezayeke trafîkê ya esmanî ya kêmpeyda de, di gulana 2024an de, serokkomarê berê canê xwe ji dest da. Qaza reş a bûyera ketina helîkoptera serokkomarê berê ku qet di xeyala Pizîşkiyan de derbas nebûbû, derfet jê re berdest kir ku xwe dîsa berbijêr bike û dûvre di tîrmeha 2024an de wekî serokkomar were hilbijartin û xewna wî ji xeyalekê bibe rastî.

Li gorî teoriyê, êdî xwe bi şîrovekirina bûyerên rojane yên normal û tiştên çaverêkirî (qazên spî) mijûl nekin, êdî serê xwe bi pêşbîniyên paşerojê neêşînin, êdî enerjiya xwe ji bo plansaziya kûr a paşerojê xerc nekin, ji nişka ve qazeke reş tê û qedera me diguhere!

Hatina qaza reş ne di destê me de ye, ya girîng û divê em bikin ew e ku ger qaza reş hat em çawa pê re tevbigerin.. Ji kerema xwe her dem ji hatina qaza reş re amade bin!