Çar xal hene ku sîstema asîmîlasyonê bi awayekî bihêz bihejînin

Celadet Bedirxan û hevalê xwe 15ê Gulana 1932yan hejmara yekem a Kovara HAWARê derxist û heta 1943yan 57 hejmarên HAWARê derketin.

Girîngiya Kovara HAWARê ew e ku yekemîn kovara Kurdî ye ku bi tîpên Latînî hatiye weşandin.

Ji ber vê yekê, 15ê Gulanê, ji aliyê hinekan ve wekî “Cejna Zimanê Kurdî”, ji aliyê hinekan ve jî wekî “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin.

Em Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û spasiya wan dikin.

Belê, roja 15ê Gulanê jî di nav de, ji bo zimanê Kurdî (Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) gelek çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin, xebat tên kirin.

Helbet hemû çalakî û xebatên ji bo zimanê Kurdî girîng in, pîroz in û divê em piştgiriya wan bikin.

Lê bi ya min, li gel van xebat û çalakiyan, niha ji bo zimanê Kurdî beriya her tiştî divê em van çar tiştên esasî bi cih bînin.

Yekem: Her Kurdekî ku bi Kurdî nizane, divê fêrî Kurdî bibe. Her malbateke Kurdan divê zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.

Divê li nav malê li her beşên jiyanê zimanê me yê esasî Kurdî be û em bi Kurdî biaxivin.

Duyem: Bi qasî vê gava yekem, tiştekî din ê girîng jî heye ku mixabin gelek alî û kes paşguh dikin, ew jî dersa nemecbûrî ya Kurdî ye.

Ji aliyekî ve malbatên Kurd bi hejmareke gelekî kêm ji bo zarokên xwe serî li  dersa bijarte ya Kurdî didin.

Ji aliyekî ve jî wekî ku dewlet ji dersa bijarte ya Kurdî poşman bûye, astengiyan derdixe û gelek kêm mamosteyan tayîn dike.

Ji ber vê rastiyê, divê em bi awayekî cidî li ser vê mijarê rawestin. Divê em karibin her sal 200 hezar zarokên Kurdan li dersa bijarte ya Kurdî qeyd bikin û her ku here zêdetir bikin.

Ji bo 200 hezar zarokan dê herî kêm pêwîstî bi 2 hezar mamoste û bi milyonan pirtûkên dersê hebe.

Ma gelo ev ti heyecanê nade we?

Ev her du gav, dê rêya bidestxistina mafê perwerdeya bi Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî xweştir û xurttir bikin.

Sêyem: Divê xebateke berfireh bê meşandin da ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bê qebûlkirin û di qanûna bingehîn û hemû yasayên peywendîdar de ev maf bêne garantîkirin.

Çarem: Divê hemû şaredariyên li Kurdistanê li gel Tirkî, Kurdî (Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) wekî zimanê fermî yê şaredariyê bi kar bînin.

Kreşên zarokan ên bi Kurdî û dibistanên bi Kurdî vekin.

Hemû dezgehên sivîl û meslekî yên li Kurdistanê jî ji bo bicihanîna axaftin û fêrbûna zimanê Kurdî, divê  seferber bibin da ku amûr û îmkanên pêwîst bên avakirin.

Belê, ev çar gav, dê sîstema asîmîlasyonê bi awayekî bihêz bihejînin, dê rê vekin da ku bi milyonan Kurdên ku bi Kurdî nizanin karibin bi Kurdî biaxivin, fêrî Kurdî bibin.

Kurdî hebûna miletê Kurd e, heykelê netewebûna me ye.

Ji bo ku em karibin rê li ber zext û asîmîlasyona li ser Kurdî bigirin, werin em ji pêkanîna van her çar gavan dest pê bikin.