Ji salên 2000î vir ve derbarê diyaspora kurd de pirr gotar tên nivîsandin û nîqaş tên kirin. Min jî derbarê heman mijarê de çend caran nivîsiye. Di pirtûka xwe ya yekem de jî min behsa heman xalê kiriye.
Di vê dema ku li welatê me pêvajoyên nû tên niqaş kirin de, pêwîstiya bi hêza diyasporayê zêdetir derdikeve pês. Lewre divê hemû Kurdên li derveyî welat, bi taybetî jî yên li Ewropayê dijîn, bikevin nava tevgerekê. Bê tevger hêza diyasporayê çênabe.
Li Ewropayê nêzî 2 mîlyon Kurd dijîn. Lê mixabin mirov nikare li vê parzemînê hêzeke kurd ya diyasporayê bibîne. Çawa ku welatê me hatiye parçe kirin, li Ewropayê jî Kurd parçe parçe ne.
Li Ewropayê, bi taybetî bi navê Kurdên Bakur, di aliyekê de PKK, di aliyê din de jî KOMKAR û derdora wan xwe weke nûneriya diyaspora kurd didin xûyan. Bi taybetî KOMKARê li Almanyayê û ligel saziyên ewropî ji xwe re cihek jî çêkiriye. Lê belê di nava girseya kurd de ew zêde ne bihêz e û nikare dengekî bibandor derxe. Çendî PKK dikare bi dehan hezaran Kurdan li dora xwe bicivîne, wê nikaribûye ligel saziyên ewropî ji xwe re cihekî bide çêkirin. Digel pêvajoya nû, hê jî navê PKK li ser lîsteya Ewropiyan ya « Rêxistinên Terorîst » e.
Mixabin derbarê diyasporayê de Kurdên Başûr, yên Rojava û yên Rojhilat neketine nava ti hewldanekê. Digel ku Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê xwedî pirr derfetan e, mixabin heya niha min nedîtiye ku ew ketiye nava hewldaneke tevgerkirina diyasporayê. Bi taybetî ji bo Hikûmeta Herêmî ez vê yekê weke kêmasî dibînim.
Niha pêwîstiyeke pirr zêde bi tevgerkirina diyaspora kurd heye, an jî ez bêjim ‘divê li Ewropayê diyaspora kurd bê çêkirin’. Gotina ‘diyaspora’ bixwe tê wateya bihêzbûnê, eger diyaspora hebe hêz jî heye. Eger hêza Cihûyan û ya Ermeniyan li Ewropayê û li Amerîkayê tine ba, kesî nikarîbû behsa diyaspora Cihûyan û ya Ermeniyan bikira. Divê êdî Kurd jî bibin xwedî hêzekê û diyaspora wan jî hebe.
Tenê bi gotin diyaspora nayê tevgerkirin. Çendî PKK û KOMKAR bêjin ‘em nûnertiya diyaspora kurd dikin’ ev tiştekî ava nake. Beriya her tiştî pêwiste di nava sazî û rêxistinên Kurdên li Ewropâyê de yekdengiyek hebe û ligel saziyên cur-be-cur welatên ewropî û yên Yekîtiya Ewropayê jî bi hev re kar bikin. Lê mixabin heya niha tiştekî wisa tine, parçebûna welatê me bandora xwe li ser Kurdên li penaberiyê jî kiriye.
Careke din ez dixwazim dubare bikim, di vê pêvajoya nû de pêwistiyeke mezin bi tevgerkirina diyasporayê heye. Hikûmeta Herêmî ya Başûr û BDP dikarin di vî warî de rola pêşengiyê bileyizin. Bêyî ku ferqê bixin nava Kurdan, eger daxwazek ji aliyê van 2 hêzan ve were, ez bawer im wê bersiveke erênî wergirin û bigihijin encamê.
Ez dikarim bêjim li Ewropayê hêzeke rewşenbîrî ku bikaribe bibe dengê diyaspora kurd jî heye û ji xebatan re amade ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse