Ma Macron jî Alman e?

15-02-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
A+ A-

Di hefteya borî de, diyardeyekê bala gelek kesan kişand: Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi zimanê Almanî axivî. Ev çima balkêş e? Ji ber ku Fransî navdar in ku her tim dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Îcar kesê ku serokê Fransayê be jî vê mijarê duqat teqez dike û li ser rijd dibe.

Ji aliyekî din ve jî ji bo kesên ku bindestiya Almanên Nazî dîtine, axaftina bi zimanê Almanî hîn jî li tevahiya Ewropayê hestyar e. Lê Macronê ku çend caran li ber mîkrofona min ji Rûdawê re axiviye, rabû li Parlamentoya Federal a Almanyayê bi zimanê Almanî peyivî!

Dibe ku gelek kes bibêjin: Gelo dê yan bavê Macron bi koka xwe ne Alman in? Bersiva min ji wan birêzan re "na" ye. Lê divê em fêm bikin ku mezinahiya merivekî li ser siyaseta Almanya û Ewropayê çawa Macron neçar kir ku bi zimanê Almanî biaxive. Çîroka wî kesî balkêş e û ez ê bi kurtî ji we re bibêjim.

Hefteya borî, li Parlamentoya Almanyayê merasîmeke rêzgirtinê ji bo siyasetkarekî pir taybet hat lidarxistin. Kesekî ku gava dihat gotin ku Şêwirmenda Berê ya Almanyayê Angela Merkel siyasetmedar û jina herî bihêz a Ewropayê ye, her tim dihat gotin jî ku Wolfgang Schauble (1942-2023) zilamê herî bihêz ê Ewropayê ye û duyemîn kesayeta siyasî ya herî xurt li Almanyayê ye.

Merasîma parlementoyê ji bo bîranîna koça dawî ya Schauble bû ku dawiya sala borî (2023) ji vê dinyaya gewrik bar kir. Di merasîmê de, ji bilî Macron, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û Merkel jî amade bûn. Hatibûn rêzê li merivekî bigirin ku zêdetirî 50 salan parlementerê Almanyayê bû û şop û tilîmora wî li ser gelek bûyerên girîng ên Almanya û Ewropayê hebû.

Min Schauble gelek caran dîtibû û pê re axivîbûm. Cara dawî ew car bû dema ku Schauble serokê Parlamentoya Federal a Almanyayê bû. Dema ku ez bi wî re diaxivîm, min zanîbû ku ez li hemberî siyasetvanekî rawestiyame ku ji bilî ku nîv sedsal bû bandora wî li ser siyaseta Almanî û Ewropî hebû, heman kes e jî ku wer kir têkiliyên Almanya û Fransayê piştî Şerê Cîhanî yê Duyem asayî bibin.

Kesên ku şehrezayên dîroka damezrandina Yekîtiya Ewropayê (YE) ne, dizanin ku lihevhatina van her du welatan (Almanya û Fransa) ew yekîtî ava kir. Ji bilî vê jî Schauble hem wekî Wezîrê Navxweyî û hem jî wekî Wezîrê Darayî yê Almanyayê roleke darîçav di teşegirtina polîtîkayên navxweyî û darayî yên YEyê de gerand.

Kesayeta Schauble kir ku Macron bi zimanê almanî biaxive û wî bi bîr bîne. Di vê yekê de, peyamek ji bo cîhana derve xasma ji bo Herêma Kurdistanê hebû ku mirovên mezin bi bîr, hizr û hewldanên xwe yên mezin ên ji bo aştî û aramiyê nola Schauble dibin cihê hurmet û rêzgirtinê.

Macron, Scholz û Merkel ji ber vê yekê li kêleka hev rûniştin û ew merivê mezin bi bîr anîn, ji ber ku wan dizanibû ku ew li merasîma futurîstekî pragmatîk rûniştine. Mirovekî ku dema xatir xwest û çû, Almanyayê kesayeteke dewletmedar, Ewropayê stûneke girîng û Fransayê jî dostekî xwe yê herî dilsoz ji dest da.

Gelek gotinên Schauble yên balkêş hene ku ramanên wî yên mezin nîşan didin. Ne şert e ku meriv bîr û baweriyên wî bipejirîne yan dijî wan derkeve, lê li vir li Ewropayê têne nîqaşkirin û gengeşe li ser wan çêdibin. Wek mînak, wî bawer dikir ku Ewropa tenê di rewşekê de ji Amerîka û Rûsyayê bihêztir dibe, eger çekên wê yên atomî hebin.

 

Di çîroka Wolfgang Schauble de, ji bo siyasetkarên Herêma Kurdistanê jî derseke girîng heye: Ji ber ku kesên fena Schauble karîbûn Ewropayeke tijî şer û nakokî bigihînin yekîtiyekê, nexwe yekkirin û hevgirtina Kurdan pir hêsan e, bi şertê ku rêber û serkirdeyên me li şûna bîrtengiyê bixwazin bibin Schauble û li şûna parçebûnê bibin avakerên yekîtiyê! Ji ber ku jiyan derfetek e ji bo kirina tiştên mezin, wekî ku Schauble xweş digot "Şikir, em nikarin her û her bijîn û divê em carekê bimirin!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw

Beyrût dîsa dikele

Kurdên çarereş mîna lîstika Real Madrîd û Barselonayê di kuştina Heniyeyê de jî fitfit li wan ketiye, hinek şînê li ser wî girê didin û hinek jî serê govendê digerînin.