‘Hol hola Tawisê Melek e’

15-02-2017
Silêmanê Alîxan
Nîşan Êzdî Mezargeh Laliş
A+ A-

 


Di sala 1999ê de pirtûka "Ayînê Êzdiyatî" ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat çapkirin û li dibistanên navçeyên êzdiyan kete nav sîstema xwendinê. Ez jî weke taypêst (xeletçîn) beşdarî sererastkirina van pirtûkan bûm. Bi nivîsandina bi hizaran pît, sedan peyv û pendên olî, ku di êzdiyatiyê de weke “Sebeqe” tên binavkirin, min karî kûrtir biçim nava hin aliyên vî olî.

 

Tê bîra min, ku ez di meha Remezanê de  mijûlî sererastkirina van pirtûkan bûm. Ev jî bû sedema rexnegirtina hin kesan, ku digotin "karkirin û çapkirina van pirtûkan herame ‏bi taybetî di meha Remezanê de!"

 

Beriya çend rojan jî me serdana perestgeha Lalişê kir û me li wir dua û hêvî ji Xwedê kirin ji bo serketina gelê me. Li ser vê jî hin kesan em rexnekirin, ku "duakirin li wê derê ne rast e!"

 

Helbet em ne yekem kesin û ne yekem care jî diçin Lalişê. Berê jî me serdana gelek ciyên din ên pîroz kiriye weke; Şerfedîn, mezargehên Dêrebûn, Şarya û Baedrê û hwd. Herwek çawa me serdana perestgehên pîroz ên kiristiyanên Kurdistanê jî ‏kiriye li Elqoş, Pêşabûr, Mîdyad, Dorê û hwd.

 

Digel mezarên pîroz ên kurdên ‏misilman jî weke mezargeha Melayê Cizîrî, mezargeha zana û şêxê mezin ê kurd Ehmedê ‏Xanî û gelekên din. Li hemû van serdanan jî me hêviya xweşî û serketinê ji bo ‏gelê xwe xwestiye.

 

Eşkereye, ku ev hemû perestgeh û mezar beşek in ji dîrok, kultur û ola civaka Kurdistanê. Her yek ji van pîrozî û taybetmendiya xwe heye. Evca madem em bawer in ku hemû pêkhateyên Kurdistanê bira ne, wate pêwîst e ciyên pîroz ên her pêkhateyeke vî welatî (heta eger hijimara wan yek ‏kes jî be) li cem pêkhateyên din pîroz be. Ev jî negunehe û normale ku tiştê bo birayê min pîroz be ji bo min jî pîroz be û hurmetê jêre bigrim.

 

Beriya deh salan min nivîsek di Kovara “Sîlav” de weşand. Di vê nivîsê de min gotibû ku ji bo avakirina dirustkirina dewletê pêwîste em di serî de dîwarên navbera pêkhateyan birûxînin. Lê xwiyaye ku ‏dîwar her mane û meseleya biratiya pêkhateyên Kurdistanê jî li cem hinek kesan tenê axaftin e. Hinekan jî ji binî bawerî pê nîne! Ev jî bi nerîna min, ji bo ‏pêkvejiyana aştiyane gef û astengek mezin e li ser rêya her pêngava ji bo serxwebûnê ku demeke em behs dikin.

 

Li vir mijara me li ser civak û ciyên pîroz ên êzdiyane, ku hejmara şêniya wan li ‏Kurdistana Mezin digihe milyonekî. Wate em behsa ol, kultur û dîroka xwe ya pîroz dikin.

 

Lewma beşdarîkirina rasterast di helkeft û merasîmên van birayan de, dê bibe destpêkeke giring ji bo bicihkirina ramanên pêkvejiyanê.

 

Xweşiktirîn rengê beşdarîkirina rasterast jî ev e, weke mînak; di baharan de em digel keç û xortên êzdî gulên ‏sor biçinin ji bo pêşwaziya cejna sersalê, li tewafan xwarinê amade bikin û ‏bi semakirin ber bi serê çiya û mezarên wan ve biçin. Di cejnan de jî serdana ‏malên wan bikin bo pîrozîkirinê.

 

Ji hemûyê giringtir jî ev e, ku di qeyranan de em destên wan ‏bigrin, dengê xwe bidin digel dengê wan di dema duakirina ji Xwedayê Mezin û bi bawerî ji bo serketin û derbazkirina qeyranan hawar bikin "Hol Hola Tawisê Melek e."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst