Cenêv2: Bêhêvîtî û bijardeyên alternatîv

15-02-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

 

Kongreya Cenêv2, qumara siyasî ya mezin ji bo çareserkirina kirîza tund a Sûriyê. Piştî deh rojan ji danûstandinan, gera yekem bê encam bi dawî hatibû. Gera duyem jî bû nîşana metirsî û gefa ne tenê têkçûna danûstandinan belku şikestina projeya kongireyê bi tevahî.

Tevî tevgera dîplomasî ya çalak û hevdîtinên himbiz di navbera welatên serpereştyar, şanderê Neteweyên yekbûyî û her du şandeyên rejîm û opozisyona Sûriyê de, lê ti pêşketinên berçav û gavên kirde encam nedan, û şanderê navneteweyî û erebî, Exzer Ibrahî kongreyê çapemenî yê rojane duh ji nav bir û soz jgera sêyem jî, eger hebe jî, tenê di nava rûpelên deftera wî de ma.

Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê û endamê şandeya rejîmê, Feysel el-Miqdad ragihand ku ti pêşketinê di danûstandinên Cenêvê de encam ne daye û pabendiya şandeya hikûmeta xwe bi wê yekê diyar kir ku karê sereke yê kongreyê gengeşekirina nehiştina terorê ye ne ku guftûgokirina damezrandina Desteya Hikumraniya veguhêz e.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê şandeya opozisyonê, Luey Safî rejîm bi astengkirina danûstandinan tometbar kir û got: " Rejîmê ti pêşinyar derbarê veguhestina demokratîk de, dûr ji dîktatoriyetê, dûr ji xwînrijandinê û dûr ji ferzkirina desthilatê bi darê zorê ne kiriye, heta niha me ti bersiva erênî wernegirtiye, dibe ku em demekê rawestin da ku em zanibin ka bê rejîm wê careke din tevlî çareseriya siyasî bibe yan na."

Lê cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, û şanderê vî welatî ji bo danûstandinên Cenêvê, Gennady Gatilov xwest hinekî radeya bêhêvîtiyê kêm bike û diyar kir ku şandeya hikûmeta Sûriyê ne bi niyaz e ku ji danûstandinên Cenêvê vekişe û got ku ev nîşana wê yekê ye ku hikûmeta Sûriyê kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan dike.

Nîşanên bêhêvîtiyê yên ku ji her du gerên danûstandinên Cenêvê derdikevin hiştin ku Amerîka, ku yek ji serperştyarên sereke yên kongreya aştiyê ye, bijardeyên alternatîv gengeşe bike û li gorî hinek zanyariyên ku gihaştine medyayê, biçekkirina opozisyona lîberal û fişarên dîplomasî li ser her yek ji Rûsya û Îranê beşek ji van bijardeyan e.

Dûrî danûstandinên li Cenêvê ji aliyê cih ve lê gellekî nêzîk ji wan ji aliyê stratejîk ve, hêzên rejîma Sûriyê amadekariyên êrîşkirina ser bajarê Yebrûd ê stratejîk li devera Qelemûnê dikin û ji du rojan ve ev bajar bi tundî tê topbarankirin û xelkê bajêr berve sînorên Libnanê direvin, û eger rejîmê ev bajarê stratejîk di navbera Şam û Humsê de kontrol kir wê helwesta wê bihêztir û tundtir bibe.

Tevî hemû zehmetî û astengiyên li pêş danûstandinên Cenêvê, pirsa girîng ew e gelo bi rastî bijardeya alternatîv, ango pilana Bê he ye? Û eger hebe, kengî û kî dê li ser destpêkirina cîbicîkirina vê pilanê ok bike?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst