Têkçûna Nomosê

Mirovahîyê agir dît, xwarin pê çêkir, xwe germ kir di serma û seqemê de. Xiraban pê mal û mirov şewitandin. Ocax kor kirin.

Mirovahîyê kêr çêkir. Tiştên hişk pê jê kirin, nêçîra xwe pê kir. Xirab û xêrnediyan ew di sing û pişta mirovan de çikandin, pê xwîn rijandin.

Mirovahiyê dîwar lê kir, keleh çêkir. Diz û dagirkeran xwe di wan de parast û bi ser ên din de girt, talan kirin mal û milkê wan. Kirin dewlemendî anîn li qesr û qonaxan xwarin.

Mirovahiyê peyker çêkir. Bi dirb û delaliya wan bîra xwe zindî kir. Bêmêjiyan ew kirin pût û perestina wan li ser yên din ferz kir.

Mirovahiyê nivîs îcad kir. Bîra xwe pê parast, dîrok nivîsî. Derewkaran derewên xwe pê belav kirin.

Mirovahiyê pûl û pere çêkir, danûsitandina xwe bi lez û hêsan kir. Bazirganên xapînok pere ji pereyan çêkirin, çerxa bac û mêtingehiyê danîn.

Mirovahîyê keştî çêkir, çem û behr derbas kirin. Şûm û diz û fêlbazan bi ser girav û welatan de girtin wêran kirin.

Medyaya sosyal jî wisa ye. Derfeteke zêrîn e. Ji bo zêdekirina zanînê, ronakkirina hiş, naskirina hev lê ji fesad û fitnebazan re jî derfeta dezenformasyon û pêvedan û vereşînê ye.

Tu çi bikî dê xayîn û xirabmal tê de birîn. Her kes li gor cewhera xwe tevdigere. Mar û dûvpişk bi mirovan vedidin, hesp û çêlek mirovan xwedî dikin. Şêr serfiraz û sergevez in, rovî tim li pey fêl û fen û xapa ne. Teyr li asîmanên bilind û bêdawî difirin. Bilbil li ser şaxan dixwînin. Ker li erdê dizirin. Dil ji kêzik û kelmêşan dixele.

Dîroka mirovahîyê her ev e: Çêkirin û xirabkirin. Çêker û xirabker. Piranî, xirabker in.

Li cîhanê kevir bi milyonan hene lê kevirên almast bi sedan in. Yên bi qedr û nirx tim kêm in. Li hemberî hezar kesî encex başek hebe. Ew jî di nav ên din de winda û biguman e. Gazî hişê xwe bike! Bila dûr neçe. Ew sed xirab û başek tev li derdora te ne. Bira, hezkirî, heval û nasên te ne lê tu jî mafdar î! Naskirin jî meharetek e. Kêm kes dikarin qenc û xiraban ji hev derxin.

Çêkirin zehmet e. Roj û meh û salan dixwaze. Zanînê dixwaze. Hez û hêz û hevkarîyê dixwaze. Dilsoziyê dixwaze. Kedê dixwaze.

Lê xirabkirin? Dil û mêjîyekî sergo û çirav jê re bes e. Kêlîyek bes e. Gotinek bes e. Gumanek bes!

Augustinus bi sê-çar peyvan digot, “Rem viderunt, causam non viderunt” (Ya bû dîtin, ne sebeba wê). Lewma tê gotin, “Heger tu çîroka min nizanibî, nikarî min darizînî”. Çîrokzanîn ne kurtepist û fesadî û şimopivî ye.

Kes li xwe nanêre. Kes xwe nizane. Hê xwe nas nake, bi hêsanî mirovan nas dike û pênase dike! Îcar xwenasîn jî rêwîtiyeke heta dawiya temenê mirovî didome.

Qey pêşiyan belasebeb gotiye: “Heta xwe nas kir, emrê xwe xilas kir” û wan lê zêde kiriye, “Xwenas, çêtir e ji mêrxas.” (Rast e, di gotina pêşîyan de ‘mêrê xwenas – mêrê mêrxas’ derbas dibe, min zayend notralîze kir).

Pêşîyan evq as şîret li me kirine lê gotin bi serê me neketiye. Lewma ji bo me hê jî mêrxasî di ser xwenasîyê re ye.

Mirovên qenc û xwenas, xwedî pîvan û prensîb û rêbaz in. Nomosa wan heye. Ne di civatê de, di hişê xwe de jî şerma wan heye. Yên xirab û xwenezan bênomos in, bênamûs.

Ji Yûnana antîk û vir ve, 2500 sal in mirovahî peyva nomosê bi kar tîne. Ji sirûştê dizê, danûsitandinên civakê av dide.

Lê kambax be! Nomos hatiye di nav me de li doxîn û navranê asê maye. Mêjî ji jor, daketîye jêr. Lewma derew, buxtan heta kuştin jî bi qasî kurtepista navranê bala vê civakê nakişîne.

Nomos zanîn û xwenasîn e. Ji hizirînê heta tevgerînê, pergal û prensîb in. Çêkirin û avakirin e. Zêrevanê aramîyê ye. Mirovahî bi nomosê dikare fitne û fesadîya xirabîyê sînordar bike û agirê wê bitefîne. Yan na wê ruhê xwe pûç, ocaxa xwe kor bike.

Berê digotin, “Heya rastî rabe ser xwe, derew sê caran li dinyayê digere.” Sê car, di serdema dîjîtal de bûye sê milyon car.

Serdema post-truth dê post-nomosê encam bide gelo? Belkî jî mirovahî êdî dikare xwe bikuje. Yan jî mirovahî ji zû de termekî genî ye li Rojhilata Navîn. Şeytanqûnî ye. Bi xêra medyaya sosyal bêhn dide, her bêhn dide. Darikê hewdelê pîsiya xwe tev dide.

Nêzîk bû, ya nêzîk dibe. Gava ew dem hat, dê ti tişt rê li ber negire. Îcar hûn heyirî dimînin! Ji xwe razî, her dikenin, qet nahizirin. Qiyamet hebe, têkçûna nomosê ye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)