Tevgerên Tirkiyê yên vê carê!

Aso Ebdulletîf

Tirkiye wek dewleteke mezin a navçe û cîhanê, ji bo ku gefên stratejî ji xwe dûr bixe, bi taktîk û gefên nû li ser xaka Sûriyê mijûl e. Xasma enerjiya cengê ya artêşên xwe yên veşartî û eşkere dijî ezmûna Rojavayê Kurdistanê li ser çend astên navxweyî û herêmî dide xebitandin.

Dibe ku ev operasyona nû ji bo Tirkiyê, bi hevkariya rasterast a Enqere û nerasterast a Moskow û hêzên marjînal û radîkal ên olî li hundirê Sûriyê, Artêşa Azad û Şam û Bereya Nusre û Artêşa Mihemedî, kilîda vekirina çend qiflên aloz ên li pêşber Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ji bo sala nû be ku ji van pêk tên:

Livandina hêzan û hegemoniya bi vê berfirehiyê di vê demê de, ango livandina hestê dengderê tirknijad, ew jî ber bi misogerkirin û birina ajendaya hilbijartinên serokatiya komarê û şaredariyan li meha hezirana 2023 ku ji bo Recep Tayyîp Erdogan herî zêde dijwar û çarenivîsî ne.

Bi taybetî ku şeş partiyên nû yên dijberiya cidî bûne kelem li ber bicîhatina xewna bidestxistina wîlayeta sêyem ji bo Erdogan û guhertina pergalê ji serokatî bo parlamentoyî ku demek e rojeva wê germ e.

Ev ji bilî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe bi form û gotareke radîkal a nû li hember wan senaryo û gefên dewletê manîfesto kiriye. Tevî ku li navbera partiya desthilatdar û her şeş partiyên dijber dilîze û gotara wê hîna ne zelal e ka arasteya wê ya siyasî ber bi kîjan çeperê ji wan her du çeperên opozisyon û desthilatê ye.

Tevî ku ew her şeş partiyên nû yên Tirkiyê ku îsal pêk hat dijî AK Partî û bi merema guhertina pergala siyasî ji serokatî bo parlamentoyî ku ji van partiyan pêk tên: Partiya Gel a Komarî ya Kemal Kiliçdaroglu, Partiya Xêrê ya Meral Akşener, Partiya Seadetê ya Temel Karamollaoglu, Partiya Siberojê ya Ehmed Dawûdoglu, Partiya Demokrat a Pêşkeftinê ya Elî Babacan û Partiya Demokrat a Gultekin Uysalî.

Tevaya van partiyan piştevaniya hikûmeta AK Partiyê dikin ji bo van operasyonên nû li hember bakurê rojhilatê Sûriyê û Minbic û Kobaniyê dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo dirustkirina kûrahiya ewlehî li gor peymana hevpeymanan û Rûsya û Enqere li sînorên Tirkiye û Sûriyê li sala 2019, AK Partî dixwaze bi vê pêngava neteweyî û nijadî ya piştovana tirkîzmê, hest û ajendaya wan her şeş partiyan jî bikişîne hêla xwe yan qet nebe wan ji bo siberojê bê bandor û kartêkirin bike.

Livandina hêza bejayî û ragihandina şer û operasyona Tirkiyê ber bi rojava û bakurê Sûriyê, ne nû ye, ji bo wê yekê ye da Tirkiyê gef û astengiyên navxweyî û nerazîtî û bêkariya ciwanan û aboriya qels û deynên xwe nixamtî bike û perde bike heta piştî hilbijartinan bi hênceta teror û gefên derveyî û ewlekariya neteweyî.

Lewma dirustkirina piştêna 30 kîlometreyî ya ewlehiyê li derveyî sînorên xwe pêngava herî baş e da ku…yekem: Amerîka ku mijûlî cenga Ukrayna û NATOyê ye bîne ser maseya danûstandinê û wê neçar bike li ser hindek destkeftan û bihêle nermiyê nîşan bide ji bo bazirganiyê û deriyên nû yên petrolê û bidestxistina bazirganiya zêdetir.

Duyem: Dawî li Kampa Holê li Parêzgeha Hesekê bîne û vegera serkirdên reviyayî yên DAIŞê û cardin birêxistinkirina wan li dij Rojava, çunke baweriya Sûriyê wiha ye ku niha ezmûnên xweserî bi tevayî geş bûne û dijminekê wan ê wisa berbiçav nemaye di şêweya Bereya Nusre û DAIŞ û Tirkiyê vê yekê wek paşveçûn û metirsî dibîne.

Tirkiye vê yekê jî dizane ku ezmûna şoreşa Rojava, pratîzekirina teoriyên modernîzma demokratîk û fikirî yên Apoçî ye, bi wî rengî û bi cengê ne ku bihêztir dibin, lêbelê baştir û çavvekirîtir dibin li ser paşerojê. Lewma dixwaze bi her hêncetekê be mifayê ji wê valahiyê werbigire ku şerê Ukrayna-Rûsyayê dirust kir û Moskow bixwe ber helakê biriye û Amerîka jî neçar kiriye ku mijûlî Ewropa û welatên NATOyê be û zêde li êrîş û gefên Tirkiyê li ser Rojava nehizire.

Lewra Tirkiyê vê wek derfet dibîne ku sûdê ji wê statûya xwe ya ceostratejî û kêrhatî werbigire berî serma û seqema zivistanê û wan armancan bi cih bîne dijî HSD û YPGê û li çokkirin yan lawazkirina herêmên xweser û desttêwerdana hindek hevkêşeyan.

Dûr jî nayê dîtin ku Tirkiyê Mîsaqa Millî cardin zindî bike û girêka mezin veke wek rewatiya dîrokî ya navdewletî û diyar e di kêlîkên dawîn ên ketina xîlafeta osmanî û desthilata siltanan de, Peymana Mudrosê hate kirin li navbera Siltan Mihemedê Şeşem û hevpeymanên serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Yekem li sala 1918ê wek Mîsaqa Millî û parastina sînorê eyaletên Tirkiyê wek xweparêziya şer û piştêna aramiyê û ji bo cara yekem jî Recep Tayyîp Erdogan di cotmeha 2016ê de ew peyman û desthilatdarî bi navê Mîsaqa Millî li hember rewatiya êrîş û operasyonên xwe derxist holê û danî ser zarê medyayan.