Serxwebûn tê çi bi xwînê be yan bi biratî û aştî be

Di salên dawî yên hezarsaliya borî de, li ser qada siyasî ya dinyayê gelek dewletên serbixwe yên nû derketin holê. Hilweşîna kampa sosyalîst destpêka vê diyardeyê bû. Lê ji gelek kesan re cihê pirs û ramanê ye ka çima parçebûn û hilweşîna Yugoslavyaya berê li navçeya Balkanê bû sedema rijandina xwîna gelên wê komara sosyalîst û pêkanîna jenosîd û tawanên pir mezin û xirab.

 

Karesata piştî hilweşîna Yugoslavyaya Berê bi rengekî bû ku êdî “Balkan” ji navê navçeyeke cografî ya bedew a başûr rojhilatê Ewropayê guhert û bû jêdera têgeha “Balkanîzasyonê" ku yek ji têrmên herî kirêt e di nav edebiyata siyaseta navneteweyî ya vê serdemê de. “Balkanîzasyon" vêga êdî têrmeke ceopolotîk e ku ji bo derbirîna cudabûna bixwîn û dijminkar a gelan tê bikaranîn.


Li tenişta wê pirsa mezin a ku karesata “Balkanîzasyonê” bi xwe re anî, salên dawî yên hezarsaliya borî diyardeyeke sosret a din jî bi xwe re anî: Her li tenişta gelên Yugoslavyaya Berê ku navçeya Balkanê kiribûn gola xwînê û cihê yek ji reştirîn komkujiyên dîroka mirovatiyê, du gelên din ên kevnare yên Ewropaya Rojhilat, ango gelên Komara Sosyalîst a Çêkoslovakya bê pirsgirêk an bêyî rijandina xwînê, bi aştî mala xwe ji hev cuda kirin û du komarên nû yên Çêk û Slovakyayê pêk anîn. Gelo sedem çi bû ku Çêk û Slovak wisa bi awayekî şaristanî û aştiyane ji hev cuda bûn?


Bêguman li tenişta her sedemeke nesereke, sedemeke sereke bi rola xwe radibe. Ew sedem jî hebûna serokomarekî bi navê Vaslav Havel bû. Havelê ronakbîr û şanonivîs û torevan ku serdemeke dirêj wek pêşengê bizava nerazîbûna sivîl a Çêkoslovakyayê li dijî sîstema qaşo komunist a wî welatî dihat naskirin û bi salan jî di bedela azadîxwaziya xwe de, di quncika zindanên Çêkoslovakyayê de hatibû girtin.


Ligel hilweşîna hikûmetên komunist ên girêdayî Yekîtiya Sovyetê, Vaslav Havelê ronakbîr û torevanê nerazî, wek serokomarê welêt hat hilbijartin. Hilbijartina kesayetiyeke azadîxwaz mîna Havel, hevdem bû ligel “qonaxa derbasbûna” Çêkoslovakyayê, di qonaxa guhastina ji sîstemeke gendel û hilweşiyayî ber bi avakirina sîstemeke nû û lîberal û demokrat.


Vaslav Havel rêberê hezkirî yê welatê xwe bû ku hem Çêkan û hem Slovakan rêza wî digirt. Lê Havel ji şiyana xwe di meseleya ragirtina balansê di navbera exlaq û siyasetê de dudil bû. Di bîranîneke xwe de ku di dema destbikarbûna xwe de nivîsandibû, ji xwe dipirse: “Gelo ez dikarim cilewa desthilatdariyê bi destê xwe bigrim bêyî ku pêwist be ez îxanetê li wan nirxên exlaqî bikim ku min hemû temenê xwe di xebata ji bo wan de xerc kir?”


Bi wî ruhî û bi wê xeyalê ku ezmûna wî ya desthilatdariyê berdewamiyeke exlaqî ya xebata wî ya berê li dijî desthilatdariyê be, Havel wek endazyar û pêşengê avakirina Çêkoslovakyaya serdema azadî û demokrasiyê, bi prensîbeke geş dest bi kar kir: “Em nikarin dewleteke nû ava bikin, eger me pêşdem bingehên dewleteke exlaqî ava nekin.” Êdî exlaq bû kevirê bingehîn ê siyaset û desthilatdariya Vaslav Havel di hemû rêveçûna wî ya mişt serwerî û deshiltadarî de. Li vir ez behsa têgihîştina Havel bo pirsa exlaqan di siyasetê de nakim, lê ezê vê derfetê bikar bînim ji bo bibîranîna mezintirîn “hevdijiya exlaqî” ku Havel hêj di destpêka desthilatdariya xwe de rastî wê hat: Babeta daxwaza serxwebûnê ya Slovakan.


Çêk û Slovakan bi hev re Komara Çêkoslovakyayê ava kiribûn. Slovak birayên biçûk bûn. Daxwaza serxwebûnê ya Slovakan û xebata wan ji bo cudabûna ji Çêkan, ku di pratîkê de dihat wateya hilweşandina Komara Çêkoslovakyayê, bêguman ji her kesî bêhtir pirsgirêk û serêşa “kesê yekem ê welêt” bû. Serokomarê welêt jî Vaslav Havel bû ku sond xwaribû yekîtiya axa welêt û serxwebûna Çêkoslovakyayê biparêze. Havel ku hemû temenê xwe ji bo azadiyê xebat kiribû, diviyabû çawa bi vê pirsa hestyar re tevbigere?


Havel hemû hest û soz û helwesta xwe di vê mijarê de bi nivîsandinê nîşan da. Di gotarekê de ku di vê mijarê de û di germiya xebata cudaxwaz a Slovakan de hatibû nivîsandin, Havel bi vî awayî berê xwe dide welatiyên xwe yên Slovak û daxwazê ji wan dike derfeta ceribandineke nû bidinê. 


Havel dibêje: “Ez dizanim di hemû salên bihevrebûna me di çarçoveya Komara Çêkoslovakyayê de we hest bi birabiçûkiya xwe kiriye û Çêk bi pozbilindî ligel we tevgeriyane. Mafên we hatine xwarin. Mafê we heye hûn nerazî bin. Mafê we heye hûn li ser mafên xwe yên ku hatine xwarin bêdeng nemînin, lê dîrokeke kevintir a bihevrebûna me heye ku vedigere beriya serdema qaşo komunistên totalîter. Em dikarin siberojeke geş bi hev re ava bikin. Werin em derfeteke din bidin hev û xeletiyên dema borî rast bikin. Em dikarin bi hev re karên mezin bicih bînin. Em dikarin wek du birayên weke hev bi bextewerî bjîn û hêzê diyarî hev bikin. Eger em ji hev cuda bibin, dibe ku kes ji me bi tena serê xwe nikaribe li hember kêşeyên mezin li ber xwe bide. Lewra di egera cudabûnê de siberojeke nezelal û dibe ku tarî jî bendewariya me herdu miletan bike. Werin em derfeteke nû bidin hev. Ez wek serokomar soza biratî û yekîtiyeke dadmend didim we, eger ew derfeta me hebe em careke din welatekî hevpar û azad ava bikin.”


Bi vî rengî, Vaslav Havel dûr ji her gef û guvaşekê, bi wê pexşana xwe ya şêrîn û bihêz, peyameke hûrbîn û avaker, bi Slovakan dida bihîstin da dev ji ramana cudabûnê berdin. Lê her di berdewamiya wê nivîsara xwe de, serokomar Havel bi vî rengî peyama xwe ya ji bo Sovakan bidawî tîne: “Tiştê di sûtyê min de bû, min got. Tiştê li ser milê min bû min kir. Bi hemû xêr û bêrên ku di bihevrebûna me de hene û bi dest me dikevin, bi hemû wan tiştên ku min ji we re behsa wan kir, eger hûn hêj bi îsrar bin li ser cudabûna ji Çêkan, ez li vir wek serokomarê Çêkoslovakyayê, bi hemû berpirsyariya xwe dibêjim ku ez yekem kes im rêzê li vê biryara we digirim.”


Vaslav Havel beriya ku serokekî siyasî be, rêberekî exlaqî yê civaka xwe bû. Lewra helwesta wî ji bîr û helwesta piraniya gelê Çêk re bû mînak. Piraniya gel çav li serokomarê xwe yê zîrek kir. Lewra li tenişta Yugoslavyayê, li Çêkoslovakyaya wek Havel digot “mişt gendeliya exlaqî, aborî û siyasî”, du gel ji hev cuda bûn, bêyî ku wê xeletiya kujer ku Serbên Yugoslavyayê li hember gelên navçeya Balkanê kirin, Çêk li hember Slovakan pêk bînin. Ew ji hev cudabûna aştiyane jî ku Havel endazyarê wê bû, bû kevirê bingehîn ê du dewletên nû yên Çêk û Slovakyayê ku niha êdî ji mêj e nûnertiya du gelên bihêz, du welatên şên û du cîranên demokrat û aştîxwaz di çarçoveya komarên Çêk û Slovakyayê de dikin.


Balkêş e ku herdu gelên Çêk û Slovak ku yekîtiya kotekî ya serdema totalîtarîzma sedsala bîstan ew bi zorê bi hev ve kiribûn û bi xweşî ji hev cuda bûn, di sedsala 21 de vê carê bi meyla xwe ya azade, di çarçoveya yekîtiyeke mezintir di malbata gelên ewropî de, wek du endamên Yekîtiya Ewropayê nêzîkî hev bûne. Dibe ku gotina Vaslav Havel pir rast be dema digot:  “Avakirina dewleta serbixwe ya neteweyî wek belayekê ye, diyar e pêwistiya hemû gelan pê heye ku demekê pê bikevin heta wê derbas bikin.”


Di van rojan de ku pirsa ragihandina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê ketiye rojevê, wiha tê gotin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kiriye nûnerên Kurd herin Bexdayê da bi hev re bi gotûbêjan yekalî bikin ka gelo Kurd û Ereb, bi wê raboriya qeşeng ku bi hev re derbas kirine, wek du hevparan li Iraqê bimînin an bibin du cîranên hev. Ajendaya siyasî ya Kurdistanê zelal e. Heta niha karnameya Ebadî jî zelal e. Lê ya ku ne zelal e, ka gelo Heyder Ebadî dikare bi wê mîrata kultûrî ya siyasetê ku ji bo deshtilatdarên Bexdayê maye, di pirsa man an cudabûna Kurdan ji Iraqê, çav li Vaslav Havel bike?