Hewlêr di navbera jîngeheke şaristanî û jiyaneke jehrawî de

13 demjimêr berê
Nîşan Hewlêr Hewaya Lewitî Jîngeh Şaristanî
A+ A-

Dr. Rizgar Mihemed Osman Henareyî

Ev demek e li seranserê cîhanê bajar bûne cihê girîngiya lêkolînên navendên akademîk û zanistî. Nifûsa bajaran bi lez zêde dibe, loma li hemû cîhanê diyardeyeke nexwezayî peyda bûye xasma piştî nîvê duyem ê sedsala borî.

Li gorî statîstîkên Neteweyên Yekbûyî, tomeriya nifûsa bajaran heta sala 1950î tenê 751 milyon kes bû. Lê belê ev hejmar sala 1985an bûye 2 milyar û di destpêka vê sedsalê de gihîştiye 3 milyaran û vêga zêdetirî 5 milyar mirovan li navenda bajarên cîhanê dijîn, digel ku rûbera bajaran ji sedî 3yê tevahiya rûbera bejahiya erdê kêmtir e.

Eşkere ye ku kombûna hejmareke mezin a niştecihan di rûbereke biçûk de, ji bilî ku jîngeheke şaristanî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên cihêreng ji şêniyên bajaran re misoger dike, di warê xizmetguzariyên perwerde û tenduristiyê û… hwd, di heman demê de hin pirsgirêkên jîngehê yên curbicur çêdike, nemaze pirsgirêkên jîngehê yên wekî qirêjiya hewayê, qerebalixî, ax, av û…hwd.

Nifûs û rûbera bajarê Hewlêrê

Rûber û nifûsa bajarê Hewlêrê mîna bajarên cîhanê rastî guherîneke lezgîn hatine xasma di 20 salên borî de. Berawirdkirina qonaxên berfirehbûna rûbera bajarê Hewlêrê wê rastiyê derdixe holê ku bajar bi awayekî nexwezayî mezin bûye û ev jî encamên xirab bi xwe re tîne.

Wekî mînak, sala 1991ê rûbera bajarê Hewlêrê tenê 80 kîlometreyên çargoşe bû û nifûsa wê jî ji nîv milyon kesî kêmtir bû lê belê sala 2012an rûbera bajêr gihîşte nêzî 130 kîlometreyên çargoşe û nifûsa wê jî nêzî 750 hezar kesî bûye.

Rûbera niha ya bajêr nêzî 150 kîlometreyê çargoşe ye û nêzî milyonek û dused hezar kesî lê dijîn. Vê yekê jî arîşeyên jîngehê yên cuda cuda peyda kirine ku qirêjiya hewayê ya herî darîçav û beloq e.

Sedemên qirêjiya hewaya Hewlêrê

Di çend rojên borî de qirêjiya hewaya bajarê Hewlêrê bûye rojev û gelek tişt li ser wê hatine gotin û nivîsandin. Loma nîşandana sedemên herî girîng ên vê arîşeyê li gorî faktorên erdnîgariya bajêr pêwîst tê dîtin ku di gelek nivîs û bernameyan de yan hatine paşguhkirin an jî ravekirineke zanistî ya berfireh li ser wan nehatiye dayîn.

Bi giştî pîşesaziyeke mezin li Herêma Kurdistanê nîne ku bandoreke neyînî ya mezin li ser qirêjiya hewaya wê bike, wekî pîşesaziyên çêkirina otomobîl û keştiyan, amûrên navmalê, pîşesaziyên petrokîmyayê û… hwd.

Ango sedema qirêjiya hewaya bajarên Herêma Kurdistanê ne pîşesazî ye, li şûnê, sedema sereke ya qirêjiya hewaya bajarên Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêrê bi taybetî zêdebûna bikaranîna sotemeniyên fosîl e yan jî ya ku bi navê (enerjiya nepaqij) tê nasîn, wekî mazot û benzînê li aliyekî û hebûna pîşesaziya parzûnkirina petrolê ji aliyê din ve. Loma paqijbûna hewaya bajarê Hewlêrê di vê rewşa niha ya bikaranîna vê hejmara mezin a erebe û jeneratoran de ne pêkan e û herî dijwar e.

Derbarê hejmara zêde ya otomobîl û jeneratoran gelek statîstîk dikarin bên pêşkêşkirin, di nav de:

Herêma Kurdistanê ji hêla hejmara otomobîlan ve li gorî nifûsa xwe li pêşiya gelek welatên cîhanê ye, wekî Tirkiye, Rûsya, Xirvatistan, Îran, Urdun û hwd. çimkî li gorî amarên herî nû, Rêveberiya Giştî ya Trafîka Herêma Kurdistanê, ji her 1000 kesî ji şêniyên Herêma Kurdistanê nêzî 350 kesan xwedî otomobîl in, ango ji her sê kesan re li Herêma Kurdistanê otomobîlek heye.

Ev nayê wateya bipêşketinê, tê wateya bipaşketina sektora veguhastina gelemperî ku hejmara otomobîlên Herêma Kurdistanê zêde bûye, bi ser de jî zêdetirî 8 hezar motorsîkletan li Herêma Kurdistanê hene ku pişka şêr a vê hejmarê li bajarê Hewlêrê ye.

Derbarê hejmara jeneratoran de, amarên Parêzgeha Hewlêrê nîşan didin ku nêzî 1500 jeneratoran li bajarê Hewlêrê hene (jeneratorên tax, otêl, motel, xwaringeh û kafeteryayan tê de). Ev hejmar her ku diçe zêde jî dibe. Li gorî raporeke malpera Rûdawê, salane zêdetirî 500 hezar jeneratorên cuda cuda derbasî Herêma Kurdistanê tên kirin.

Ger rûbera bajêr bi hejmara jeneratoran re were danberhevkirin, her (1) kîlometreya çargoşe ya bajêr dê nêzî 10 jeneratoran wergire. Ango sedema sereke ya pîsbûna hewaya bajêr di serî de otombîl û jenerator in, loma paqijbûna hewaya Hewlêrê pir dijwar e, bi vê pergala niha ya elektrîka niştimanî û hawirdekirina otomobîlan.

Asta qirêjiya hewaya Hewlêrê

Tiştê ku heta niha li ser qirêjiya hewaya bajarê Hewlêrê hatiye gotin û nivîsandin, hinek ne tê de, bi tevahî zanyariyên teorîk in û piştgiriya wan a statîstîkî qels e yan jî qet nîne, ji ber ku heta niha navendeke tikîtenê ya pîvana gazên bijehr li bajarê Hewlêrê heye ku Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê serkariya wê dike. Ev navend jî hemî gazên jehrawî napîve. Lewra jî têkildarî vê mijarê, divê em balê bibin ser hinek nîşeyan:

Dema tê gotin ku hewaya Hewlêrê lewitî ye, ev gotineke giştî ye û rast e. Kes înkar nake ku hewaya Hewlêrê qirêjî bûye lê divê behsa asta qirêjiyê jî were kirin. Gelo bi kîjan gazê qirêjî bûye? Rêjeya wê çend e? Sînorê destûrdayî yê navdewletî ji bo vê gazê çend e? Gelo ev gaza li asmanê bajarê Hewlêrê çend caran zêdeyî sînorê destûrdayî yê navdewletî ye? Tîrbûna gazê li kû û kengî zêdetir dibe? Bandorên vê gazê yên tenduristiyê çi ne? û ...hwd.

Divê ev û gelek pirsên din bên şopandin û bersivandin. Ji bo ku bi awayekî zanistî asta pîsbûna hewaya bajarê Hewlêrê û bandorên wê yên neyînî werin destnîşankirin.

Qala wê yekê tê kirin ku asta qirêjiya taxên başûr û başûrê rojavayê bajarê Hewlêrê pir zêde ye û xofdar e. Hewaya taxên bakurê bajêr paqijtir e. Ev zanyariyeke giştî ye û pêwîstiya wê bi pîvana asta gazan heye bi awayekî periyodîk an nîvperiyodîk, di tevahiya mehên salê de û li tevahiya taxên bajêr, bi merema berawirdkirina asta qirêjiya li navbera taxan di mehên cuda de.

Kêm caran dabaşa veguhastina gazên jehrdar ji cihekî bo cihekî din hatiye kirin, nemaze dema gazên jehrawî bi rêya her du faktorên lezgînî û arasteya bayê tên veguhastin. Arasteya berbelav a bayê li bajarê Hewlêrê ji mehekê heya meheke din û ji demsalekê heya demsaleke din diguhere. Bi gelemperî arasteya berbelav a bayê li bajarê Hewlêrê, rojhilat û bakurê rojhilat e bi rêjeya dubarebûna ji sedî 29an ji tevahiya bayên li bajêr, ango di rêza yekem de ba ji hêla rojhilatê bajêr ber bi hêlên rojavayê bajêr ve radibe lê ev nayê wateya ku rabûna ba ji hêlên din ve nîne.

Bo nimûne, hatina ba li beşên rojava û başûrê rojavayê bajêr, bi rêjeya dubarebûna ji sedî 27an pileya duyem wergirt nexasim di mehên payîz û zivistanê de. Di demekê de ku zibilxaneya Hewlêrê û parzûngehên neqanûnî û navçeya pîşesazî ya başûr, kargeha berhemanîna sîxan li gundê Tîmarê û çend pîşesaziyên din li wan milan cih digirin.

Lewra bêyî hebûna daneyên berfireh li ser rêjeya qirêjkerên di hewaya bajêr de, ravekirineke zanistî nîne ku rêjeya qirêjiya deverên bajêr nîşan bide yan jî wan taxan destnîşan bike ku asta gemara hewayê li gorî taxên din zêdetir e. Berovajî vê yekê, ti taxa bajarê Hewlêrê nîne ku hewaya wê bi gazên jehrdar qirêj nebûbe lê bi tibab û rêjeyên cuda.

Leza bayê li bajarê Hewlêrê bandoreke mezin li ser hilgirtin û veguhastina gazên jehrawî ji navçeyekê bo navçeyeke din dike. Statîstîkên berdest ên leza bayê li bajarê Hewlêrê balê dibin ser kêmbûna leza ba. Leza bayê salane ya navîn li bajêr ji “2m/s”yan kêmtir e lê belê leza ba ji mehê heya mehê diguhere.

Wekî mînak, di her du mehên adar û gulanê de ev lezgînî bilind dibe û rêjeya “4 m/s”yan derbas dike. Ango rêjeya veguhastina gazên jehrdar ên li ser bajêr li gorî leza ba di hemû mehan de ne yek e, li şûnê, cudahiya cih û demê heye li gorî lez û berê bayê.

Rêçareya paqijbûna hewaya Hewlêrê

Çareserkirina her arîşeyeke jîngehê bi giştî û arîşeya qirêjiya hewayê bi taybetî, bêyî hebûna daneyên rast û durist li ser arîşeyê encameke zanistî û hûrbîn berdest nake. Tiştê ku kes nikare înkar bike qirêjiya hewaya bajêr e lê cure û rêjeya gazên jehrawî yên hewaya li ser bajarê Hewlêrê çend e? Çawa ye? Pêdiviya vê yekê bi pîvanên rojane, mehane, demsalî û salane hene, ji bo ku çareseriya arîşeyê li ser bingeheke zanistî teşe bigire.

Loma, niha rêçareya yekem a qirêjiya hewaya bajarê Hewlêrê destnîşankirina mezinahiya qirêjiya hewayê ji hêla cih û demê ve ye. Piştî vê pêngavê, rêçareyên pratîk li ser bingeha sedemên qirêjiyê dest pê dikin.

Heta ku ev pêngav pêk were, her çiqasî ji hêla xuyang û taybetmendiyê ve jîngeheke şaristanî ya Hewlêrê hebe jî her tim şêniyên Hewlêrê hewaya jehrawî dikişînin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Adil Baxewan

Derbaskirina hêlên sor dê Rojhilata Navîn ber bi kû ve bibe?

Şensê Îranê bi kêmanî hetanî meha kanûna paşîna sala bê, di wê yekê de ye ku rêveberiya Joe Biden li ser heman hêla fikirînê ye û naxwaze ne Îsraîl û ne jî Îran bidin ser rêya berfirehkirina cengê