Di dirêjahiya 4 sedsalên derbasbûyî de Îran û dewleta osmanî wek du dewletên rikeber û nakok di qada siyasî û leşkerî ya Rojhilata Navîn de rol lîstine. Piştî hilweşandina dewleta Osmanî û di sala 1921ê de avabûna dewleta nû ya Iraqê jî ev pozberî xilas nebû. Iraq bû mîratgirê beşa herî zêde ya pozberiya Îran û Osmanî û paşî pozberiya dîrokî ya Fars û Ereb jî tevlî vê pozberiyê bû.
Di dirêjahiya dehan salên borî, ji bilî serdema piştî hilweşandina rejîma Saddam, Îran û Iraq ji ber çendîn nakokiyan li ser sînorên bejayî û ava di navbera herdu aliyan de, di nav pozberiyê de bûne û bi taybetî li herêma Kendavê. Vejiyana nakokiyên dîrokî yên Fars û Ereb û armanca jeopolîtîk a Iraqê ya ji bo gihiştine deryayê, nehiştiye ti caran di navbera herdu aliyand e peywendiyeke germ û dostane çêbibe.
Sedema rastîn a nakokiya di navbera herdu welatan de li ser pozberî û milmilaneya jeopolîtîk e û bi hêsanî ji holê ranabin. Ev nakokiyên demdirêj, mayînde û hertimî ne, tenê bi neman an jî lawazbûna yek ji wan welatan bidawî dibe.
Sala 2017ê dema referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk hat, hinek akademîsyen, diplomat û rojnamevanên îranî yên wek Dr.Ehmed Neqîbzade, Dr. Sadiq Zîbakelam, Ebdullah Remezanzade, Sadiq Melekî, Mihemed Ewsî û yên weke wan bi şêweyên cuda piştgiriya xwe ji bo avabûna dewleta Kurdî û parçebûna Iraqê anîn ziman. Ev piştgirî hema ji ber xwe ve çênebûye. Bi nêrîna wan kesan, nabe tenê bi xwendina rewşa niha temaşeyî Iraqê bikin. Ji ber ku eger ev dewlşet di siberojê de bihêz bibe dê li gel Îranê dest bi milmilaneyeke jeopolîtîkî bike. Ew kes bi dûrbînî li Iraqê dinerin û vê rastiyê li ber çav digrin ku eger Iraq yekparçeyî bimîne di paşerojê de dê rabe û wê demê jî bikeve pey rola xwe ya herêmî ya li navçeya Kendavê.
Ji bilî vê yekê, Iraq nikare çavê xwe li hember milmilaneya sînor û ava xwe ya li gel Îranê bigre. Di encama vê siyaseta Iraqê de egera lihevketina berjewendiyên herdu weklatan ne egereke dûr e. Wate Îran ti caran nikare ji bo Îranê bibe dost û cîranekî baş. Ji lewra li gorî nêrîna wan perçebûna Iraqê derfeteke zêrîn e û nabe Îran bi kîsê xwe vê derfetê wenda bike.
Di çend rojên derbasbûyî de Serokê Amerîkayê Donald Trump qonaxa nû ya cezayên li dijî Îranê ragihand û dewletên cîhanê jî xiste nav du bijardeyan ku yan Îranê û yan jî Amerîkayê hilbijêrin. Vê yekê jî Iraq xiste ber durêyekî zehmet û çarenivîsak ku nakokî û milmilaneyên kevin ên li gel Îranê vejand. Çinkû berjewendî û peywendiyên giring ên Amerîka û Îranê li gel Iraqê hene. Ji ber vê ji bo desthiladarên Şîe zehmete ku bikarin biryareke yekalîker li ser vê mijarê bidin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand: “Iraq cezayên li dijî Îranê wek xeletikeye stratejîk dibîne lê ji bo berjwendiyên gelê xwe em ê pabendê van cezayn bin.” Ev gotinên Ebadî wê gotinê tîne bîra mirovan ku dibêje: “Dilê min li gel we ye lê şûrê min li dijî we ye.”
Herwiha Berdevkê hikûmeta Iraqê Seidî Hedîsî jî radihand, ku ew dê di çarçoveya li berçavgirtina berjwendiyên gelê Iraqê danûstandina bi dolar a li gel Îranê bidin sekinandin. Hedîsî got, ku ew ti gavan navêjin ku ziyanê bigihîne aboriya Iraqê.
Herwiha Iraqê ragihand, ku ji ber sepandina cezayên Amerîkayê ew hawirdekirina otomobîlan ji Îranê didin sekinandin. Ev daxuyaniyên berpirsên Iraqê ku di asta herî bilind de ne, nîşana helwest û siyaseta fermî ya Iraqê ne, ku hinek aliyên Îranê li hember vê yekê şok û nîgeran bûne.
Hikûmeta Îranê heta niha li hember vê yekê ti helwesteke fermî ranegihandiye, ku dibe ev jî nîşana cureke şok û nîgerniya li hember helwesta Iraqê be. Lê di ragihandin û zarên nefermî bû sedema karvedanan.
Parlamenterê îranî Mehmûd Sadiqî di twîttekêde ragihand: “Iraq li gorî benda 6 a biryara jimare 598ê, bi qasî 11 milyar dolar wek qerebûya rasterast a şerê sepandî deyndarê Îranê ye. Dewleta Îranê ji ber tengezariyên xelkê Iraqê niha dest ji daxwaza vê qerebûyê berdaye. Lê Serokwezîrê Iraqê hizra padaşt û piştgiriya wan cezayên stemkaran dike li dijî gelê Îranê.”
Herwiha Berdevkê berê yê hikûmeta Îranê Ebdullah Remezanzade jî di twîttekê de got: “Min berê jî gotiye; divê em li hember peçerbûna Iraqê nesekinin.”
Ji bilî wan çend berpirsên din ên Îranê jî bi peyamên cuda qerebûya şerê 8 salî ya ya li ser Iraqê bibîr anîn û ev mijar li ser torên civakî bû sedema gengeşe û nîqaşeke berfireh.
Dibe ev helwesta nû ya Iraqê û şerê nav torên civakî bihêle ku ev mijar bi awayeke cidî bibe rojeva danûstandinên herdu welatan li ser maseyên gotûbêjan. Piştî sepandina cezayên Amerîkayê bi ser Îranê de, Îran ji welatekî hevpeyman ê wek Iraqê li hêviya piştgirî û hevkariyê bû. Eger nebine sedema sivikkirina van cezayan herî kêm dikarin neçine çeperên neyarên Îranê û nebine aliyeke dijî berjwendiyên Tehranê.
Eger em ji aliyeke din ve li mijarê binerin em ê bibînin ku ev lihevketina berjewwendiyên Îran û Iraqê bûye sedema vejiyana nakokiyên kevin û veşartî yên di navbera herdu welatan de. Herwiha di xwepêşandanên dawîn ên li bajarên başûrê Iraqê de li dijî Îran û partiyên alîgirên Îranê jî gelek dirûşmn hatine qêrîn. Eger em li encamên hilbijartinên dawîn ên 12ê Gulana 2018ê yên Parlamentoya Iraqê jî bikin, dibînin ku aliyên Şîe yên dûrê siyaseta Îranê ne, serkeftiyên yekem ê hilbijartinan bûn. Ji lewra ne dûr e ku eger hikûmeta nû ya Iraqê bi destê wan pêkhateyan were avakirin, Iraq zêdetir ji Îranê dûrbikeve.
Di kêşmekêşiya dawîn a di navbera Amerîka û Îranê de, Iraqê ya duyemîn hilbijart. Ev yek jî eşkere dike ku hevpeymaniya Îran û Iraqê ne hevpeymaniyeke kûr û stratejîk lê li gorî şert û mercên qonaxê û demkurt bûye.
Ji bilî vê yekê jîIraq wê rastiya veşartî eşkere dike, ku nakokiyên jeopolîtîk ên di navbera Îran û Iraqê de li hember hevpeymaniya stratejîk û kûr a herdu welatan asteng in. Dibe ji ber her bûyerekî nû nakokiyên veşartî yên di navbera herdu welatan de careke din serî hildin û hevpeymaniya wan bikeve bin metirsiyê, birînên kevin jî bikole.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse